Alinterî: Em ê destekê bidin HDP'ê
Kovara Alinterî eşkere kir ku di 24'ê Hezîranê de wê destekê bidin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş.
Kovara Alinterî eşkere kir ku di 24'ê Hezîranê de wê destekê bidin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş.
Kovara Alinterî ku li ser xeta sosyalîst weşana xwe dike, eşkere kir ku wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê.
Alinterî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku HDP li gorî her du tifaqên din li cihekî cuda disekine. Di daxuyaniyê de hate gotin, "(...) Tevî hemû rexne û fikarên me jî, ji ber ku HDP û Selahattîn Demîrtaş 'nûnerê qanûnî' yê gelê Kurd e, di 24'ê Hezîranê de em ê destekê bidin wan."