KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla lingê xwe da ber konsepta dagirkerî û tasfiyekirinê
Dewleta Tirk li her girê ku dagir kirî wê asê bimîne. Artêşeke ku li gorî gerîla xwedî derfetên zêde ye, bi teknîka berdest wê bikeve girê ku dixwaze lê wê nikaribe fatore kontrollkirina araziya giştî bide. -
Êşkencekar rojekê wê werin darizandin
Parêzer Yakup Guven: Êşkence sûcê mirovahiyê ye, dem di ser re biçe jî ji sûcbûnê dernakeve, îro dibe ku êşkence bi necazekirinê were xelatkirin lê divê nefikire ku heta hetayê wê neyê darizandin. -
Gerîlaya li Xantûrê vegotin
Gerîlaya Başûrî Rûken Dilgeş behsa berxwedana li Xanturê kir û bal kişande ser ku cerdevan termên xwe dihêlin û direvin, ku Xantûr yek ji herêma li Heftanînê ye, ya ku artêşa Tirk 16'ê Hezîranê êrîşên dagirker aniye ser. -
6 sal û 3 meh ceza dan siyasetmedarê Kurd Geylanî
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê ragihand ku di çalakiyên dijî artêşa Tirk a dagirker de herî kêm 3 leşker hatine cezakirin. -
Ev der Heftanîn e!
Îro roja 17'an a Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ye. Dirûşma vê berxwedana destanî diyar e. Rojekê gerîlayeke jin ev dirûşm berz kir: "Ev der Heftanîn e!" -
DFG'ê rapora meha Hezîranê eşkere kir
DFG'ê ragihand ku meha Hezîranê 2 rojnamevan hatine girtin û li 3 rojnamevanan jî cezayê girtîgehê hatiye birîn. Her wiha diyar kir ku destgîrkirin, girtin û lêpirsîn jî dewam dike. -
Di nava mehekê de 913 malbat li Şengalê vegeriyan -NÛ BÛ
Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku meha Hezîranê 913 malbat vegeriyane warê xwe. -
Gerîla û xweza: Jiyan a her zindiyekî ye
Fermandareke YJA Starê Amara Ronahî got: Pir heywan hene ku em wan xwedî dikin, lê em wan weke milkê xwe nabînin, wan heps nakin, ji xwestiya wan dûr naxin. Wek em çawa dijîn ew jî bi xwerista xwe dijîn û pir feyda wan jî heye. -
Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûr, kampanya îmzeyan dest pê kir
Ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin, bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer kampanya îmzeyan dest pê kir. -
PKK: Em ê bi sekna Helmet têkoşînê mezin bikin, bi ser bikevin
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Hevrê Helmet, xeta PKK'ê û karên şoreşê yên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê, li gorî dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna bênavber û serketin di ser her tiştî re didît. -
Balafirên şer ên Tirk Behdînan bombe kir
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Behdînana barand. Hate ragihandin ji ber bombeyan ziyan gihiştiye zevî û gundên herêmê. -
Diyar Xerîb li Silêmanî bi pêşangehekê hate bibîranîn
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi pêşangehek ku li Baxê giştî bi tevlîbûna 20 hunermend û 22 tabloyên hatin çêkirin hate bibîran. -
Dewleta Tirk li Bismilê zarok girt
Li navçeya Bismilê ya Amedê piştî çalakiya bi molotof a li dijî avahiya AKPê 4 jê zarok 6 kes hatin girtin. -
Li Haftenîn û Xakurkê 5 çeper û radarek hate rûxandin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Heftanîn û Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de 5 çeper û radarek hatiye rûxandin, gelek leşker jî hatine cezakirin. -
Gerîlayên YJA Starê tankeke artêşa Tirk wiha îmha kir
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand, ku di encamê de tankeke artêşa Tirk hate îmhakirin. -
Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê li Bismilê li avahiya AKP’ê da
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şêxmûs Tendûrek a YPS’ê bi molotofan li avahiya AKP’ê ya navçeya Bismilê ya Amedê da. -
KCK'ê qurbaniyên komkujiyên Sêwas û Çorûmê bi bîr anî
KCK'ê kesên ku sala 1980'î li Çorûmê û yên sala 1993'an li Sêwasê di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, "Elewî ji aliyê neteweperestên Tirk ve hatin kuştin ku olê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin." -
10 sal ceza ji Bîrtek û Balta re hate birîn
10 sal û 6 meh ceza li Bermal Bîrtek û Ergîn Balta yên DBP’yî hate birîn. -
Melet: Yên dimirin penaber nînin, nirxên mirovî ne
Serokê ÎHD'ê Şaxê Wanê Mûrat Melet bal kişand ser noqbûna keştiya penaberan a li Gola Wanê û got, "Berpirsyarê mirina penaberan hikumet e ku salên dawî penaberan weke amûreke bazara siyasî bi kar tîne." -
PKK’ê: Em zîhniyeta kujer a li Sêwasê ji nêz ve nas dikin
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê ji bo salvegera komkujiya Sêwazê ya li Madimadikê daxuyanî da, komkujî şermezar kir û diyar kir ew ê şehîdên Sêwazê heta serkeftin û azadiyê bidin jiyîn. -
Fermandarên Gerîla: Serketina Heftanînê encama nûbûnê ye
Yek ji Fermandarên HPG'ê Hawar Sûrûç diyar kir nûbûn ne tenê di qada leşkerî de ye, her wiha di asta raman, biryardariyê de jî xwe nîşan daye û got, "Serketina li Heftanînê ispata guherîn û nûbûnê ye." -
Aqûbeta Pira Demî wê çi be?
Li navçeya Bêgiriyê piştî ku sala 2018'an asfalt li ser Pira Demî ya Dîrokî hate rijandin, biryar hate dayin ku pir ji nû ve bê çêkirin. Bi vê biryarê re fikar hene ku makînayên kar hîn bêhtir zerarê bidin pirê. -
Li Şengalê bagera tozê rabû
Li Şengalê ji nişka ve bagera tozê rabû û Şengal di bon toz û dûmanê de ma. -
Artêşa Tirk li Pasûrê daristan da ber agir, şewat mezin dibe
Artêşa Tirk a dagirker herêmek daristanî ya li derdora Taxa Barîn a girêdayî Pasûr a navçeya Amed ê da ber agir.