Kongra Star: Bang li hemû jinan kir ku li dijî faşîzma Tirk têkoşînê bilind bikin

Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê qetilkirina sê fermandarên YPJ’ê ji aliye dewleta Tirk a dagirker û komkujiya Zaxoyê şermezar kir û soza tolhildanê da.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên gel û aliyên siyasî yên li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker her sê pêşengên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ); Fermandara Yekîneyên Antî Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, Fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û Şervana YAT’ê Barîn Botan, roja Înê di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo şehîd xistin.

Têkîldarê mijarê, Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliye Endama Koordînasyona Kongra Star Mizgîn Xelîl li Qada Jina Azad a li Kobanê hat xwendin. Di daxuyaniya ku bi dehan endamên Kongra Star, endamên rêveber ên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de hat diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker jinên azad û pêşeng ên Şoreşa Rojava ku bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, deng vedaye, hedef digire.

Koordînasyonê da zanîn ku piştî têkçûna DAÎŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker rasterast vîna gelên herêmê bi taybet a jinên azad hedef girt û wiha hat gotin, “Sûcên xwe bi hovîtiyeke ji ya DAÎŞ’ê mezintir pêk anî. Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya navneteweyî sûcên xwe yên li herêmê rewa dike û ev yek weke hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re îsbat dike. Berî çend rojan balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk herêmên Zaxo, Qamişlo û Kobanê bombebaran kirin. Di hedefgirtina dawî de jî 3 têkoşerên jin ên di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de xwedî têkoşîneke mezin bûn, şehîd bûn.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê komkujiyek pêk anî û navenda geştiyariyê bomberdûman kiribû û di encamê de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn."

Koordînasyona Kongra Star soza şopandina rêya hemû şehîdan da û bang li hemû jinan kir ku li dijî faşîzma Tirk têkoşînê bilind bikin, xwe û gel li gorî prensîba şerê gel a şoreşgerî bi rêxistin bikin û tola şehîdan hilînin.