KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şeniyên Mexmûrê Cejna Remezanê pîroz kir
Şeniyên Wargeha Penaberan a Mexmûr piştî nimêja cejna, çûn serdana goristanê û li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hev pîroz kirin. -
Artêşa Iraqê êriş bir ser nuqteyên YBŞ û Asayîşa Êzidxanê
Artêşa Iraqê ku doh hejmareke zêde ya leşkerên xwe veguhast Şengalê û dor li gelek nuqteyên Asayîşa Êzidxanê girtin, li Sinûnê êriş bir ser hêzên xweparastinê yên Şengalê. Li herêmê şer qewimî. -
PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî
PKK’ê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got “Gerîla û gelê Kurd yê ku xwe li ser xeta şehîdan perwerde dike, bi pêşengiya berxwedanên Zap û Avaşînê her rojê bike rojeke ku destanên qehremaniyê tê nivîsandin û wê faşîzma AKP û MHP’ê teqez hilweşîne.” -
Artêşa Iraqê amadekariya êrîşa li ser Şengalê dike - HATE NÛKIRIN
Hate ragihandin ku artêşa Iraqê xwe ji bo dorpêçkirin û êrîşan li dijî bendên Asayîşa Êzidîxanê yên li Dîgurê, Sinunê û Xanesorê yên Şengal amade dike. -
Li Sineyê karkeran peyama mezinkirina yekîtî û têkoşînê da
Li bajarê Sine yê Rohilatê Kurdistanê bi boneya 1’ê Gulanê mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de Kurdan peyama “Yekitî û têkoşînê“ da. -
Li Mexmûrê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’ê Gulanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di şahiyê de berxwedana gerîlayên azadiyê hate silavkirin. -
CPT dîmenê dagirkeriya dewleta Tirk weşand
Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan -CPT) têkildarê binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dîmenek weşand. -
Li Kerkûk, Ranya û Germiyanê şehidên azadiyê hatin bibîranîn - HATE NÛKIRIN
Endam û rêveberên Tevgera Azadî ya Kerkûkê, RJAK û Komeleya Ciwanên Welatparêz bi boneya Cejna Remezanê serdana Goristana Şehîdan kirin. -
Li Cizîrê wê 'Nobeta Jiyanê' bê destpêkirin
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr di serdana xwe ya li goristana li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ragihand ku ew ê li dijî şer çalakiya "Nobeta Jiyanê" bidin destpêkirin. -
Ji qada Seyîd Riza peyama têkoşînê hat dayîn
Li Dersimê bi boneya 1‘ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de hat diyarkirin ku divê her kes li dijî fermana îstîsmar û dagirkeriyê têbikoşe. -
Tevgera Azadî bi wesîleya Cejna Remezanê serdana Goristana Şehîdan kir
Tevgera Azadî ya Herêma Silêmanî weke her sal bi boneya Cejna Remezanê, îsal jî beriya her tiştî çû serdana gorên Şehîdan û soza têkoşînê û girêdaniya xwe bi wan re dûbare kirin. -
Li Şirnexê 1’ê Gulanê: Em ê vê çerxê biguherînin
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û gotin: "Hêza me heye ku em jiyanek nû ava bikin. Em ê vê çerxê biguherînin." -
HPG: Ji Başûr bigire heta Bakur derbên giran li dagirkeran hatin dayîn-NÛ BÛ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku hêzên gerîla ji Başûr bigire heta Bakur her bosta xaka Kurdistanê kiriye qada berxwedanê, derbên xurt li dagirkeriyê hatine dayîn. Bi kêmanî 9 dagirker hatine cezakirin. -
MXDŞ Cejna Remezanê pîroz kir
MXDŞ’ê bi boneya Cejan Remezanê ya alema Îslamê peyamek da û got: “Em cejna alema Misilman ku ji bo atşî, azadî û jiyana hevbeş xwedî ked in pîroz dikin.” -
Peyama 1'ê Gulanê ya li Wanê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li Wanê di mîtînga 1'ê Gulanê de axivî û got, "Rêya avakirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji Îmraliyê derbas dibe" û destnîşan kir ku wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. -
Li Girtîgeha Îslahiyeyê greva birçîbûnê di roja 26'an de ye
Li Girtîgeha Girtî ya a Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê, greva birçûbûnê ku bêdem û bêdorveger destpê kir, 26 roj li pey xwe hişt. -
1'ê Gulanê li Amedê bi coş destpê kir
Bi hezaran karker û kedkar bi rengê kortejan li Amedê ber bi Qada Stasyonê ve diherikin ku wê 1'ê Gulanê lê bê pîrozkirin. -
Xwedêda Mirad: Iraq bila xizmetê ji me re bike, ne şerê me bike
Xwedêda Mirad ê Şengalî got, "Li şûna ku Iraq li hemberî me şer bike, bila xizmetê bike û mirovan li warê wan vegerîne. Em Êzidî li dijî şer in. Em naxwazin şerek li Şengalê rû bide, ji ber ku ne li berjewendiyên me ye." -
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK'ê Cejna Remezanê li alema Îslamê pîroz kir
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK'ê Cejna Remezanê li Mislimanên xwedî feraseta biratiya gelan pîroz kir û diyar kir, "Xirabiya herî mezin ku li Îslamê bê kirin, bêdengmayina li hemberî karanîna wê weke rêbazeke zext, înkar û bê edaletiyê ye." -
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li dagirkeran dan
Hate ragihandin ku Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li derdora Kurojahro li dijî hêzên dagirker çalakî kirine. -
Cemîl Bayik: Dixwazin Kurdan bi temamî qir bikin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê yên dawî parçeyek ji konsepta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e û got, "Di vir de rolek ji dewleta Tirk û PDK'ê re hatiye dayin û ew jî vê mîsyona xwe bi cih tînin." -
Peyama 1’ê Gulanê ya Rêveberiya Şengalê: Dema pejirandina xweseriya Şengalê hatiye
Desteya Rêveber a Şengalê bi peyameke nivîskî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê li tevahî kedkar û karkeran pîroz kir, diyar kir ku ciwanên wan ji bo xweseriya Şengalê kedek mezin dane û got ewê heya dawiyê xwedî li keda wan derbikevin. -
'NATO bi destê Tirkiyeyê çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne'
Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku welatên sereke yên NATO'yê, Rûsyayê sûcdar dikin ku li dijî Ûkraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê bi durûtî ji nedîtî ve tên ku Tirkiye li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne. -
Karkerên înşaetê nikarin debara xwe bikin
Karkerên ku bi salan e li înşaetê dixebitin wiha gotin: “Em êdî nikarin nan bînin malê. Ti hêviyek me ji bo paşerojê nemaye.” -
'Piştî ku PDK'ê xiyanet li Êzidiyan kir, Asayîşa Êzidxanê ava bû'
Endamê Asayîşa Êzidxanê ya Sinûnê Nasir Xeyro destnîşan kir ku hêzên PDK'ê û Iraqê xiyanet li civaka Êzidî kirin, lewma di demekê de ku pêwîstiya gel bi baweriyê hebû Asayîşa Êzidxanê hate avakirin.