KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrişên dagirkeriyê li Kelarê hat protestokirin
Li Kelarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin û hate gotin ku divê hemû aliyên siyasî li dijî êrişên dagirkeriyê eniyeke hevbeş ava bikin û bibin yek. -
Yekîneya Tolhildanê çalakiya li ser baregeha dewleta Tirk a li Şêladizê girt ser xwe
'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar' berpirsyariya çalakiya 22'ê Nîsanê ya li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin, girt ser xwe. -
MXDŞ: Em ne alîgirê şer e, lê ji bo parastina destketiyên xwe em ê li ber xwe bidin
MXDŞ'ê têkildarî êrişên li ser Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dixwazin hurmet ji mafê wan ê civakî re bê nîşandan û destnîşan kir ku ew ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne. MXDŞ'ê biryardariya ji bo berxwedanê jî destnîşan kir. -
Gerîla Hawar Şengal: Hevgirtina gelan wê planên li ser Şengalê têk bibe
Gerîla Yûsif Taher bi nasnav Hawar Şengal ku ji navçeya El Baac a parêzgeha Mûsilê ye, bal kişand ser girîngiya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo biratiya gelan û destnîşan kir ku bi vî fikrî ew tevlî nava refên têkoşînê bûye. -
Aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
102 aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin, li Avaşînê gerîlayek şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Zapê di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin cezakirin. Li Avaşînê jî gerîla Hazim Elî El Nofel şehîd bû. -
Dîmenê destpêkê yê tîmên gerîla yên bi tevger ku diçin çalakiyê
Tîmên gerîla yên bi tevger ên li Zapê ku diçin çalakiyê, dîmenê wan hate kişandin. Gerîla dibêjin, "Em diçin çalakiyê, em ê encameke baş bi dest bixin. Em ê dijmin têk bibin." -
Rojnamevan Xidir: PDK êrişa dagirkeriyê fînanse dike
Salah Xidir diyar kir, ku PDK di êrişên dagirkeriyê de yên li dijî Zap û Avaşînê bi Tirkiyeyê re tevdigere û got: "PDK’ê tevahiya aboriya Başûrê xistiye xizmeta şerê li dijî Kurdan. Pereyê her guleyeke ku li Kurdan tê xistin, ji petrola Başûr tê girtin." -
Fermana 73'an û jinûve avabûna Şengalê -IV
Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Abdullah Ocalan fermana 73'an a li ser Êzidxanê têk bir. Li Şengalê jî bi rêxistiniya xweser bersiva herî mezin ji fermanê û xiyanetê re hate dayin. -
Hêzil Ozgur: Dem dema çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye
Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê bi ser bikevin û got, "Dem dena çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye." -
Artêşa dagirker ji xeta Amediyê û Dêralokê êrîş dike
Helîkopterên artêşa dagirker a Tirkiyeyê, ji xeta Amediye û Dêraloka ya di bin kontrola PDK’ê de ye, êrîşan dibe bi ser Kurojahroyê de. Gerîla bi çekên giran bersiv dide. Şer berdewam in. -
Ciwanên Şêladizêyî: Em ê bêdeng nebin
Civata Ciwanên Herêma Şêladizê derbarê êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku ewê li hemberî wan êrişan û bêdengiya hikumeta herêmê bê helwest nemînin. -
'Li hemberî êrîşan li çiya, zozanan û bajaran tevlî pêngava şoreşgerî û çalakiyan bibin'
Koordînasyona Komalên Ciwan bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di 17'ê Nîsanê dabû destpêkirin , li çiya, zozanan û bajaran tevlî pêngava şoreşgerî û çalakiyan bibin. -
HDP’ê bang li hêzên Başûr kir: Bêdeng nemînin
Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ragihand yên li hemberî êrişên dagirkeriyê bêdeng dimînin wê di bin berpirsiyartiyên giran de bimînin. -
Berxwedana gerîlayan: 29 dagirker hatin cezakirin, derb li 3 helîkopteran hate xistin -NÛ BÛ
Tîmên gerok ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şev û roj çalakiyan dikin. Di çalakiyên gerîlayan de 29 dagirker hatin cezakirin, 10 dagirker jî birîndar bûn. Derb li 3 helîkopteran hatiye xistin -
Tifaqa Kurdistanî: Em li dijî dagirkeriyê rabin
Tifaqa Kurdistanî ya ku partî û rêxistinên Kurdan tê de cih digirin li dijî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em ji şerê dagirkeriyê re bêjin 'NA'. Roj roja yekîtiya netewî ye." -
Nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne hatin eşkerekirin
HPG a nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir got: “Biryardariya berxwedanê ya hevrêyên me Zîlan, Mizgîn û Rojgirav bi cesareta xwe ya mezin derbên giran li dijmin dan, li ber êrîşan bi lehengî rabûn û şehîd bûn.” -
Gerîla Tv dîmenê derbkirina helîkopteran parve kir
Gerîla Tv dîmenê derbkirina helîkopterên dewleta Tirk a dagirker, weşand. -
Gerîla telqîna artêşa Tirk dixwîne!
Gerîlayên Tevgera Azadiyê ku ezmûnek mezin ji têkoşîna 50’î salî ya azadiyê girt, îro li ber her şert û mercan, li hemberî çekên qedexe û kîmyayê serketinek mezin bi dest dixe. Gava vê serketinê û qedera şerê azadiyê da guhertin berxwedana Garê bû. -
NPG: Eger li Zapê têk biçin wê li Enqereyê jî têk biçin!
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyamek ji gerîlayan hemûyan re şand û diyar kir ku şerê "hebûn û azadiyê tê meşandin û got, "Eger em dijmin têk bibin, wê ne tenê li Zapê, di heman demê de li Enqereyê jî têk biçe." -
YRK: Di êrîşa li ser Asosê de tiştek bi hêzên me nehatine
YRK bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşa 22’yê Nîsanê ya li ser herêma Asosê de tiştek bi hêzên wan nehatiye ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl. -
Dewleta Tirk Chînook ji bo şerê li dijî Kurdan kirî
Dewleta Tirk di sala 2011’an de ji bo helîkopterên Chînook ên ku 60 leşkerên çekdar û 10 ton bar dikare hilgire peyman îmze kir lê ji ber ku maliyeta wê zêde bû kirîna wan taloq dikir. Di sala 2015’an de ji bo kirînê dest bi hewldanan kir. -
Li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 21 dagirker hatin cezakirin- NÛ BÛ
Gerîlayan artêşa Tirk a dagirker ku 3 roj in hewl dide li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dagirkeran deyne, kir armanc; îro 21 dagirker hatin cezakirin. Li Qada berxwedanê şerên dijwar didomin. -
Hunermendan banga rabûna li dijî êrîşên dagirkeriyê kir
Li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê, hunermendên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê, li dijî erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê li partiyên siyasî bangewaziy rabûna li dijî dagirkeriyê kirin. -
Şaxa CÎK’ê ya Mexmûrê: Divê em li kêleka PKK’ê li dijî zilmê şer bikin
Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Mexmûrê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hekvariya PDK’ê bertek nîşan da û bang li bawermend û misilmanan kir û got, “li dijî dagirkerî û îxanetê dakevin qadan.”