KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Goran banga nîşandayîna helwesteke zelal ji rêveberiya Başûr kir
Fraksiyona Tevgera Goran ya li Parlementoya Herêma Kurdistanê daxwaznameyek da parlementoyê ku tê de banga nîşandayina helwesteke zelal li hemberî êrişên dewleta Tirk yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê dike. -
Jinên Şengalî: Em rênadin êrîş û planên qirêj
Jinên Şengalî diyarkirin ku ewê li hemberî Peymana 9’ê Cotmehê têbikoşin û gotin: “Emê cejna xwe ya Çarşema Nîsanê bi zarokên xwe yên ku parastina ax û gelê xwe dike re di nava berxwedaniyê de pîroz bikin.” -
HPG: Di 24 saetan de 41 dagirker hatin cezakirin, 2 dron hatin xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 24 saetên dawî de li Zap û Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyên “serketî” li dar xistine û 41 leşkerên Tirk hatine cezakirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 drone jî hatine xistin. -
Saziyên Xanesorê: Asayîş, YBŞ-YJŞ zarokên me ne
Endamên saziyên komelgeha Xanesor ya Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa İraqê ya li ser Şengalê şermezar kir û gotin ew ti caran terka zarokên xwe nakin. -
Li Başûrê Kurdistanê bertekên li dijî dagirkeriyê berfireh dibe
Komîsyona Hemahengiya Çep a Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişa dagerkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK şermerzar kir û bang li partî û rêxistinên Kurdî kirin ku helwesteke zelal nîşanî dagirkeriyê bidin. -
Nobeta Edaletê ya li Amedê 155 roj li pey xwe hişt
Di Nobeta Edaletê ya xizm û malbatên girtiyan ên li Amedê ku 155 rojin tê rêvebirin de hate gotin ku êdî bese ji zilam li ser girtiyên nexweş û divê demildest serbest werin berdan. -
Tevgera Azadî: Li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê eniyek pêkbînin
Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê bang li hemû hêzên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bibin xwediyê helwest û bêdengiyê bişkînin û ev bang li hêzên Iraqî kir ku divê vê dagirkeriyê qebûl nekin. -
KCÊE: Li hemberî êrişên dagirker em dakevin qadan
Koordînasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê diyar kir ku misogeriya siberoja civaka Êzidî û Êzdîxanê, di misogeriya Herêmên Parastinê yen Medyayê û gerîlayên azadiyê de ye. -
Xelkê Mexmûrê li dijî dagirkeriyê meşiya
Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re meşiyan. -
Armancên li pişt êrişên Tirkiye û PDK’ê yên li ser gerîla çi ne?
Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastina Medyayê êrişeke dagirkeriyê daye destpêkirin, şîrovekar û siyasetmedar balê dikişînin li ser armancên li pişt vê êrişê û dibêjin ku armanc ne tenê leşkerî, pir alî ye. -
Malbata Şenyaşar: Kujer ji ber ku AKP’î ne têne parastin
Malbata Şenyaşar got, "Ji ber ê ku qetilam kiriye parlamenterê partiya desthilatê ye, kes dengê xwe nake." -
Dewleta Tirk bombe li gundên Başûrê Kurdistanê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên Başûrê Kurdistanê barand. -
Partî û saziyên Kurd bi daxuyaniyeke hevpar li ber dagirkeriyê rabûn
KCD, TJA, DBP, HDP û rêxistinên civakî yên sivîl, li dijî êrişên dagirkeriyê yên AKP-PDK'ê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Gelê Kurd wê hesabê vê yekê bipirse." -
Rojnamevanên li qadê: Li Zapê herî kêm 44 leşker hatin kuştin, 6 jê payebilind in
Li gorî agahiyên ji rojnamevanên li herêmê hatin wergirtin, li herêma Zapê di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 6 jê payebilind herî kêm 44 leşker hatine kuştin, 32 jî birîndar bûne. -
HPG: Şehîdên Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dan
HPG’ê şehîdên Katoyê bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn li çiyayê Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dan, bi qehremanî şer kirin û têkoşîneke ku em ê her tim pê serbilind bin, afirandine.” -
KNK'ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir, banga xwedîderketina li Şengalê kir
KNK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û li dijî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku xwedî li Şengalê derkevin. -
PAJK: Ev şer li dijî wan Kurdan e ku teslîmiyetê qebûl nakin
Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li gel PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojava, "şerê li dijî wan Kurdan e ku teslîmiyetê qebûl nakin." -
Ji dozgerê girtîgehê teklîfa sîxûriyê
Hat hînbûn ku dozgerê Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê li qawîşan geriya û li girtiyên siyasî teklîfa sîxûriyê kiriye. -
Li Donbassê şer dest pê kir
Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy ragihand ku Rûsyayê li rojhilatê Ûkraynayê dest bi êrişê kiriye. -
KCK: Bi têkoşîna hevpar a gel û gerîla wê êriş bêne têkbirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û got, "Bi têkoşîna hevpar û yekbûyî ya gel û gerîla wê ev êriş jî bêne têkbirin." -
MXDŞ: Em ê li hemberî vê êrişê jî heya dawî li ber xwe bidin
MXDŞ’ê diyar kir ku artêşa Iraqê mîna ku artêşa Tirk be tevdigere û got, "Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destketiyên vî gelî em ê tu rêyeke din hilnebijêrin." -
Leşkerên Iraqê êriş birin ser YBŞ/YJŞ'ê: Şer dewam dike
Leşkerên Iraqê êriş birin ser nuqteyên YBŞ/YJŞ'ê yên li Geliyê Şîlo û Sikêniyê. Şerê ku ji ber vê êrişê destpê kir, dewam dike. -
'Erka exlaqî ya her Kurdî ye ku destketiyan biparêze'
Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û ev tespît kir, "Yên ku bi dewleta Tirk re ne, wê zerara herî mezin bibînin. Wê ast û hêza xwe ya li Kurdistanê ji dest bidin." -
Kalkan: Em ê şer li her qadê belav bikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku wê şer li her qadê belav bikin, bigihînin metropolên Tirkiyeyê û got, eger PDK jî bi rengekî çalak tevlî şer bibe, wê li Başûr jî belav bibe. -
HPG: Li Avaşînê 12 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkerên ku dixwestin li Werxelê ya girêdayî herêma Avaşînê bi pêşve biçin xistine. Di encamê de 12 dagirker hatine cezakirin.