KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî Omer Kûlpû yê HDP'yî êriş pêkhat
Kes an jî kesên ku Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê Omer Kûlpû bi wesayiteke dizî şopandin, li wesayîta wî qelibîn û reviyan. Kûlpû bal kişande ser bûyerên revandinê yên di salên 90'î de û destnîşan kir ku ew ê serî netewînin. -
Dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê li Koyeyê hat şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin li navçeya Koye ya Hewlêrê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Nerazîbûn nîşanî bêdengiya rêveberiya Başûr hat dayin. -
‘Li hemberî hemû êrîşan em ê civak û xaka xwe biparêzin‘
Endamên Meclîsa Gel, nûnerên Rêveberiya Xwer a Şengalê û endamên TJÊ’ê ji bo piştevaniyê serdana Asayîşa Êzidîxanê, YBŞ û YJŞ’ê kirin. -
Partî û Çepên Kerkûkê ji bo 1’ê Gulanê meşek lidar xistin
Çendîn partî, rêxistin û kesayetiyên çep ên bajarê Kerkûkê bi wesîleya 1’ê Gulanê ji bo mafê çîna karkeran meş û mîtîngek lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên “Em çîna karker li dijî zaliman in” hatin berzkirin. -
Gerîlayên YJA-Starê li dagirkeran dan: 13 dagirker hatin cezakirin -HATE NÛKIRIN
Çalakiyên gerîlayên azadiyê didome. Di çalakiyan de 13 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, derb li helîkopterekê hate xistin, çeperek û cîhazeke guhdarîkirina deng jî hate îmhakirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand, ku 19'ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Karker hate lidarxistin û 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HPG'ê şehîdên Kato bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên jin ku sala 2017'an li Katoyê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê têkoşîna hevrêyên xwe Roza, Xwînda, Stêrk, Zîlan û Arîn teqez bi ser bixînin û soza bicihanîna xewn û xeyalên wan didin." -
Ciwanên Qeladizê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn
Ciwanên Qeladizê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn. -
Amed Malazgîrt: Wê zarokên Kurdistanê li ber dijmin çok daneynin erdê
Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê ya Medyayê êriş dabû destpêkirin wê tu carî negihêje armanca xwe û got “Gelê Kurd û zarokên Kurdistanê wê li hemberî dijmin çok daneynin erdê û stûyê xwe xwar nekin.” -
Qeyûm bazara gel jî firot
Qeyûmê li Geverê Bazara Gel bi 11 milyon û 900 hezar lîreyî firot, ku ev bajar di dema Şaredariya HDP'î de hate avakirin û milkê şaredariyê ye. -
Zîlan Vejîn: Ev ceng cenga me hemûyan e, divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku cenga li Zap û Avaşînê li dijî dagirkeriyê tê meşandin cenga Kurdan hemûyan e, lewma divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Zîlan Vejîn destnîşan kir ku wê Peymana Lozanê di sedsaliya wê de têk bibin. -
Ji aliyê herêmên girêdayî PDK’ê êrîşî Kurojahroyê tê kirin!
Helîkopterên dewleta Tirk, ji aliyê herêmên girêdayî PDK’ê ve derbas dibin û êrîşê Kurojahroyê dikin. Gerîlayên azadiyê mudaxeleyî tevgera zêde ya helîkopteran a li dijî Girê Rûbar dike. -
Li Silêmaniyê û navçeyên wê êrîşên dagirkirinê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Zap, Metîn û Avaşînê li navenda Silêmaniyê û navçeyên wê Çemçemal û Derbendîxanê hatin protestokirin. -
Başaran: Heta hemû kiryar bên darizandin wê têkoşîn bidome
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bi malbata Şenyaşar ên ku salek e li Rihayê têkoşîna edaletê didin, di Sifreya Edaletê de hatin ba hev. Başaran destnîşan kir ku heta hemû kiryar bên darizandin wê têkoşîn bidome. -
HPG: Li Werxelê di çalakiya gerîlayên YJA-Starê de 8 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên YJA-Starê li dijî komeke girêdayî artêşa Tirk a li Werxelê ya Avaşînê çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. -
Çalakiyên gerîla didome: 20 dagirker hatin cezakirin, çeperek û dronek hate îmhakirin -NÛ BÛ
Çalakiyên gerîlayên azadiyê bênavber didome. Di çalakiyan de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek û dronek hate îmhakirin. -
Li Silopiyayê bi hezaran ber bi sînor ve dimeşin!-NÛ BÛ
Bi hezaran kesên li Silopiyayê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên AKP-PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi sînor ve dimeşin. -
Bûldan: Li hemberî zext û zordariyê li girtîgehan bêdeng nemînin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Amedê tevlî Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan bû û bang li raya giştî kir ku li hemberî zilma li girtîgehan bêdeng nemîne. -
Malbata Şenyaşar wê di cejnê de jî nobedê bigire
Emîne Şenyaşar got, "Em ê cejnê jî li vir bin. Heta ku kurê min bê berdan ez ê ji ber avahiya edliyeyê neçim. Êvarê jî ez ê neçim malê." -
Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê: Li dijî dagirkerî û êrişan em bi gerîlayên azadiyê re ne
Malbatên Şehîdan yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan gerîlayan û gotin, “Em ê heta dawî li ser rêça zarokên xwe têkoşînê bilind bikin.” -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Naîm Îlçîn ku li Bestayê şehîd bû, li Êlihê hate veşartin. -
Dûran Kalkan: Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê li Zapê hilweşe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala wate û armancên êrişa 17'ê Nîsanê kir û got, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê li Zapê hilweşe. Kalkan bang li her kesî kir ku li dijî faşîzmê çalakiyan bikin. -
Ciwanên Kerkûkê: Piştgiriyê bidin berxwedana gerîla
Ciwanên Kerkûkê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, "PDK û hikûmeta Iraqê li dijî gelê Kurd di vê komploya dewleta Tirk de cih digirin." -
Berdevka HDP’ê Gunay: Divê em li ber polîtîkayên dagirkeriyê rabin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Dêrikê di bernameya fitarê de axivî û anî ziman ku êrîşên dagirkirinê rê li ber qirkirina Kurdan vedike û got ku divê em bibin yek û li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê rabin. -
‘Li gorî destûra Iraqê hevkariya artêşa Tirkiyê kirin xiyaneta niştîmanî ye’
Li bajarê Kerkûkê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, bi dirûşmeya “Li dijî xeta dagirkerî û xiyanetê em Kurdistanê biparêzin” çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.