KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran li qada Dûpişkê da
Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran li qada Dûpişkê ya Heftanînê da. -
Yekîtiya Mamosteyan: Xwendina bi Kurdî nasnameya Kurdbûna Kerkûkê ye
Bi boneya 12’emîn salvegera bûyera 28’ê Tîrmehê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ya Şaxa Kerkûkê got “Em ê bi heman ruhê berxwedanê roja 28’ê Tîrmeha 2008’anli hemberî hewldanên ku dijbertiya mafên rewa yên Kurdan li vê bajarê dike rawestin." -
Komkujiya bi xwîn a Kerkûk a 28’ê Tîrmehê
28’ê Tîrmeha 2008’an bi sedan welatiyê Kerkûkê bi mebesta parastina mafên destûrî xwepêşandaneke demokratîk lidar xistibûn, lê encama wê bû komkujiyek bixwîn û şîn. -
Gerîla li leşkerên operasyonê da: 12 leşker hatin cezakirin
Gerîlayan li Geverê çalakî bire ser leşkerên dagirker ên Tirk, ku çûbûne operasyonê. Di çalakiyê de 1 serpêl û 1 jê çawişê pispor tevahî 12 leşker hatin cezakirin, 3 gerîla jî şehîd bûn. -
Yekîneya Tolhildanê li Wanê rêze çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li Wanê li dijî polîs û hevkaran rêze çalakî kirin. -
‘Gerîla Welat û Şoreşger berxwedanekî mezin kirin’
Gerîlayê HPG’ê Orhan Botan ê gerîlayên di Cenga Heftanînê de şehîd bûyî anî ziman ev got: “Em çiqasî qala berxwedana wan jî bikin wê kêm be. Çawa ku dijmin nekarî leşkeran dane Xantûrê û pir tengijî ev bi saya berxwedana wan bû.” -
Avesta: Vegera Şengalê ya gelê me bersiva herî mezin a ji bo dijmin e
‘Vegera li xaka xwe, vegera li xwe, li ol, bawerî, çanda û nirxê xwe ye. Ji bo vê, vegera gelê me,yên ku ji kampên Başûr û cihên din berê xwe Şengalê pir bimane ye.Helbet tenê veger têrê nake. Divê kesên ku vedigerin bi her hawî rêxistiniya xwe bikin.' -
Meclîsa Hewlêrê êrîşên Tirkiye û Îranê kir rapor
Komîsyona Taybet a Parlementoya Herêma Federe ya Kurdistanê rapora xwe ya li ser êrîşên Tirkiye û Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi sedan gund hatine valakirin û gelek sivîl şehîd bûne. -
HPG: 2 çeper hatin ruxandin, helîkopterek jî derb xwar
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Heftanîn, Çelê û Bagokê li dijî hêzên dagirker çalakî kirine. HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di êrîşa esmanî ya li Avaşîn de şehîd bûbû jî eşkere kir. -
‘PKK nûnerê azadîxwaziyê ye ji bo wê Tirkiye şerê wan dike’
Rojnamvevan Ferec bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got: “Tirkiye şerê PKK’ê nak, şerê gelê Kurd dike. Ji bo çi PKK dide pêş ji ber ku nûnertiya şerê gelê Kurd a li dijî Tirkiye dike. Divê gel fam bike PKK nûnertiya azadîxwaziyê dike.” -
AKP bêyî ku haya wan jê hebe bi hezaran kes kirin endam
AKP bêyî ku haya wan jê hebe li Erdîşê bi hezaran kes kirin endam. Erdîşiyan ji bo ku bêyî daxwaza wan ew kirine endam helwest nîşan dan, gotin ew ê gilih bikin. -
Di êrîşa balafirên şer a Tirk a li Bamernê de sivîlek şehîd bû
Di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk a li Herêma Bamernê de ku 2 wesayît kirin hedef, sivîlê bi navê Dilovan Şahîn Omer Keşanî şehîd bû. -
