KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Xweser a Şengalê li ber lêkirina dîwar rabû: Em ê ti carî qebûl nekin
Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê li ber lêkirina dîwarê di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de rabû û destnîşan kir ku wê ti carî vê hewldanê qebûl nekin. -
Parlamenterên Iraqê: Divê lêpirsîn li hêzên Tirkiyê bê vekirin
25 parlementerên Iraqê daxwaza avakirina komîteyek ji bo lêkolînkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê kirin. -
Êşkenceya leşkerên Tirk a li Timokê hate protestokirin
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, bertek nîşanî leşkerên ku li gundê Timokê di serdegirtina malan de êşkence li gundiyan dikirin da. -
Çîftçî yê 28 roj bû PDK’ê ew girtibû hate berdan
Endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî yê 28 roj bû ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû destgîrkirin, hate berdan. -
4’ê Nîsanê li Şengalê hate pîrozkirin
Bi tevlîbûna sedan kesî li Çiyayê Şengalê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate pîrozkirin. -
Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin Nobeda Edaletê digire, bang li rayedaran kir ku 'xwedî wijdan û edalet bin'. -
Li Amarayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Amarayê li mala ku ji dayik bûye, bi stranan hate pîrozkirin. -
Zarokên Mexmûrê rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin
Zarokên Mexmûrê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyamên şandin pîroz kirin. -
TJK-E'yê ji bo 4'ê Nîsanê peyam da
Tevgera Jinê ya Kurd li Ewropayê (TJK-E) 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. -
Kurd ber bi Amarayê ve dimeşin
Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meşa Amarayê destpê kir. -
Berê Kurdan li Amarayê ye
Ji gelek bajaran Kurdan berê xwe dan gundê Amarayê, ji bo rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin. -
Li Amarayê şitlên rojbûna 73'an hatin çandin
Di çarçoveya pîrozbahiyên rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Amarayê şitil hatin çandin. -
Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 4 kes hatin destgîrkirin
Li Colemêrgê serê sibehê di serdegirtina malan de yek jê zarokê 3 salî 4 kes ji heman malbatê hatin destgîrkirin. -
MXDŞ: Ji bilî projeya Rêber Apo tu tiştekî din nikare birîna Êzdiya bikewîne
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 73’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanek nivîskî da û da diyar kir ku di dîrokê de gelek ferman hatine serê Êzidiyan, lê bi saya ramanên Rêber Apo karîn rê li ber fermanan bigirin. -
Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Welat û Derveyî Welat 4'ê Nîsanê pîroz kir
"Em jinên Êzidî ji Şengal, Bakurê Kurditanê, Rojavayê Kurdistan, Elmanya, Rûsyêya û Ermanistanê silav didin roja xwe, silav didin Rêber APO, em dibêjin rojbûna te pîroz be." -
Fermandarên YJŞ û YBŞ'ê 4'ê Nîsanê pîroz kirin
Fermandarên YJŞ û YBŞ'ê bi gotina "Tav ti carî di binê ewran de namîne. Her derdikeve û tîrêjên xwe belav dike" fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kirin û 4'ê Nîsanê li gelan pîroz kirin. -
YBŞ’ê bi peyamekê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Fermandariya YBŞ’ê bi boneya 4’ê Nîsanê peyamek nivîskî weşand û got: “Em rojbûna Rêber Apo ku dibe rojbûna tevahiya gelan bi hemû hêst û girêdaniya xwe ve pîroz dikin." -
Hemşîr Şiyar Ozgur ji ber deynê xwe yê nikaribûye razîne întixar kir
Li navçeya Qoserê, hemşîrekî ku ji ber deynê xwe yê nikaribûye razîne pirsgirêkên derûnî dijiya întixar kir û dawî li jiyana xwe anî. -
Daxwaza ji bo azadiya Ocalan li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe
Îro 10 partiyên Başûrê Kurdistanê hatin cem hev û bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Şaho: 4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina PJAK’ê li çiyayên azad ên Kurdistanê hate pîrozkirin. -
Li Şengal zêdetirî 40 hezar îmze ji bo PKK’ê hat berhevkirin
Bi daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorîstî” ya YE û DYE’yê li Şengalê 40 hezar û 500 îmze hatin komkirin. -
Nivîskarê Lor Sohrab Azadî wefat kir
Nivîskar û lêkolerê Çep û Sosyalîst ê Lor Sohrab Azadî li bajarê Xuremabadê çû ser dilovaniya xwe. -
14. Mihrîcana Çand û Werzişê ya 4’ê Nîsanê ya Mexmûrê dewam dike
Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê Mihrîcana Çand û Werzişê ya 4’ê Nîsanê ya hatî destpêkirin îro jî bi pêşbirkên werzişî yê xwendevanan dom kir. -
Ji ciwanên Şengalê semînera li ser 4'ê Nîsanê
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanên Şengalê semîner lidarxistin. Ciwanan gotin, "Rojbûna Serokatî rojbûna rojê ye, ciwantrî jî xwegihandina vê rojê ye." -
Li Amedê gardiyan êşkence li girtiyan dikin
Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Amedê ji ber ku li dijî guhertina qawîşê û binpêkirina mafan derketin rastî şîdeta fîzîkî hatin.