KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çavên ku bi hêviyê dibiriqî: Serdem Reşît
Xwezî zimanê dilê hevrêtiyê hebûya ku karîbûya qala te kiribûya. Xwezî çîrokbêjek bûma ku karîbûma ji çavên zarokên Kurdistanî re qala te bikira. -
Birîna ku nakewe: Fermana 73'an
Êzidiyên ku heta niha timî ferman li wan rabûn, fermana mezin a herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014'an de li gel xiyanetê dîtin. Şengal a ku ji aliyê Derwêş û Edûlê yên hemdem ve tê parastin, bi rêxistinbûnê bersiv da ferman û xiyanetê. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk hawîrdora gundê Mîska ya Kanîmasiyê bombe kir
Li gorî saeta herêmê di saet 23.00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hawîrdora gundê Mîsk ya girêdayî bajaroka Kanîmasiyê ya Başûrê Kurdistanê bombekir. -
‘Divê Kolberan ji bîr nekin’
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMk) di malpera xwe de cih da daxuyaniya hevbeş ya sendîka û saziyên karkerî yên seranserê cîhanê ku têkildarê qetilkirina kolberên Kurd ji aliyê rejîma Îranê hatine qetilkirin. -
Li Heftanînê dagirker hatin cezakirin
Komandoyên artêşa dewleta Tirk ku pesnê wan dihat dayin li Heftanînê ji ber çalakiyên gerîlayan nikarin serê xwe rakin. -
Şewata ku leşkeran li Besta derxistibû hê jî didome
Li herêma Besta ya Şirnexê, şewata ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatî pêxistin li 6 cihan hîn didome. -
YBŞ: Li dijî fermana Şengalê em ê têkoşîna xwe geş bikin
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di salvegera qetlîma Şengalê de diyar kir ku wê li dijî êrîş û qetlîamên li ser Şengalê têkoşîna xwe geştir bikin. -
Fermandariya Qada Botanê ya HPG’ê ji bo gundê Osyanê hişyarî kir
Fermandariya Qada Botanê ya HPG’ê li dijî îxanet û hevkariya li gundê Osyanê bang li gelê Botanê kir ku bila baldar bin. -
Li Diyaleyê 4 çete hatin destgîrkirin
Îro hêzên ewlekariyê ya parêzgeha Diyaleyê 4 çeteyên ku bi çêkirina bombeyê ve mijûl bûn destgîr kir. Armanca wan ew bûye ku beriya cejn bi dawî bibe wê bombeyê biteqînin. -
HPG'ê li Şemzînanê çalakî kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand hêzên gerîla li Şemzînanê ya Colemêrgê li wesayita artêşa dagirker a Tirk dane. -
Dîmenê çalakiya li Çelê ku tê de 6 leşker hatin kuştin
Gerîla TV dîmenê çalakiya 6'ê Tîrmehê ya li Çelê weşand, ku di encamê de 6 leşker hatin kuştin. -
Êrişa nû ya zîhniyeta berê: Şewitandina goristanan
Komeleya piştevanî û alîkariya bi malbatên xizmên xwe winda kirine ya dergûşa şaristaniyê (MEBYA-DER) nerazîbûn nîşanî şewitandina goristana li Licê da û diyar kir, "Şêweyê êrişê timî tê guhertin, lê zîhniyet nayê guhertin." -
TEV-DEM'ê parêzvanên Şengalê YBŞ û YJŞ silav kir
TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 6'an a êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û şervanên YBŞ û YJŞ silav kir ku Şengalê diparêzin. -
Gerîla bi hewara xelkê Şengalê ve çû
Yek ji gerîlayên ku li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo parastina gel çû Şengalê, Êriş Hewreman bû. Hewreman got, "Di demekê de ku cîhan hemû bêdeng ma, gerîla bi hewara gelê Şengalê ve çû." -
Kiziler: Fermana 73'an biryareke siyasî bû
Şahidê fermana 73'an a ku li Kurdên Êzidî rabû rojnamevan Hayrî Kiziler diyar kir ku konsepta qirkirinê "biryareke siyasî" bû. Kiziler destnîşan kir ku PKK'ê bi berxwedana xwe ew çerxa qirkirinê ji hev xist. -
Balafirên Tirk li Amêdîyê li sivîlan da -NÛ BÛ
Îşev balafirên dewleta Tirk a dagirker li komelgeha Bagêre ya ser bi navçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê, li wesayîteke sivîlan xistin. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê tiştek bi kesî nehatiye. -
Herî dawî li qereqolê hate dîtin, piştre agahî jê nehate girtin
Xizmên Windayan vê carê aqûbeta Sabah Orûç ê 17 salî ku sala 1996’an li Bîsmîlê hate windakirin û herî dawî li qereqolê hatibû dîtin, pirsîn. -
Li Basayê 2 kes hatin destgîrkirin
Li basayê yek jê şivanê ku lawirên xwe diçêrand û yek jî baxçeyê xwe diçandin 2 kes hatin destgîrkirin. -
PADÊ li ser qetlîama Êzidiyan konferansek lidar dixe
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji bo balê bikişîne li ser fermana 73’yan wê 4’ê Tebaxê li Şengalê kanferansek berfireh bi sirûda ’Êzidî li pêşeroja xwe digerin’ lidar bixe. -
Li Cenga Heftanînê strana cengê
Gerîlaya YJA Star a di Cenga Heftanînê de cihê xwe digire, li ser cengê stranekê qîr dike. -
Şêniyên Behdînan: Wê gelê Kurd bi berxwedanê dagirkeriyê têk bibe
Şêniyên Bedînan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û li dijî bêdengiya hikûmeta herêmê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Ev nayê qebûlkirin. Wê bi berxwedanê dagirkerî têk biçe. -
Balefiran Tirk sê caran li Mangeşka Duhokê dan
Balefirên artêşa Tirk a dagirker saet di 19.50’an de sê caran li bajaroka Mangeşk a Duhokê dan. -
Li Kato Jîrka çalakiya sabotajê: 4 leşker hatin cezakirin
Gerîlayan li herêma Kato Jîrka li dijî leşkerên artêşa Tirk a di nava tevgerê de bûn çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin. -
Gerîla Dîren: Ciwanên Kurdistanî li Heftanînê destanan dinivsînin
Gerîlaya YJA Star Dîren Serhed a di berxwedana Heftanînê de cih digire, destnîşan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ciwanên Kurdistanê dîrokê dinivsînin. -
KCK: Êzidî bê xweparastin û xweserî nikarin hebûna xwe bidomînin!
KCK: Divê Êzidiyên li Şengalê dersên mezin ji Fermana 74’an bigire. Divê bizanin ku bê xweparastin û xweserî wê nikaribin hebûna xwe bidomînin. Bê xweserî û xweparastin Êzidî ne mimkune ku siberoja xwe gotûbêj bikin.