KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şerê li Girê Qertel didome
Dewleta Tirk a dagirker hewl dabû Girê Qertel bi dest bixe. Şerê li vê derê didome. -
Li Heftanîn û Çelê 2 çeper hatin ruxandin, 8 leşker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG/YJA Star li Heftanîn û Çelê li dijî artêşa Tirk dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 çeper hatin rûxandin, 1 çeka A4 a giran, 1 çeka obus hate rûxandin û 8 leşker hatin cezakirin. -
Welatiyên Kerkûkê jî tevlî kampanya îmzeyan a li dijî dagirkeriyê bûn
Li Kerkûkê endamên Ciwanên Welatparêz mal bi mal, kolan bi kolan dikan bi dikan digerin û ji bo derxistina binke û baregehên Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistan û Irqaê îmze kom dikin. -
Dema destgîrkirî qetil kirin, cenazeyê wî nedan
Li Amedê Xizmên Winada û ÎHD’ê çîroka Kadîr Yilmaz ê dema destgîrkirî qetilkirin vegot. -
Malbata Orhan: Dev ji têkoşîna xwe bernadîn!
Adnan Orhan, hê 11 salî bav, ap û mixaletiyê wî hatin destgîrkirin û qetilkirin. Pê dizane ku faîl dewlet e û hemû hikûmet jî xizmeta vê dikin. Li gel vê jî dibêje heta ku malbat bi heqîqetê re hevrû nebe ew ê nesekine. -
PENa Kurd: Bila Şukrî Zêdan bê berdan-NÛ BÛ
PENa Kurd têkildarî rojnamevan Qehremena Şûkrî ê li asayîşa PDK’ê ve hatiye destgîrkirin daxuyaniyek da û daxwaza azadkirina wî kirin. -
Dewleta Tirk bombeyan li gundan dibarîne
Dewleta Tirk a ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê ya li dijî Heftanînê didomîne, ji bo gundî koçber bibin bombeyan li gundan dibarîne. -
HPG: Li Heftanîn 10 leşker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên di 8-9’ê Tîrmehê ya li dijî hêzên dagirker a li Heftanînê de ’10 leşker hatine cezakirin’. -
Li Çemçemal û Hewramanê kampanya îmzeyan didome
Li herêma Çemçemal û gundên Hewramanê yên Başûrê Kurdistanê, kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker bi baldarî didome. -
Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
Serokê HEP'ê yê Bajarê Amedê ku 5'ê Tirmeh 1991'ê ku piştî hatî revandin bi êşkenceyê hatibû qetikirin li ser gora xwe ya li Goristana Vedat Aydin a Mardinkapi hate bibîranîn. -
HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê di 3'ê Tîrmehê de ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî. -
Polîsan avêtin ser rêxistina HDP'ê ya Hezoyê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Hezo ya Êlihê. -
Kampanya îmzeyan li Dûkanê belav dibe, asayîş dibe asteng
Ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin, li navçeya Dûkanê ya Silêmaniyeyê bi sedan îmze hatin komkirin. Asayîşa navçeyê li pêşiya kampanyayê dibe asteng. -
Fîlozofeke çiyayî: Berçem Cîlo
"Serokatî ez qet nas nedikirim, min bi telefonê xwe ji Serok re da nasîn. Lê belê li ser perspektîfa Serokatî da min, ez li ser sekininîm, min got qey tu yê bêjî ev bi salan e Serok min nas dike." -
'Bila her kes zanibe; em ê rê nedin dagirkeriyê'
Gerîla Lorîn Andok diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfirehtir bike û got, "Dijmin her roj dibêje, 'me qedand, em ê biqedînin'. Lê belê ew ê li pêşberî berxwedana gerîla biqede." -
Emîne Şenyaşar: Li ber çavê min hevjînê min kuştin
Di rûniştina doza malbata Şenyaşar de, dayika wan Emîne Şenyaşar got: “Li pêş çavê min Hecî kuştin.” -
Li Heftanîn, Xakûrkê û Çelê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihanin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Heftanîn, Xakûrkê û Çelê ya li dijî leşkerên Tirk ên dagirker de ‘4 leşker ceza kirine’. -
Şêniyên Hawraman tevlî kampanya îmzeyan a li dijî dagirkeriyê bûn
Şêniyên Hawraman bi xurtî tevlî kampanya îmzeyan a bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo derxistina leşkerên Tirk a ji Başûrê Kurdistanê bûn û diyar kirin ku ew dagirkeran li ser axa xwe qebûl nakin. -
Nehiştin parlementer têkevin rûniştina doza malbata Şenyaşar
Rûniştina doza malbata Şenyaşar hate destpêkirin. Destûr nehate dayin ku parlementerên HDP’ê tevlî rûniştina dozê bibin. -
Razmûhî: Şerê me wê heta azadiya Kurdistanê bidome
Nûnera MLKP/KKO Hîvron Razmûhî diyar kir, dewleta Tirk a dagirker neçar e ku li pêşberî berxwedana rûmetê ya gelên Kurdistanê têk biçe û got, "Gelên me wê ne noker û xiyanetê, ne jî komkkujiyan ji bîr bikin." -
Ciwanên Qendîlê li dijî dagirkeriya Tirk îmzeyan kom dikin
Ciwanên Qendîlê ji bo ku artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê derbikeve kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. -
Bîra ji Helepçe heta bi Heftanînê
Ji awirên Kurdekî kal, ku şahidî ji çêbûna civakekê re kriye, me di eynî kêliyê de êş û serfirazî dît. Li aliyekî ku di bîrê de Helepçe hebû, Heftanîn dijiya. Digot, gerîla û neditirsiya. -
Gerîlayên MLKP/KKO'yê li ber dagirkeriyê radibin
Gerîlayên MLKP/KKO yên li qadên gerîla ne, diyar kirin ku dewleta Tirk wê hesabê kiryarên xwe bide û ji bo vê jî çi dikeve ser milê wan wê bikin. -
'Artêşa Tirk li her cihî li bin guhê berxwedana gerîla dikeve'
Gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Heftanînê bi rengekî bêhempa li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk li her qadê li bin guhê berxwedana gerîla ketiye. -
HPG: Li Heftanîn 14 leşker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand di 2 çalakiyên gerîlayên YJA Star de ‘ 14 leşkerên dijmin hatine cezakirin’. Her wiha HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Şirnexê jî şehîd bûne eşkere kir.