KURDISTAN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin."
Hemû Nûçe
-
-
-
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bang li Bexdayê kir
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bang li hikumeta Bexdayê kir ku bila têkiliyê bi civaka Êzidî re deyne, çek û şîddetê ji holê rake û got “Em tevgera azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê piştgiriyê bidin her cure pêvajoya demokratîk.”
-
Abdullah Ocalan: Bes e êdî ji hevkariya bi dijmin re
Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya beriya niha de işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re kiribû û gotibû, "Kinc ê PDK'ê ye, lê kesê di nav de kontrayên dewleta Tirk e." Ocalan gotibû, ew ê dawî li vê xizmeta ji dijmin re bînin.
-
-
-
-
-
-
-
Êrişên li ser Şengalê xizmeta Mîsak-i Mîllî dike
Hesabekî şaş dikin. Civaka Êzidî berxwedan daye ber xwe û azadî tahm kiriye. Wê şertên jiyana xerabtir qebûl nekin. Tekane tişta ku divê mirovayetî li dijî rastiya qirkirinê bike, hurmetê nîşanî mafê jiyana azad a demokratîk bide.
-
Dîroka ji ferman û berxwedanê - II
Arkeologê Îngiliz Layard qala yek ji fermanan kiribû: Êzidiyên ku teslîm bûn jî hatin qetilkirin, nifûsa wan ji çar paran sê par kêm bû. Osmanî her sal seferê dikin; jin û mêr têne kuştin, zarok jî têne firotin.
-
Eksîk: Girtîgeh veguherîne qadên mirinê
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Habîp Eksîk anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê li dijî girtiyan şer ragihandiye û got, girtîgeh kirine qada mirinê, navenda êşkenceyê.
-
-
-
Xelkê Ranyayê dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Welatiyên Ranya bi çalakiyekê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin şermezar kirin û gotin, “Tenê yekîtiya gelê Kurd û hemû hêzên Kurdistanê dikarin pêşiya êrişan bigire.”
-
-
-
-
-
HPG'ê nasnameya 2 şehîdên Zapê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Fermandarên mînak ên serdema nû û milîtanên pêşeng ên xeta fedaî ya Apoyî hevrêyên me Şervan û Agît di Berxwedana Zapê de destana lehengiyê nivîsandin."
-
-
Karayilan: Rê nedin şerê Kurd-Kurd
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ev şer ji bo Kurdan şerê man û nemayê ye û got, "Em ji xwe bawer dikin, em ê bi ser bikevin." Karayilan bang hunermend, nivîskar û her kesên xwedî wijdan kir ku rê nedin şerê Kurdan ê li dijî Kurdan.
-
Dîrok û girîngiya Şengalê - I
Teolog û dîroknasê Êzidî Osman Çelîk: Navê herêma Sîncarê kevn e û Ereb jî bi bandora vê yekê jê re dibêjin 'Sîngar'. Bi Sumerî û Hûrî 'Sîn' tê wateya heyvê, Sîncar jî dibe 'Girê Heyvê'.
-
Ji binê xirbeyê qereqolê hestiyê mirovan derket
Li navçeya Bismilê ya Amedê, dema ku qereqola polîsan dihate hilweşandin, hestiyê mirovan ji binî derketin. Li herêma ku hestî jê derketin bi lez û bez beton hate rijandin. Hestiyên hatin dîtin jî radestî Midûriyeta Park Baxçeyan a Şaredariyê hatin kirin.