Li bajarê Yezdê jinek û 2 mêr hatin darvekirin
Hat ragihandin ku duh li bajarê Yezd a Îranê sê girtî ku yek ji wan jin e ji aliyê hêzên Îranê ve hatine darvekirin.
Hat ragihandin ku duh li bajarê Yezd a Îranê sê girtî ku yek ji wan jin e ji aliyê hêzên Îranê ve hatine darvekirin.
Hat hînbûn ku li bajarê Yezd a Îranê duh siharê 3 girtiyên ku cezayê îdamê li wan hatibû birîn ji aliyê hêzên Îranê ve hatine darvekirin.
Navê yên hatine darvekirin, Robabe (paşnavê wê nehat zanîn), Emîr Ocaqî û Heyder Hîbozade ye.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên Îranê tê gotin ku ji ber hincetên weke ‘madeyên hişbir’ û ‘cînayet’ê biryara îdamê li wan hatibû birîn.