Bozlak ji bo HDP'ê banga seferberiyê li Kurdistaniyan kir
Ji Nûnertiya HDP'ê ya Swêdê Hasan Bozlak bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku ji bo HDP'ê seferber bibin.
Ji Nûnertiya HDP'ê ya Swêdê Hasan Bozlak bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku ji bo HDP'ê seferber bibin.
Bozlak li ser karê hilbijartinê yê li Swêdê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Koordînasyona Hilbijartinê ya ji 4 kesan û Nûnertiya HDP'ê li 18 bajar û bajarokên Swêdê komîsyonên hilbijartinê ava kirine.
Bozlak da xuyakirin ku dawiya hefteyê ew li gel nûnerên bi dehan partî û komeleyên ji bawerî û etnîkên cuda re rûniştin û 'Platforma Piştgiriya ji bo HDP'ê' ava kirine. Bozlak bi bîr xist ku dema qeyda dengdêran 12'ê Gulanê diqede û divê heta wê wextê qeyd bê kirin.
Bozlak destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên faşîzma AKP-MHP'ê welat xistiye nava kaosê û got, "Erdogan tevî hevkarê xwe yê biçûk MHP'ê bi lez û bez biryara hilbijartinê da. Bi rêya hilbijartinê dixwaze xwe ji vê rewşa tengav rizgar bike. Haya gel ji armanca wan heye. 24'ê Hezîranê wê gel dersê bide faşîzma AKP û MHP'ê."
Bozlak bi bîr xist ku Erdogan bi hevkariya bi Ergenekon, dewleta kûr û MHP'ê re li dijî gelê Kurd dest bi qirkirinê kir, Efrîn dagir kir û nûnerên gel ên hilbijartî girt. Bozlak got, hikumeta AKP'ê dixwaze dest û lingên hevrikê xwe girê bide, hemû derfetên dewletê bi kar bîne, di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hilbijartinê bike û bi vî rengî dîktatoriya xwe qewîn bike.
Bozlak işaret bi tifaqa bi serkêşiya CHP'ê kir û anî ziman ku çareserkirina pirsgirêkên gel, pêkanîna aştî û demokrasiyê di rojeva vê tifaqê de nîne. Bozlak got, "Yekane partiya ku xwişk û biratiya gelan diparêze, ya ku wê aştî û demokrasiyê bîne HDP ye û namzetê wê yê Serokkkomariyê Selahattîn Demîrtaş e. Ji ber vê yekê, her kesên alîgirê ked, aştî û xwişk û biratiya gelan divê destekê bidin HDP'ê."
Bozlak got, ji bo girseyên gel bibin ser sindoqan wan dest bi seferberiyê kirine û got, "Bi coş û kelecana hilbijartina 7'ê Hezîranê, divê gelê me û dostên me mal bi mal, kargeh bi kargeh bigerin, ji dengdêran re qala rastiyan bikin û girseyên gel bibin ser sindoqan."
Bozlak destnîşan kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê dengdan li ser şer an jî aştî, dîktatorî ya jî demokrasî, xizanî ya jî aramî, dewamkirin an jî qedandina dagirkeriya li Efrînê bê kirin.