Ji Demîrtaş re 8 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi salane li girtîgehê tê girtin, bi îdiaya ku serdozger Yuksel Kocaman hedef nîşan daye 8 sal cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.
Derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi salane li girtîgehê tê girtin, bi îdiaya ku serdozger Yuksel Kocaman hedef nîşan daye 8 sal cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.
Di derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta ku Serdozgerê Komara Enqereyê Yuksel Kocaman hedef nîşan daye, doz li wî hat vekirin û rûniştina dozê pêk hat.
Parêzerên Demîrtaş tevlî rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Giran a 25’emîn a Enqerê pêk hat, bûn.
Dozger mutalaya xwe ya derbarê dozê pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi îdiaya “hedef nîşandanê” xwest heta 8 salan ceza li Demîrtaş were birîn.
Di mutalayê de hat xwestin ku Demîrtaş ji ber “Bi sûdgirtina ji hêza tirsnak a rêxistinên sûc gef xwariye” ji 2 sal heta 5 salan û ji ber sûcê “Kesên di têkoşîna li hember terorê de erk standine hedef nîşan daye” jî ji 1 sal heta 3 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.
Parêzeran diyar kir ku ji bo ew bikaribin li dijî mutalayê parastina xwe bikin, wext xwestin e. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 16’ê Îlonê kir.