KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Têr û tijî jiyan, her kêliya jiyanê bi salan dagirtin...
Gelek caran kêlek, goreke şoreşgeran jî nîne. Lewma Cûmalî bi têr û tijî jiya, her kêliya jiyanê bi salan dagirt, di dilê xwe de manewiyat, di mejiyê xwe de jî utopya xwedî kir û bi vî rengî jiya. -
Ji bo girtiyên Behdînan banga lezgîn
Hat ragihandin ku yek ji aktivîstên li Girtîgeha Hewlerê girtî û ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye ji ser hişê xwe çûye. Nûnerê Girtiyên Behdînan Ayhan Seîd banga hişyariya lezgîn kir. -
Hevseroka HDP’ê Bûldan bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
Hevsroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlementerên HDP'î bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşar. -
Li Cizîrê nerazîbûna li dijî êrişa polîsan: Em ê tirsa dilê we bin!
Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan da ku serê sibehê li hemberî rêxistina wan a Cizîrê hate kirin û got, "Em ê tirsa dilê we bin." -
Li hewşa mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, şitil hate çandin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li hewşa mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, şitil çand. -
Dewleta Tirk li Bestayê wê daran bibire
Dewleta Tirk ji bo birîna darên li herêma Besta ya Şirnexê gef li gundiyan xwar. -
'Çêkirina avahiyan li Newala Qesaban sûc e, êriş e, bêhurmetî ye'
Newala Qesaban ku Ermen, Keldanî û Kurdên hatin qetilkirin bi rengekî komî lê hatin veşartin, ji bo çêkirin avahiyan hate pêşkêşkirin. Bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl li ber vê biryarê rabûn. -
Dayika Uveyş li ser gora xwe hate bîranîn
Uveyş Ocalan a ku dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e li ser gora xwe hate bîranîn. -
HPG: Şehîdên me hîn bêhtir em nêzî serketinê kirin
HPG'ê 5 gerîlayên sala 2019'an li Bakurê Kurdistanê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soza xwe careke din dubare dikin ku têkoşînê bi ser bixînin, ku şehîdan radestî me kirine." -
Avêtin ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, avêtin ser avahiya HDP'ê. 5 kes hatin destgîrkirin. Polîsan her wiha pê li şujdeyan jî kirin. -
Wesayita ku penaber tê de bûn qelibî: 4 kes mirin
Li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê, mînîbusek ku penaber tê de bûn wergeriya. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn. -
Bendên kontrolê bûne qadên êşkenceyê
Li Colemêrg, Wan, Bedlîs û Agiriyê li bendên kontrolê yên leşker û polîsan kontrola rê û lêgerîn zêde bûye. -
Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên girtin, ji bo binpêkirinên mafan şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a bidorveger kirin. -
Karabaş ê hatibû êşkencekirin careke din hate destgîrkirin
Yahya Karabaş ê leşkeran li gundê Timoqê yê navçeya Hezoyê destgîrkirîbûn û êşkence kiribûn, careke din hate destgîrkirin. -
Polîsek wesayîta xwe li parêzer qeliband
Li Şirnexê polîsek ku bi parêzerek re nîqaş kir, wesayîta xwe lê qeliband û wî giran birîndar kir. Parêzerê birîndar hate emeliyatkirin. -
Li Dersim, Mêrdîn û Edeneyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a 73’yemîn li Dersim, Mêrdîn û Edeneyê şitilên darên zeytûnan hatin danîn. -
Li Nobeta Edaletê ya Wanê bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 114’an de berdewam dike. -
Ji bo bîranîna şehîdên Werxelê li Zapê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo bîranîna gerîlayên li Werxelê şehîd bûn, li qada Kela Bêdewê ya Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker 2 çalakî hatin lidarxistin. -
Nobeda malbata Şenyaşar di roja 398'an de ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku zilma herî mezin "edaleta derengmayî ye." -
Hesen Cûdî: Çareserî bi fikrê Rêber Apo dibe
Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo di nava van 23 salan ên li girtîgehê de dev ji xeyalên xwe berneda, têkoşiya. Lewma jî gel dev ji Ocalan bernade." -
Peyama dawî ya gerîla Celal Fedakar a ji tunelên berxwedanê
Celal Fedakar ê HPG'î ku di roja 72'an a berxwedana Werxelê de fikrê xwe yê li ser şer ji kamera re vegot, ev peyam da: "Dagirker nikarin têkevin tunelan, lewma jî gelekî gazê bi kar tînin."Em hevalên ji çar parçeyên Kurdistanê ji dil û can silav dikin. -
Girtîgehên bi Tîpa S wê ji bo Kurdan bibin kampên komkirinê
Ji bo Girtîgeha Tîpa S a yek kesî ku hikumeta AKP'ê beriya niha bi demekê xiste meriyetê, li Erzîromê 2 girtîgehên cuda têne çêkirin. Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babûr got, plan dikin ku 2 hezar girtiyên Kurd li vê derê kom bikin. -
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Kerkûkê kir
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Dikişman ê Kerkûkê kir. Di encama êrîşê de welatiyek gund jiyana xwe ji dest da û 2 welatî birîndar bûn. -
YBŞ'ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku hevrêyê wan Raman Zeko di ecama qezayekî de şehîd bûye. -
Li Amed û Êlihê eqûbeta windahiyan hate pirsîn
Xizmên kesên hatin windakirin li Amed û Êlihê ji bo Necatî Aydin, Kazim Ekîncî û Fahrî Înan ên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, hatin cem hev û eqûbeta windahiyan pirsîn.