Enstîtuya Pomakan: Tercîha me HDP û Demîrtaş e

Serokê Enstîtiya Pomakan Îbrahîm Kenar û Tevgera Pomakan a Demokratîk diyar kirin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê piştgiriyê bidin HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.

Serokê Enstîtuya Pomakan a li Stockholma Swêdê Îbrahîm Kenar diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê  ew ê di navbera demokrasî û dîktatoriyê de were kirin û ew ê gelê Pomak piştgiriyê bide HDP û Selahattîn Demîrtaş ên ku demokrasî, azadî û wekheviya gelan diparêze.

Kenar diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide temenê xwe dirêj bike û ev tifaq nikare kêşeyên gelê Pomak û gelên bindest çareser bike.

TENÊ HDP NASNAME Û ÇANDA POMAKAN DIPARÊZE

Kenar diyar kir ku vê tifaqa faşîst her dem qala yek ala û yek neteweyê dikin û got, “Ji ber ku bi tenê HDP mafê kêmneteweyan nas dike û çand û nasnameya Pomakan diparêze, ew ê gelê me dengê xwe bidin HDP’ê.”

Kenar diyar kir ku di van salên dawîn de têkoşîna gelê Kurd û daxuyaniyên HDP’ê bandorê li ser gelê Pomakan dike û got, “Ji niha û şûnde gelê Pomak, ew ê piştgiriyê bide eniya demokratîk, azadî û yekîtiya gelan. Gelê Pomak li hemberî dîktatoriya yekzilamî ew ê piştgiriyê bide HDP’ê. Ev hilbijartin ji bo dahatûya welat, girîngiya xwe heye. Ji bo ku mirov li dijî faşîzmê bisekine û bide ser rêya demokrasiyê divê hemû parêzvanên mafên mirovan, sosyalîst, demokrat û gelên bindest bi HDP’ê re bin û dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş.”

TEVGERA DEMOKRATÎK A POMAKAN BANG KIR

Di heman demê de Tevgera Demokratîk a Pomakan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir ku bila gelê Pomak dengê xwe bidin HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş. Tevgera Demokratîk a Pomakan di daxuyaniya xwe de got ku, “Berjewendiyên hemû gelên li ser vê axê Tirkiyeyeke demokratîk û ew temînata vî tiştî jî HDP ye. Li Tirkiyeyê ne bi tenê Kurd pêdiviya wan bi demokrasî û azadiyê heye. Pêdiviya Kurd, Tirk, Pomak û Elewiyan jî bi demokrasiyeke radîkal heye. Gelekî eşkere ye ku Erdogan tu xêra wî ji welat re tuneye, ji xêrê wêdetir xisara wî heye! Ji ber vê jî divê êdî em hedefên nû ji xwe re ava bikin û li gorî wan hedefan tevbigerin.”