Li Edeneyê Komkujiya Zaxoyê hat şermezarkirin

Ciwanên HDP’ê yên li Edeneyê bi meşekê komkujiya Zaxoyê şermezar kirin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk a li  Zaxoyê pêk anîbû, meşiyan. Ciwan li taxa Denîzlî ya girêdayî navçeya Seyhanê hatin ba hev û bê navber dirûşma, “Dewleta kujer wê hesap bide” berz kirin.

Piştî demekê meşa ciwanan bi dawî bû.

Her wiha ciwanan li dîwarên taxa Hurriyet ya navçeya Seyhanê nivîsên, “Ji Pirsûsê heta Zaxoyê wê hesap bidin”, "Li dijî qirkirinê serhildan" nivîsandin.