HDP: Di 6 mehan de 38 kesan ji ber sedemên aboriyê xwe kuştine
Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir di şeş mehên dawîn de herî kêm 38 kesan ji ber sedemên aboriyê xwe kuştine.
Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir di şeş mehên dawîn de herî kêm 38 kesan ji ber sedemên aboriyê xwe kuştine.
Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binpêkirinên di navbera mehên Çile û Hezîrana 2022’yan de di qada kedê hatine kirin raporek amade kir û parve kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber enflasyona bilind, zêdebûna bihayê xurekan, ketina hêza kirînê li Tirkiyeyê birçîtî di asta herî bilind de ye û ev agahî hatin dayîn: “Sazî û çavkaniyên civakê bi têkiliyên siyaset-mafyayê pêşkeşî çete, mafya û alîgiran hatine kirin. Desthilatdarî fatûreya krîza heyî jî li kedkar, karker, jin û ciwanan dibire. Li dijî vê jî ji Dîlokê heta Zongûldak, Stenbol û Antalyayê, karker û kedkaran li ber xwe dan û hêj li ber xwe didin.”
Daneyên komîsyonê yên di navbera 1’ê Çileyê û 30’ê Hezîrana 2022’yan wiha ne:
“*Karkeran herî kêm 159 caran biryara grevê dan û ji van biryaran 143 pêk hatin.
* Hêzên ewlekariyê êrişî 11 daxuyanî û protestoyên kedkaran kirin û nehiştin bên dayîn. Di dema van êrişan de 775 karker hatin destgîrkirin.
* Li gorî rapora ji hêla ÎSÎG’ê ve hatiye amadekirin, 842 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
* Ji ber sedemên aborî 46 hewldanên xwekuştina çêbûye û di encamê 38 kesan xwe kuştine.
* Ji ber xemsariyan 793 karker birîndar bûn.
* Li dijî karkeran herî kêm hezar û 718 binpêkirin çêbûn.
* Her meh herî kêm 14 çalakiyên karkeran hatin kirin.
* Kedkaran di nava vê demê de herî kêm 3 hezar û 486 çalakî li dar xistin.
* Zabiteyan li kolanan herî kêm êrîşî 6 kedkaran kirine.”