Bi ewraqên sixte salekê di girtîgehê de hiştin
Careke din derket holê ku li hemberî Kurdan hiqûqeke çawa tê meşandin. Di sala 2017’an de bi zabitnameyên sixte 2 Kurd salekê di girtîgehê de man û piştre hatin berdan.
Careke din derket holê ku li hemberî Kurdan hiqûqeke çawa tê meşandin. Di sala 2017’an de bi zabitnameyên sixte 2 Kurd salekê di girtîgehê de man û piştre hatin berdan.
Li Payîzavaya Wanê di sala 2017’an de di pêvajoyeke dadgehê de derket holê ku li hemberî Kurdan hiqûq çawa tê meşandin. Du gundî bi zabitnameyên sixte salekê di girtîgehê de mane û çend roj berê bi hinceta ‘Zabitname sixte ne’ hatin berdan. Li Payîzavaya Wanê qereqolê rojekê bangî Cûmhûr û Surrî Alicî kirine û piştre ev her du kes hatine girtin.
JI BER KU KÛÇIK EWTIYA ZABITNAMEYA BOMBEYÊ HATE AMADEKIRIN
Di 14’ê Gulana 2017’an de li ser mezraya Taşlica ya Taxa Ogûldam a Payîzavayê hêzên HPG’ê li ser cerdevanan mayînek teqandin û cerdevan bi giranî birîndar bûn. Piştî bûyerê jendirmeyên qereqola Kirkgeçîtê girtin ser mala gundiyên bi navê Feyzî Abût û Yuksel Abût. Ji ber ku Feyzî û Yuksel ne li mal bûn, bi hinceta ku haya wan jê heye bangî Surrî Alici û Cûmhûr Alici kirin. Bi hinceta ku ‘Li mala wan endamên rêxistinê mane û kûçikê materyalên wekî bombeyê tespît kirine’ her du bira xistin girtîgehê.
Surrî û Cûmhûr Alici heta Hezîrana 2018’an di girtîgehê de mane û piştre li dadgehê serbest hatin berdan. Di darizandina Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Wanê de derket holê ku zabitnameya li ser gundiyan sixte ye. Leşkerê ku berpirsê kûçikê ye diyar kir ku kûçik êrîşkar bû û dikare mirovan parçe bike. Leşkerên zabitname îmze kirin jî diyar kirin ew nizanin çima ev zabitname hatiye amadekirin û dema îmze kirine jî nezanîne naveroka wê çi ye.
Sînan Ozaras ê ku parêzerê Surrî û Cûmhûr Alici ye diyar kir derbarê gundiyan şahidên veşartî yên sixte nîşan dane, zabitnameya îxbar û bombeyê jî sixte ye û got “Ev zabitname saet di 08.00’an de tê dagirtin. Bi hinceta ku kûçik ewtiyaye zabitname tê nivîsandin. Bi hinceta dibe ku haya wan ji bûyerê hebe bangî her du gundiyan tê kirin. Saet di 10-11’an de wan dibin qereqolê lê îxbar saet di 08.00’an de hatiye kirin. Kesên zabitname îmze kirine diyar kirin ku ev kes ji bo agahiyê anîne qereqolê. Bi vî awayî derdikeve holê ku îxbareke wisa jî tune. Zabitname jî dûrî rastiyê ye û sixte ye. Em dibînin dewletê li hemberî hemwelatiyê xwe kemîn daniye. Bi delîlên li dijî hiqûqê salekê du kes di girtîgehê de tên hiştin. Piştî darizandinê biryara beraatê hate dayîn.”