Pîlotê şer yê berê Bahadir Altan derbarê qetlîama li Zaxoyê ya ku sivîl hatibûn qetilkirin ji ANF’ê re axivî. Altan diyar kir divê tişta ku hatiye kirin divê rast were nirxandin û got “Dema ku Tirkiyeyê ‘Operasyona Şaxê Zeytûnê’ da destpêkirin serokê Kibrisa Bakur Mûstafa Akinci gotibû ‘Dema ku hûn bibêjin Şaxa Zeytûnê ev nabe aşitî, navê vî tiştî şer e’ û ji ber vê nerazîbûn nîşanî wî hatibû dayîn. Wê wextê dema ku ji vî tiştî re got ‘Şer’ berdêla vî tiştî çêbû. Kesên ev tişt gotin wekî ‘terorîst’ hatin pênasekirin. Dema ku 30 kîlometre têkeve axa welatekî navê vî tiştî jî ne ‘herêma ewle’ be û ev tişt tê wateya dagirkirina welatekî din. Ji wê demê ve êrîş hene. Divê navê vî tiştî jî baş were danîn: Ev dagirkerî ye.
JI BER KU EREB BÛN VÎ TIŞTÎ BANDOREKE MEZIN ÇÊKIR
Li ser vê axa ku hatiye dagirkirin gelek êrîş çêbû. Bi dron û topan gelek sivîl hatin qetilkirin. Tirkiyeyê li her qada ku êrîş kiriye, kesên hatine qetilkirin wekî ‘terorîst’ îlan dikir. Her tişt di vê çarçoveyê de dihat pêşkêşkirin. Ji ber ku yên li Zaxoyê hatin qetilkirin Ereb bûn, vî tiştî bandoreke mezin çêkirin. A rast meseleyeke trajîk e, dema ku kesên tên qetilkirin Kurd bin, ev kes dibin terorîst lê dema ku Ereb an jî ji gelekî din bin bala raya giştî ya navneteweyî jî dikişîne. Ev jî aliyekî trajîk e.”
HERÊMA DIJMIN!
Altan diyar kir ku dema top tê avêtin hemû kesên li wir wekî ‘terorîst’ tê dîtin û bala wan ne li ser sivîlan e û got “Heta niha Artêşa Tirk li vir gelek êrîş kir û top avêtiya van deran. Li derveyî qada we ya ewlekariyê hûn topan diavêjin cihekî ku qaşo li wir dijmin heye. Dema ku top tê avêtin, dibe ku bi kîlometreyan jî li cihên şaş were xistin. Top bi kîlometreyan diçe, ba bandorê li wê dike. Berê koordînatek tê dayîn. Piştî wê bi topan li wir dixin. Ev jî diyar dike ev herêm hemû wekî herêma dijmin tê dîtin. Ji ber ku tê zanîn wê top li cihekî hesas nekeve, bi mebesta ku li dora wê jî dijmin heye, top avêtine wir. Beriya ku êrîşek were kirin, berê topek tê avêtin û piştre li gorî cihê ku ketiye hedef tê sererastkirin. Ji ber bandora bayê hesap dikin ku wê top li ku derê bikeve. Ji ber ku çar top hatiye avêtin ev jî diyar dike çawalêhato avêtine.
SIVÎL BE JÎ DIBÊJIN EV PKK’YÎ NE
Mirovên li wê herêmê wekî ‘terorîst’ tên dîtin lê di dawiya dawîn de kesên sivîl tên qetilkirin. Dema ku sivîl jî werin qetilkirin, desthilatdarî dibêje ew PKK’yî ne. PKK jî partiyek e, wekî PDK an jî YNK’ê dibe ku alîgir û endamên wê hebe. Dibe ku ev kes hêzên leşkerî bin. Lê mafê tu kesî tuneye ku van kesan qetil bike. Di nav me de jî heman mantiqa şer heye. HDP jî wekî dûvika PKK’ê tê dîtin û tiştên bêhiqûqî tê kirin. Di dema doza Geziyê de jî gelek mirov hatin destgîrkirin û derveyî qanûnê hatine girtin. Wekî mînak Osman Kavala.”
Altan diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Tirk ev mesele înkar nekir û xist stûyê Artêşa Tirk û got “Tirkiyeyê ev êrîş red nekir. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got ‘Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Çekdar ên Tirk’ stendiye. Wisa dibêje heke tiştekî din derkeve holê ji bo ku siyaset xwe ji meseleyê vekişîne. Lê Roboskî jî tê de, pirsgirêka esasî ev e. Di van êrîşan de berpirsê esasî desthilatdariya siyasî ye. Artêşa Tirk li gorî fermana desthilatdariya siyasî tevdigere.”
Altan diyar kir ku ber bi hilbijartinê ve di destê desthilatdariyê de bi tenê nijadperestiyeke êrîşkar heye û got “Desthilatdarî ji vî tiştî li benda serkeftinê ye. Operasyona li Bakurê Iraqê jî wisa ye. Bendewariya wê hebû ku li Zap û Avaşînê li hedefeke mezin bixin û an jî were girtin. Heman tişt ji bo Garê jî wisa bû. Heke li vir serkeftinek bi dest bixistina wê hilbijartin zûtir bihata kirin. Sermelese li Bakurê Sûriyeyê heta îro destûra ku dixwest ji aktorên din ên herêmê nestend. Ne Emerîka, ne Rûsya û ne jî Îranê tişta ku dixwest nekarî bistîne. Civîna li Tehranê di vî warî de girîng bû. Di warê dagirkirina herêman de tengijiye û artêşa Tirk jî li gorî wê xistiye dewrê.”
DIVÊ MÛXALEFET JÎ HELWESTA XWE ZELAL BIKE
Altan diyar kir divê mûxalefet jî diyar bike ku Hêzên Çekdar ên Tirk ji bo armancên siyasî sûcên şer dike û got “CHP jî tê de gelek rojnameyên qaşo çepgir jî ji ser daxuyaniya Wezîrê Karê Derve nûçe da. Dema ku bûyerên derve dibin mesele, dibêjin ‘Em bi ruhê Yenîkapiyê bi dewleta xwe re ne’ û xwe didin dora AKP’ê. Ev tişt jî AKP’ê êrîşkar dike. Mûxalefet ji dêvila ku xwe bide kêleka AKP’ê divê mûxalefeteke hevpar a ku HDP jî tê de ye, bi rê ve bibe. Divê bi HDP’ê re rûnên û namzetekî hevpar karibin diyar bikin.”