Denîz Nakî: Mirovên li derdora xwe jî bibin ser sindoqan
Lîstikvan Denîz Nakî li Freiburgê tevlî civîna gel bû, işaret bi girîngiya hilbijartinê kir û got, "Mirovên li derdora xwe qanih bikin ji bo dengê xwe bidin."
Lîstikvan Denîz Nakî li Freiburgê tevlî civîna gel bû, işaret bi girîngiya hilbijartinê kir û got, "Mirovên li derdora xwe qanih bikin ji bo dengê xwe bidin."
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, li ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê civîneke gel hate kirin.
Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freiburgê pêk hat û tevî endamên Meclîsa Gel a Freiburgê, Dergaha Çanda Elewiyan a Freiburgê, Meclîsa Jinê ya Nûda û Helwdana Mereşê, nêzî 200 kes tevlî bûn.
Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr li civînê axivî û diyar kir ku di 24'ê Hezîranê de 3 xet tevlî hilbijartinê dibin:
* Tifaqa yekperest û nîjadperest a AKP-MHP'ê
* Tifaqa duyemîn a rastkir û CHP pêşengiyê jê re dike
* HDP ku nûnerê gelan, jin, ciwan, bindest, mezlûm û baweriyan e
Lîstikvanê Kurd ê futbolê Denîz Nakî piştî Goksûngûr axivî û di şexsê zexta dewletê ya li wî hate kirin, qala terora nîjadperest a dewletê kir.
Nakî got, "Ez ê teqez cihê xwe di nava vê têkoşîna azadiyê de bigirim."
Nakî işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir û got, "Her kesê ku mafê xwe yê dengdanê heye, divê deng bide. Eger li derdora me mirovên dudil hebin, yên dibêjin 'ez deng bidim jî tiştek nabe' hebe, ya jî yên ku dixwazin dengê xwe bidin partiyên din hebin, divê em hemûyan îqna bikin. Min heta niha 3 kes îqna kir. Hilbijartin jî amûreke têkoşînê ye."