KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê nerazîbûn nîşanî êşkenceya li ser Çetîn hate nîşandan
Li Wanê nerazîbûn nîşanî eşkenceya li ser Endama Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk û TJA’yê Rojbîn Çetîn hate nîşandan. -
Gerîlayên HPG û YJA-Starê: Wê berxwedana Heftanînê mezintir bibe
Gerîlayên HPG û YJA-Starê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin û gotin; "Em ê bi ruhê heval Kasim dagirkeriya li Heftanînê pûç bikin û bi fedayîtiya heval Zîlan dagirkeriyê têk bibin." -
Li Gola Wanê keştiyeke penaberan noq bû: 100 kes winda ne
Li Gola Wanê roja 28'ê Hezîranê keştiyeke ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû. 100 penaber winda ne. -
Gerîla bi biryar e: Em şer dikin û em ê bi ser bikevin -NÛ BÛ
Gerîlayên ku li dijî hêzên hewayî û hemû amûrên şer ên artêşa Tirk li Heftanînê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, û bi çalakiyên xurt bersivê didin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û bi ser bikevin. -
'Gelê Başûr ê ku Saddam têk bir, divê li ber dagirkeriya Tirk jî rabe'
Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mardîn bal kişand ser taybetmendiya berxwedêriyê ya gelê Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, çawa ku rejîma Saddam têk birin, bi heman rengî divê li ber dagirkeriya dewleta Tirk jî rabe. -
Li Amedê bi giştî 23 kes hatin girtin
Ji 45 kesên di çarçoveya lêpirsîna Amedê de hatibûn destgîrkirin Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. 22 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Di operasyona KCD’ê de 8 kes hatin girtin
Di encama operasyonên qirkirina siyasî ya çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de ji yên hatibûn destgîrkirin 8 kes hatin girtin. -
Gora Medenî Yildirim jî hate texrîbkirin
Di sala 7’an de Medenî Yildirim ê di xwepêşandan protestoyî ya çêkirina Qerqol-Kalekol a li navçeya Lîce de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, hate bibîranîn. Malbat dema çûn ser gorê, dîtin ku gor hatiye texrîbkirin. -
Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de daxwaza girtina 20 kesên din kirin
Edaleta Tirk piştî 8 kesên ji 45 kesên di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk a girtin û şûnde îro derbarê 20 kesên din biryara girtinê hate dayîn -
Yekîneya Tolhildanê li ser çalakiyan daxuyanî da
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansizî ragihand ku 25-26’ê Hezîranê li navçeya Farqîn a Amedê çalakî kirine. -
Olûç: Hişmendiya Esat Oktay ji nû ve derket
Serokwekîlê Koma HDP’ê bal kişand ser êşkenceya li ser endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Çetîn, anî ziman ku hişmendiya Esat Oktay a bi kuçikan êşkence kirinê derketiye holê. -
Leyla Guven vexwendin ku îfade bide
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hate vexwendin ji bo îfade bide. -
OHD rapora têkildarî êşkenceya Rojbîn Çetîn eşkere kir
OHD, rapora têkildarî êşkenceya polîsan a li ser endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn eşkere kir. -
Wesayîtek hate rûxandin, 6 leşker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Gever û Xakûrkê lidar xistin de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayîtek jî hate rûxandin. -
YJA Star: Xwedawend Zîlan remza jina azad û manîfestoya jiyana azad e
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 24'an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku xwedawend Zîlan remza jina azad û manîfestoya jiyana azad e. -
Komeleya Şêx Seîd: Bila gora Şêx Seîd teslîmî gelê me were kirin!
Komeleya Şêx Seîd diyar kir ku bila rastiyên di berxwedana sala 1925’an de were zelalkirin, hêzên herêmî û navneteweyî lêborînê bixwazin û cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin. -
Doza JÎTEM'ê hate taloqkirin
Di rûniştina 19'an de jî ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê, têkildarî bersûcan biryara girtinê nehate dayin. Rûniştin ji bo 2'ê Mijdarê hate taloqkirin. -
PJAK’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
PJAK'ê nasnameya endamê xwe yê li Kunemasî di êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûyî aşkere kir. PJAK’ê da zanîn ku nasnameya Kurdê azad dibe hedef û ji bo rakirina xeta xiyanetê, partiyên Başûrê Kurdistanê bikevin nava hewldanan. -
Li Kirmaşanê sê hawirdorparêzan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê, sê hawirdorparêzên ku hewl didan şewata li zozanan vemirînin jiyana xwe ji dest dan. -
HPG: Em şehîdên Cenga Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya şehîdên Cenga Heftanînê eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Nûcan, Memyan, Amara û Zerya li refên herî pêş bersiv dan operasyona dagirkeriyê, bûn mînakek ji sekna milîtanî, derbên giran li dagirkeran dan û bêhn li wan çikandin." -
'Çalakiya Zîlan di warê xeta jina azad de pêngaveke nû bû'
Rêveber û Endamên Tevgera Azadiyê Jinê bal kişandin ser çalakiya Zîlanê û gotin, “Çalakiyeke dîrokî û stratejîk bû. Di heman demê de di warê xeta jina azad de jî pêngaveke nû bû. Li dijî êrîşên li ser Rêber Apo û gelê Kurd ev çalakî bû bersiv.” -
Li ser sînorê Wan-Îranê bazirganiya mirovan a bi kontrola leşkeran
Li ser sînorê Wan-Îranê di nava mehekê de 2 ciwanên Kurd bi hinceta 'qaçaxçî' ne hatin kuştin. Lê li heman herêmê di bin çavdêriya leşkeran de bi sedan penaber ji aliyê bazirganên mirovan ve hatin derbaskirin. -
Fermandar Ersî: Ew nikarin li Heftenînê bi ser bikevin
Ji fermandarên HPG'ê Rizgar Ersî diyar kir, ku dewleta Tirk li Heftenînê bêçare maye û li gel teknîka xwe jî nikare bi ser bikeve. -
14 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin
Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de ji nav 16 kesên hatibûn destgîrkirin, 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. -
Qeyûmê xespkar tabelaya Kurdî ya nexweşxaneyê rakir
Tebelaya ku li ser rêya diçe Nexweşxaneya Lêkolînê ya Dursûn Odabaşi ya YYU’ya Wanê ku bi nivîsa ‘Nexweşxane’ ji aliyê qeyûmê xespkar ve hate rakirin.