KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Welatiyên Kobanê li dijî dagirkerî û îxanetê meşiyan
Şêniyên herêma bejahî ya rojhilatê Kantona Kobanê, li hemberî dagirkerî û îxanetê meşek li darxistin. -
ÎHD’ê li aqûbeta sê kesên destgirkirî yên hatinî wendakirin pirsî
ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr ê li Amedê hatin destgirkirin û ‘wendakirin’ pirsî. -
KHRN’ê têkildarê binpêkirinên rejîma Îranê ya 2021’an raporek weşand
Tora Mafê Mirov a Kurdistanê derbarê binpêkirinên mafê mirovan ên sala 2021’an ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kirin, raporek weşand. Di raporê de bilindbûna rêjeya xwekuştina jin û ciwanan bal dikişîne. -
Li Amedê serdana gorên şehîdan hate kirin
Li Amedê beriya cejnê serdana gorên şehîdan hate kirin. -
HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 mobese hatin îmhakirin -HATE NÛKIRIN
Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên gerîlayan de 15 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker hatin birîndarkirin, çeperek û 2 mobese hatin îmhakirin. -
Di du rojên dawîn de cenazeyên 11 leşkeran anîn nexweşxaneya Geverê
Piştî êrişa ku dewleta Tirk tevî hevkariya PDK’ê dabû destêkirin, şer didome. Di du rojên dawîn de cenazeyên 11 leşkeran anîn nexweşxaneya Geverê. -
Xizmên windayan pirsa Çîçek ê hate qetilkirin kir
Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Abdulsamet Çîçek ê sala 1992’an hate qetilkirin, pirsîn. -
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn: Divê dawî li polîtîkayên qirkirinê yên AKP-MHP'ê bê
Meclisa Netewî ya Bethnahrînê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, bang li gelê Bethnehrîn û raya giştî ya cîhanê kir ku ji bo rawestandina şerê wêrankirinê bertekên xwe nîşan bidin. -
Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Îslahiye didome: Girtî bi biryar in
Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyê ya li dijî binpêkirinan dabû destpêkirin di roja 25’an de ye. Parêzeran got: “Girtî bi biryar in heta ku daxwazên wan pêk werin, wê çalakiya xwe bidomînin.” -
KCK: Di 1’ê Gulanê de divê li dijî êrişên dagirker ên AKP û MHP’ê were derketin
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bang li hemû gel, jin, karker û kedkaran kir ku bila di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û li dijî êrişên dagirker ên AKP û MHP’ê helwesta xwe nîşan bidin. -
Her kes bi daxwazên xwe 1’ê Gulanê pîroz dikin
Kedkarên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin siya krîza ekonomîk û hejariyê de 1’ê Gulanê pîroz dikin. -
Çalakvanên Ereb: Pêwîst e gelên Iraqê li dijî êrişên Tirkiyê yekgirtî bin
Çalakvanên sivîl ên Ereb ên li bajarê Kerkûkê bang li hemû gelên Iraqê dikin ku bi rengekî yekgirtî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin. -
Hunermend li dijî êrîşên dagirkeriyê dikevin tevgerê
Endamên Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, hatin cem hev û maseya krîzê ava kirin. -
Polîsan li Amedê bi ser malekê de girt: Destpêkê çek danîn ser serên me, zêr dizîn
Jineke bi ser mala wê de hat girtin da zanîn ku polîsan çek danîne ser serê wan û zêr û pereyê wan desteser kirine. -
Dema polîsan Okan li malê nedît, malbata wî dîl girtin
Polîsên ku ji bo rêveberê berê yê MEBYA-DER'ê Ayetullah Okan destgîr bikin, bi ser mala wî de girtin û dema Okan nedîtin, hevjîna wî Necla Okan û zarokên wan ên 3,7,17 salî destgîr kirin. -
Endamê Meclîsê ya DBP’ê Aslan hat girtin
Endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya DBP’ê Selahattîn Aslan, bi boneya beyanên “şahid” hat girtin. -
Li Silêmaniyê erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên Bakurî yên li Silêmaniyê dijîn, bang kirin ku kes li dijî erîşên dewleta Tirk ên dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bêdeng nemîne. -
Li Dêrsim û Erziromê êrişên dagirker hatin protestokirin
Li Dêrsim û Erziromê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin -
Li Amedê ji bo tevlêbûna 1’ê Gulanê bang hate kirin
Li Amedê nûnerên sendîkayan daketin kolanan û li qadên 1’ê Gulanê ji bo protestokirina şer bang kirin. -
Rapora ÎHD'ê: Li girtîgehan êşkence tê kirin
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê rapora xwe ya li ser lêkolîna li girtîgehan weşand û diyar kir ku li girtîgehan êşkence tê kirin. ÎHD'ê got, "Girtî hewl didin întixar bikin." -
HPG: Li Zap û Avaşînê 6 dagirker hatin cezakirin - HATE NÛKIRIN
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 6 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. -
Rojnamevana li Şengalê hate destgîrkirin 3 roj in di greva birçîbûnê de ye
Rojnamevan Marlene Forster û Matej Kavcîc ên li Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin destgîrkirin, li gorî agahiyan li girtîgeheke îstîxbaratê ya li Bexdayê tecrîdkirî ne. Hate ragihandin ku Forster 3 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Rê tune vîlla çêkirine!
Li Artemêta Wanê li ciha ku rêya wê tune 20 vîlla hatin avakirin. Du vîlla yên qeyûmê AKP’yî Îsmaîl Say in. -
Rojava û Şengal têne dorpêçkirin
PDK'ê hejmara qereqolên xwe yên li ser sînorê Rojava ji 8'an kir 66, Iraqê jî li derdora Şengalê dest bi lêkirina dîwêr kir. Bi vî rengî hem Şengal hem jî Rojava têne dorpêçkirin. -
Di fitara ji bo piştgiriya malbatên girtiyan: Divê em ji bo azadiya Ocalan bixebitin
Bi tevkariya MEBYA-DER Û TUHAY-DER’Ê li Bismila Amedê bi armanca piştgiriya bi malbatên girtiyên nexweş fitarek hat organîzekirin. Di fitarê de Wekîlê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçîer axivî û got; “Heta Birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe.”