Înisîyatîfa Zarokên Agir gelek keştiyên gerê şewitand
Înisîyatîfa Zarokên Agir li bendergeha Tekîrdagê gelek keştiyên gerê yên faşîstan şewitand.
Înisîyatîfa Zarokên Agir li bendergeha Tekîrdagê gelek keştiyên gerê yên faşîstan şewitand.
Înisîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Divê were zanîn em ê hesab ji sermayedarên ku bi mêtingeriya li ser Kurdistanê dewlemend bûne jî bipirsin. Hemû kesên ku li ser Kurdan mêtingeriyê dikin, gundên Kurdan şewitandine û piştgirî dane vî tiştî li her derê hedefa me ne.”
Li gorî daxuyaniyê di 23’ê Tîrmehê de li bendergeha keştiyên gerê yên li Suleymanpaşaya Tekîrdagê gelek keştiyên gerê yên faşîstan hatine şewitandin.