KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Temellî: Civak û bernameya me ya siyasî li hev in
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî bal kişand ser 'Kombûnên Demokrasiyê' yên HDP'ê û diyar kir, "Me di vî karê xwe de dîtin ku civak û bernameya me ya siyasî li hev in." -
Karayilan: Gerîlayên Heftanînê gerîlayên serdema nû ne
Karayilan: Encama ku li Heftanînê derketiye holê wiha ye: Şervaneke/î bi îrade, wêrek û jêhatî, eger bi rengekî profesyonel tevbigere wê demê dikare teknîka serdemê têk bibe, dikare li dijî wê şer bike. Ev şer vê yekê radixe pêş çavan. -
Saziya îstixbarata Iraqê li dijî MÎT’a Tirk operasyonek lidar xist
Di saetên êvarî de Saziya Îstixbarata Iraqê di encama operasyonekê de 3 endamê MÎT’a Tirk li bajarê Kerkûk destgîr kirin. -
Şêwirmendê Çapemeniya HDP’ê Dag hate destgîrkirin
Şêwirmendê Çapemeniya Rêxistina HDP’ê ya Amedê Vedat Dag di saetên şevê de hate destgîrkirin. -
Ji Bakurê Kurdistanê cerdevan birine Heftanînê
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê bi taybet ji herêma Botanê cerdevan anîne Heftanînê û hate diyarkirin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî ji bo pêşmerge li deverên sînorên qadên gerîla bi cih bibin, ferman daye. -
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr girtin
Hevserokê Şaredariya Êlihê ya ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hate xespkirin, Mehmete Demîr ê di çarçoveya lêpirsîn KCD de hate destgîrkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin. -
Li Qelqeliyê lêhî rabû
Barana zêde li gundên Koçkiran, Koçkirana Xwarê û Oymaklî yên Qelqeliyê lêhî rabû. Ji ber lêhiyê zêyanên mezin gihişte zeviyên çandiniyê. -
Balafirên şer gundên Bradost û Batûfa bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li gundên herêma Bradost û Batûfayê yê Başûrê Kurdistanê barandin. -
Endama Meclîsa Şaredariya Hewagê ya HDP'ê Aîşeoglû destgîr kirin
Endama Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Hewag a Rihayê Sema Aîşeoglû ji aliyê polîsên Tirk ve hete destgîrkirin. -
Li Çarçella û Çelê 7 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayan ên li Çarçella û Çelê kirin de 1 jê bi paye bi giştî 7 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Çalakiya li Çelê ji aliyê hêzên KBDH’ê ve hate kirin. -
Mazata ku qeyûm vekiribû li ser tendirustiyê dibe gef
Qeyyûmê beriya şewbê têketina mazatê kiribû bi pereyan û bêyî ku tevdîrê bistîne mazat dîsa vekir. -
Hevşaredarê destgîrkirî Demîr li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ye
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku doh di operasyona qirkirina siyasî de doh hate destgîrkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tê girtin. -
Saziya Aştiyê ya Xiristiyan: Ji ber êrişên dewleta Tirk 85 sivîl hatin kuştin
Tîma CPT Kurdistan gotinên Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê derewand û diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji sala 2015'an û vir ve 85 sivîl şehîd bûne, 95 birîndar bûne û gotinên Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê derewand. -
Li Xantûrê bû Bêrîtan
Rûstem Cûdî dema ku li rûyê dagirkeran dinerî ku digotin,’’Neçe, cihekî ku biçî nema’’ li kendalan fikirî. Beriya ku bihêle ku dagirker xwe bigihinê li Xantûrê bû Bêrîtan. -
YPS-Jinê silav da Heftanînê: 9 polîs birîndar bûn
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever a YPS-Jinê li Şirnexê li polîsan da. Hate ragihandin ku herî kêm 9 polîs birîndar bûne. Yekîneyê, berxwedana li Heftanînê silav kir. -
HPG: Hevrê Rustem li Xantûrê bû efsane!
HPG: ‘’Hevrêyê me Rustem Cûdî li gel ku birîndar jî bû bi rojan şer kiriye, piştî ku cebilxaneya wî qediyayaye, teslîm nebûye, ji kendalan xwe avêtiye û şehîd bûye.'' -
Colemêrg bi destê qeyûman wêran bûye
AKP'ê ku li hemû çiya û newalên Colemêrgê qereqol û HES çêkiriye, bi talankirina Şaredariya Colemêrgê re navenda bajêr jî wêran kiriye. -
Hevşaredarê Êlihê Demîr hate destgîrkirin
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hate destgîrkirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Bradost barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe gundê Mêrge Reş ya herêma Bradostê barand. -
HPG: Serpelek û 11 leşker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çarçella, Çelê û Bestayê çalakî li dar xistin. Di encamê de serpelek û 11 leşker hatin cezakirin, wesayitek û kozikek hatin îmhakirin. -
Li Amedê cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
32 endamên KESK'ê yên li Amedê, ku di dema daxuyaniya çapemeniyê de bi lêdanê hatin destgîrkirin, bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin. -
Yekîneyên tolhildanê li Amedê li mînîbuseke leşkerî xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji du baskan ve li mînîbuseke leşkerî xistin. Hate ragihandin ku çalakî bi teqemeniyan hatiye kirin. -
PDK têkildarî rojnamevanê destgîrkirî agahiyan nade
Asayîşa PDK'ê têkildarî rewşa rojnamevan Qehreman Şukrî ku 27'ê Hezîranê li bajarê Duhokê destgîr kir, agahiyan nade parlamenteran. -
'Ev der xaka me ye, em ji vir naçin, wê dagirker biçin'
Dayikek ku li gundê Evlehe dimîne û mala wê hate bombekirin, bi vê gotinê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da: "Dewleta Tirk bi salan e vê derê bombe dike, ev der xaka me ye. Ne em, lê ew wê ji vê xakê biçin." -
Hate xwestin ku girtiyê nexweş Firat Koç were cezakirin
Derheqê Firat Koç ê girtî ku nexweşiya şîzofreniyê lê heye û dema protestokirina qeyûmê Wanê polîsan êşkence lê kiribû, îdîaname hate temamkirin. Di îdîanameyê de hate gotin Koç li ser navê rêxistinê 'sûc' kiriye û hate xwestin ku were cezakirin.