Şehîdên azadiyê li Bremenê hatin bîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li bajarê Bremenê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Di şexsê şehîdên Cindirêsê de cangoriyên ku di demên cuda de li nava refên têkoşîna azadiyê şehîd bûn hatin bîranîn. Dîcle Arîn (Dîlan Kondo, Mûş), Rênas Hesekê (Kawa Kusa, Hesekê), Delîl Teman (Yûsûf Bûldag, Çewlik) û Sarîn Zagros (Zozan Omer, Dêrik) li merasîmê hatin bîranîn.

Bi navê malbatên şehîdan Fatma Arslan peyivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan.

'DIVÊ EM XWEDÎ LI MÎRATEYA WAN DERKEVIN'

Ji xizmên şehîdan Bahattîn Kondo, Mele Eşref Bûdan, Ferhat Omer, Yûnûs Bûcûka li merasîmê axivîn. Qisekeran gotin, "Xwedîderketina li zarokên me, xwedîderketina li mîrateya wan e."

Mele Eşref Bûdan asta şehadetê ji aliyê olî ve nirxand û got, li gorî bîr û baweriya Îslamê, ciwanên Kurd şehîd in.

Aktîvîstê Kurd Saît Bîlgîn jî Denîz Gezmîş û hevalên wî, Hakî Karer, Çaran û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya demokrasiyê bi bîr anî û ji bo xwedîderketina li mîrateya wan bang kir.

Merasîma bîranînê piştî sînevîzyona li ser şehîdên Berxwedana Serdemê qediya.