Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş didome
Li Stenbol û Enqereyê di çalakiyan de bal kişandin ser girtiyên nexweş û hate diyarkirin divê girtiyên nexweş werin berdan.
Li Stenbol û Enqereyê di çalakiyan de bal kişandin ser girtiyên nexweş û hate diyarkirin divê girtiyên nexweş werin berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 539'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li dar xistin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên hevjînên hev ên 80 salî Makbûle û Hadî Ozer ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên girtin. Çalakî li ber şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin û pankarta "Tedawî maf e nayê astengkirin" di çalakiyê de hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Wê rûmeta mirovahiyê êşkenceyê têk bibe", "êşkenceya tecrîdê bi dawî bikin" û "Girtiyên nexweş berdin" berz kirin. Her wiha di çalakiyê de dovîzên wêneyên gelek girtiyên nexweş li ser wan jî hatin hildan. Gelek xizmen girtiyên nexweş, Dayikên Şemiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li rûniştinê bûn.
Endama Koîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Meral Nergîs Şahîn, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji ber pirsgirêkên li girtîgehan, miameleya xerab û pêkanînên cihêkar ên înfazê gelek girtî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû ne û wiha got: "Di nav 6 mehan de 35 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Van mirinan gelek jê jî bi guman in. Ji ber temenê xwe hevjîn Ozer jî bi alîkariya zarokên xwe dijiyan. Lê rexmî vê jî bi hinceta ku 2 sal û mehek cezayê li wan hatiye birîn hatiye erêkirin hatine girtin. Rapora ji sedî 52 ya berastengiyê ya Makbûle Ozer heye. Bi kursî dijî û nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bi cih bînee. Piştî girtina wê pirsgirêk xewê pê re çêbûne.”
Di berdewamê de Şahîn, da zanîn ku ji ber qezaya trafîqê derbas kiriye Hadî Ozer jî gelek pirsgirêkan dijî û nexweşiyên wî hene û destê wî dişemire û nikare tiştekî bigire.
Şahîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Ozer bi zorê bêhnê didin û distînîn û xwest ku her du jî bên berdan.
ENQERE
Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 411'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê li hev kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bi girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî (59) ku li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê girtî ye
Li ser navê înîsiyatîfê Umîtcan Akbûlût daxuyanî da û diyar kir ku Îvrendî ji sala 1994'an ve girtî ye û di serî de nexweşiya dil gelek nexweşiyên wî hene û di navbera salên 2015-2018'an de 3 caran hatiye emeliyatkirin û xwest ku Îvrendî bê berdan.