KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG’ê ya li Heftanînê parve kir
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG’ê ya 5’ê Tîrmehê ya li dijî leşkerên Tirk a dagirker a li Heftanîn parve kir. -
Sê girtî ji ber ku nayên dermankirin di greva birçîbûnê de ne
3 girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa T-2 a Osmaniyeyê ji ber ku mafê wan ê tedawîkirinê tê astengkirin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. -
'Cenga Heftanînê wê bibe cenga serketinê'
Gerîlaya YJA Starê Lîlav Jînda anî ziman, ku dewleta Tirk heta jê tê êrişî Heftanînê dike û got, "Dewleta Tirk çiqasî êriş dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Çi dibe bila bibe em ê Cenga Heftanînê bikin cenga serketinê." -
Kalkan: Ji bo PKK'ê û Kurdan sûcdar bikin Palme kuştin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala plansaziya NATO'yê kir ku piştî kuştina Olof Palme li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd xiste meriyetê. -
Li Heftanînê çi dibe?
Xuya ye Cenga Heftanînê wê demeke dirêj bidome. Ne nêta gerîla heye ku vekişe, ne jî dagirker diwêrin xwe ji ser giran berdin xwarê. Li vê xakê niha berxwedaneke li ber serketinê diqewime. -
'Heke şoreş maratonek be..'
"Heke şoreş maratonek be, sed metreyan destpêkê herî baş tu beziyayî. Tevahiya şehîdên me jî derizgehê vê maratonê ne." -
Li Heftanînê Zeryaya bi rengê Spartayiyan
Zerya li Heftanînê bi rengê jinê yê Spartayiyan bû. Gihîşt wateya berxwedana heta dawiyê û di Cenga Heftanînê de kete hembêza xakê. -
'Gerîla bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî radibe'
Ji fermandarên HPG'ê Ferman Botan got, dewleta Tirk hesabê wê yekê dike ku eger Heftanînê kontrol bike wê tevahiya Başûr bi dest bixe û diyar kir, ku ew bi moral, motîvasyon û îradeyeke mezin li ber xwe didin û wê dest ji ti cihî bernedin. -
Tevgera Azadî li dijî dagirkeriyê daxwaza avakirina eniyek hevpar kir
Tevgera Azadî li ser rewşa heyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kûrbûna krîzên li Başûrê Kurdistan û êrîşên dagirkeriyê bi daxuyaniyekê nêrînên partiya xwe parve kirin. -
Kampanyaya îmzeyan li herêma Silêmaniyeyê belav dibe
Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, heta niha li herêma Silêmaniyeyê 3 hezar îmze hatine komkirin. Kampanya bi eleqeyeke mezin dewam dike. -
Hêzên gerîla li gelek herêman li dagirkeran dan
Hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li darxistin. Di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. -
Şengaliyan li dijî xefikên nû hişyarî dan
Hevseroka Meclîsa gundê Dugorê yê Şengalê Edolê Şemo bal kişand ser lîstik û hewldanên neyînî yên li ser Şengalê tên plankirin û destnîşan kir ku wê rê nedin ku aramiya Şengalê bê xerakirin. -
Tûrnûvaya futbolê ya li Binarê Qendîlê didome
Tûrnûvaya futbolê ya Meclîsa Ciwanên Welatparêz a li Binarê Qendîlê ji bo bîranîna Helmet (Diyar Xerîb) dest pê kir, dewam dike. -
Balafirên şer û keşfê li ser Mexmûrê digerin
Ji serê sibehê ve balafirên şer û kefşê li ser Mexmûrê digerin. -
Komplo bi kuştina Palme dan destpêkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan: Heqaretên nedîtî li PKK’ê kirin. Komploya navneteweyî ya 22 salan bi kuştina Palme dan destpêkirin. -
HPG'ê 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê nasnameya şehîdên Mêrdînê eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Baz û Kawa bêyî dudilî bi rengekî efsanewî li ber xwe dan û derbên giran li artêşa mêtinger xistin." -
'Hebûna me tirsê berdide dilê wan'
Gerîlaya YJA Starê Canfeda Tolhildan ku di Cenga Heftanînê de ye got, "Kobra her şev bombeyan li herêmê dibarîne. Wê her tim bi tirsa çalakiyên gerîla bijîn. Dibe ku hatibin Heftanînê, lê wê ji wan re bibe goristan." -
Bêrîtan Cûdî: Serketin di çalakiyên gerîla de ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî got, "Li gel vê bombardûmanê xwe gihandibin ser hin giran jî, ev yek serketin nîne. Serketin di çalakiyên gerîla de veşartî ye." -
Xwendevanên Mexmûr li dijî gotinên Dîndar Zêbarî meşiyan
Li dijî gotinên Dîndar Zêbarî bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendekarên Azad li Mexmûrê xwendekar meşek lidar xistin û ev helwest şermezar kirin. -
Hevşaredar Korkmaz û endamên meclîsê destgîrkirîne
Hevşaredara Êlihê Songûl Korkmaz û nedamên meclîsê yên xwestin tevlî civîna şaredariyê bibin hatin destgîrkirin. -
HPG: 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftanîn û Geverê çalakî li dar xistin. Di van çalakiya de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin. -
Ji ber sûcê qirkirinê li KE û DMME'yê giliyê Tirkiyeyê hate kirin
18 rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî ragihandin ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê qirkirinê kirine. Rêxistinan li Konseya Ewropayê (KE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) giliyê Tirkiyeyê kirin. -
Li Wanê dema 'qedexeyê' 15 rojên din hate dirêjkirin
Li Wanê "dema qedexeya çalakî û xwepêşandanan" careke din hate dirêjkirin. -
Şêniyên Silêmaniyeyê bi xurtî tevlî kampanyayê dibin
Kampanyaya îmzeyan a bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanîn de hatibû destpêkirin dewam dike. -
Gerîlayên YJA Starê: Berxwedana gerîla wê bi ser bikeve
Gerîlayên YJA Starê li ser Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê axivîn û gotin, "Xwîna hevrêyên me rijiya ye nava vê xakê. Bicihbûna li vê xakê wê ne karekî hêsan be."