Ji bo hevjînên girtî yên 80 salî rapora ku divê bên berdan hat amadekirin
Şaxê ÎHD’ê yê Wanê, ji bo girtiyên 80 salî Ozer ku hevjînên hevûdu ne, rapor hat amadekirin û hat gotin ku divê bên berdan.
Şaxê ÎHD’ê yê Wanê, ji bo girtiyên 80 salî Ozer ku hevjînên hevûdu ne, rapor hat amadekirin û hat gotin ku divê bên berdan.
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê têkildarê rewşa Makbûle Ozer (80) û hevjînê wê Hadî Ozer (79) ên ku 9’ê Gulanê hatibûn girtin raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Her du hevjîn ji ber ku bi 2 sal û mehekê hatibûn cezakirin, hatin girtin. ÎHD’ê, rapor li avahiya xwe aşkere kir.
Endama ÎHD’ê Parêzer Jiyan Ozkaplan, diyar kir ku keça Makbûle Ozer, Naîme Ozer serî li komeleya wan daye û biryar dane ku vê raporê amade bikin. Ozkaplan anî ziman ku rapor ji nêrîna girtiyan û nêrîna lêhûrbûna rapora Pisporê Tiba Edlî ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer pêk tê.
Di raporê de hat diyarkirin ku di pêvajoya amadekirina raporê de li girtîgehê bi Hadî Ozer re hevdîtin pêk hatiye. Her wiha di raporê de hat gotin ku Ozer sala 1986’an qezaya trafîkê derbas kiriye, piştî qezayê êşa çav lê peyde bûye. Piştî Ozer hatiye girtin mile wî yê rastê ditevize û rapor bi van gotinên Makbûle Ozerê dewam kir: “Ez nikarim biçim û bêm. Ez niha perîşan im. Garantiya ku ez ê li vir nemirim tune ye. Ez dixwazim gavek beriya gavekê biçim malê. Dibe ku ji nişka ve bimirim. Ez di nava çar dîwaran de me. Nexweşiyên min ên şekir, bêhntengî û tansiyonê hene.”
‘WÊ BI SENDELÎ DIBIN Û TÎNIN’
Di raporê de hat bibîrxistin ku Makbûle Ozer ji sedî 52 astengdar e û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û bi sendeliyê bi tekerik wê tînin hevdîtina parêzeran. Di raporê de wiha hat gotin: “Me bi keça Makbûle û Hadî Ozer, N.O. re hevdîtin kir û wê anî ziman ku dayika wê Makbûle piştî ji hevdîtina parêzer derketiye li ser milê xwe yê şikestî ku du sal in tedawiya wê dewam dikir ketiye û mile wê carek din şikestiye. Got dayika wê rakirine nexweşxaneyê, lê ji ber helandina hestî pê re heye milê wê nexistine cih û bi alîkariya girtiyan dikare tedawî bibe. N.O. got ku ew, 20’ê Tîrmehê çûye hevdîtina dayika xwe. Dayika wê vê carê jî dema çûye destnimêjê bigire li ser milê xwe yê din ketiye û milê wê reş û şîn bûye û 10 rojin ew nebirine nexweşxaneyê.”
NIKARIN DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNIN
Di dawiya raporê de hat destnîşankirin ku her du hevjîn ji ber hem extiyar û hem jî nexweş in, nikarin di girtîgehê de bimînin û divê ji ber astengdarî û extiyariya xwe bên berdan.