KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Şoreşa Rojava wê her tim hêviya gelan be!
KCK'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir, "Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, êriş çiqasî giran dibin bila bibin wê zanibe li ber xwe bide; wê her tim bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê." -
Li Dîlokê terora dewletê: 9 kes hatin girtin
Ji 29 kesên ku 14'ê Tîrmehê hatin destgîrkirin, 9 kes ji aliyê dadgehê ve ahtin girtin. -
'Li dijî dagirkeriya li Başûr helwesteke neteweyî divê'
Yek ji welatparez û niştecihên Başûrê Kurdistanê Ebubekir Seyda dide diyar kirin ku dagirkirina axa Heftenînê ne rewa ye û li dijî vê yekê banga helwesteke neteweyî kir. -
KNK: Berxwedana Heftenînê, berxwedana gelê Kurdistanê ye
KNK'ê berxwedana li Heftenînê silav kir û bang li tevger, hêz, partî û rêxistinên Kurdan hemûyan kir ku li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştevaniya berxwedana Heftenînê bikin. -
Destavêtin li Qoserê hate şermezarkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê komek ji ciwanan êrişên destavêtinê yên li Şirnex û Êlihê şermezar kirin. -
Cenazeyê gerîla Havva Baran spartin axê
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Havva Baran (Amara Çiya) a 2019’an li Dersimê şehîd bûbû û li Goristana Maletî ya Bajar hatibû spartin, ji aliyê malbatê ve hate girtin û li Goristana Yenîkoy a Amedê spartin axê. -
Av kete malên mexdûrên erdheja Wanê
Yek ji gundê Elaçmaz ê yek ji gundên herî zêde ji erdheja 25’ê Hezîranê ya li Wanê bandor bûnû, vê carê bûn mexdûrên lêhiyê. -
Balafirên şer herêma Balekayetî ya Helgûrt bombe kir
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker derdora herêma Balekayetî bombe kir. -
Li Şirnexê hewldana êrîşa zayendî hate protestokirin
Êrîşa zayendî ya ku li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê A.A li dijî zarokeke 13 salî kiribû, li Mêrdîn û Şirnexê hate protestokirin. -
Rapora ÎHD’ê: Ji bo girtiyan tedbîr koronayê nayên girtin
Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bajar bi raporekê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku şewba korona jiyana girtiya tehdîd dike û bal kişand ku ti tedbîrek nayên girtin. -
Cotkaran li dijî zilma DEDAŞ’ê rê ji trafîkê re girtin
Li hemberî zilma DEDAŞ’ê ya li Mêrdîn û navçeyên wê cotkaran Rêya Îpekê ji trafîkê re girtin. -
Li Heftanîn, Xakûrkê û Dersimê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Heftanîn, Xakûrkê û Dersimê çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine cezakirin. -
Li Heranê zilma DEDAŞ'ê naqede
Li navçeya Heranê ya Rihayê ku AKP'ê 98 ji sedî yê dengan wergirt, zilma DEDAŞ'ê naqede. Cotkarên ku dengê xwe dane AKP'ê dibêjin ku ew poşman in û ji zilma DEDAŞ'ê bêzar bûne. -
Heyeta HDP'ê: DEDAŞ dijminatiyê li Kurdan dike
Heyeta HDP'ê li Rihayê bi kedkarên çandiniyê re civiya û diyar kir ku DEDAŞ dijminatiyê li Kurdan dike. -
HPG'ê şehîdên Xerzanê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Hevrêyên me bi berxwedana xwe bûn mînakê şervaniya rûmetê û fedaîtiya Apoyî." -
Parlamenterên Goran û YNK'ê tevlî kampanyaya li dijî dagirkeriyê bûn
Parlamentera Tevgera Goran Gulîstan Seîd û ya YNK’ê Rêzan Şêx Dilêr têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê gotin, êrişên dewleta Tirk jenosîd e û bang li parlamenteran kirin ku bêdeng nemînin. -
Hevserokên DBP'ê: 14'ê Tîrmehê jinûve vejîna gelê Kurd e
Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir gotin, "Rojiya mirinê ya mezin ji nû ve vejîna gelekî li ber komkujiyê ye. Berxwedaneke mezin afirand." -
'Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise'
Ji berxwedêrên Heftanînê Rizgar Welat destnîşan kir ku li Heftanînê şerê gerîla hînê nû dest pê kiriye û got, "Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise." -
Dengê nemiran ên li Xantûrê berz dibe...
Gelo hûn zanin ku gotina vê stranê niha li Xantûrê ji bo me çiqasî bi wate ye. Dema ku ev stran gihîşt me, Rustem Cûdî û Gelhat Botan ên ev stran digotin, ketibûn hembêza xakê. -
Nerazîbûna li hember destavêtina li zaroka li Şirnexê dewam dike
Hewldana destavêtinê ya çawîşê pispor a li zarokeke 13 salî ya li Şirnexê, bi girseyî tê protestokirin. -
Li Heftanînê dagirkerek hate kuştin
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, li dijî artêşa TC a dagirker a lis er Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sûîqestê hate kirin. HPG'ê diyar kir ku leşkerek hate cezakirin. -
Çawişê pispor dest avêt zaroka 10 salî
Li Şirnexê, çawişekî pispor ê Tirk hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî û ji aliyê gel ve hate girtin. -
Artêşa Tirk topan diavêje girê Koordîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li girê Koordîne yê li Heftanînê dibarîne. -
Cezayê girtîgehê yê li Mizrakli hate birîn, hate pejirandin
Dadgeheke dewleta Tirk a li Amedê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli birî bû, ku ev ceza hate pejirandin. -
'Teknîka me nîne, lê belê îrade û wêrekiya me jî bi wan re nîne'
Gerîlaya YJA Starê Evîndar Cîhan got, "Ji her alî ve amadekarî ji bo şer heye. Ne li vir ne jî li devereke din dijmin nikare bi ser bikeve. Teknîka di destê dijmin de ye bi me re nîne, lê belê îrade û wêrekiya me jî bi dijmin re nîne."