Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê 11 wesayîtên luks û 2 cihên kar şewitandin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbolê 11 wesayîtên luks ên “faşîstan”, dikaneke kelûpelan û depoyeke alavên spî şewitandine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew ê li dijî êşkenceya li girtîgehan wê faşîstan hedef bigirin.

Însiyatîfê bi gotina, “Em ê dengê zindanan li metropolan bidin bihîstin” da zanîn ku li Stenbolê du çalakiyên cuda li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê;

Di 23’ê Tîrmehê de li Stenbol-Arnavutkoyê çalakiya “Bi bombeyên destan û molotof li wesayît û cihên kar ên faşîstan ên li taxa ku faşîstên AKP MHP’ê lê dijîn” hate lidarxistin. Di çalakiyê de agir bi 8 wesayîtên luks û depoya alavên spî hat berdan.

Di 22’ê Tîrmehê de li Buyukçekmeceya Stenbolê 3 wesayîtên luks ên AKP’iyê faşîst ê bi navê A.A û dikaneke kelûpelan hatin şewitandin û anîn asta ku nikare bên karanîn.