Balafirên şer ên Tirk li du wesayîtên sivîlan xist - HATE NÛKIRIN
Balafirên şer ên Tirk li navbera gundên Hesenpîrkê û Şîrta yên girêdayî Bamernê li du wesayîtên sivîlan xistin. Tê diyarkirin ku di êrîşê de ajovanekî wesayîtê şehîd bûye. -
KCK’ê peyameke pîrozbahiyê ji Tevgera Goran re şand
Koma Civakê Kurdistanê (KCK) bi minasebeta yazdemîn salvegera damezrandina Tevgera Goran, peyameke pîrozahiyê pêşkêşî Tevgera Goran kir. -
Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn: Em dikarin bersiva Tirkiyê bidin
Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Duhokê ragihand ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ne PKK ye, armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. -
Fermandar Êrsî: Gerîla dersekî mezin da hêzên dagirker
Ji Fermandarên HPG’ê Rizgar Êrsî berxwedana bi êrîşên şeva 16’ê Hezîranê ya dorfireh a li ser Heftanînê ji ANF’ê re vegot. Êrsî destnîşan kir ku pîlana dagirkeran bi berxwedana dîrokî ya li Heftanînê vala derket û got: “Gerîla dersek mezin da dagirkeran.” -
Gerîlayên YJA Star: Em dev ji doza xwe bernadin
Gerîlayên YJA Star Axîn Gabar û Zîlan Wan ên di berxwedana Heftanînê de cihên xwe digirin, anî ziman ku çi dibe bila bibe dev ji doza xwe bernadin û wê li ber êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin. -
Nasnameya 2 gerîlayên li Xantûrê şehîd bûbûn hatin eşkerekirin
HPG a nasnameya 2 gerîlayên 30’ê Hezîranê li devera Xantûr a Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Soz didin ku em ê bi ruhê berxwedanê ku şehîdên me ava kirî ala têkoşînê hilgirin, têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.” -
‘Ji bo xeyalên wî bi cih bînim ez ê têbikoşim’
Gerîlaya YJA Starê Silav Firat a qala birayê xwe yê Şehîd Firat Kurdistan kir got: “Weke hevrêyekî Şehîd Firat ji bo bicihanîna xeyal û armancên wî ez ê têbikoşim. -
Ciwan ji bo alîkariya hejarên Kerkûkê pêngavekê didin destpêkirin
Li bajarê Kerkûkê Koma Hişyarî ya Ciwanan di pêvajoya cejnê de dest bi pêngavek ya komkirina alîkariyê ji bo malbatên hejar yên Kerkûkê kirin. -
Qeyyûmê talanker mala şînê kir ocaxa nijadperestan
Qeyyûmê talanker ê şaredariya Sêrtê mala şînê da ocaxa nijadperestan (ocaxa ulkuciyan). -
HPG: Li Heftanînê 13 leşker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê di çalakiyên li Heftanînê de 13 leşker cezakirin, 2 kon û mobeseyek îmha kirin. -
Peywira sê endamên meclîsên şaredariya HDP'ê hate desteserkirin
Peywira Endamtiya Meclîsa Şaredariya Tûşbayê ya HDP'ê ya Ayşe Mîna, Berkez Kizil Karabag û Mûnîr Mavîş hate desteserkirin. -
Li Girtîgeha Aksarayê 2 girtiyên din jî tevlî greva birçîbûnê bûn
Li Girtîgeha Aksarayê 2 girtiyên din jî tevlî greva birçîbûnê bûn. Hate ragihandin ku zext û binpêkirinên li ser girtiyan didomin. -
Dewletê gund şewitand, cenazeyê wî piştî 25 rojan şûnde hate dîtin
Malbat û ÎHD vê hefteyê berpirsê Cemal Geren ê sala 1991’ê li Cizîrê hate qetilkirin pirsîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku gundê Geren ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye şewitandin.