KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Nikarin qeyûm li ser îradeya gel ferz bikin'
Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn, wiha axivî "Em hatin girtin, li malê hatin asêkirin, dadgeh hîn dewam dike lê em timî bi gelê xwe re ne. Dibe ku qeyûman bixin avahiyan, lê belê nikarin li ser îradeya gel ferz bikin." -
Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê
TAJÊ bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Hesewîkê semînerek da. Di semînerê de hate gotin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna hêviyek nû ya azadiyê ye ji bo hemû cîhanê. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bagokê kir
Dewleta Tirk a dagirker li devera Çiyayê Bagokê êrîşa leşkerî dest pê kir. Hat ragihandin ku leşker ketine gundan. -
YRK'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd ragihand
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya 3 gerîlayên ku di demên cuda de şehîd bûne ragihand. -
Êşkence li wan hate kirin, piştre jî hatin girtin
Ji çar ciwanên ku polîsên Wanê êşkence li wan kir, sê ji wan ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya 'li ber polîs rabûye' hatin girtin. -
HPG: Dagirkeran derbên giran xwarin û neçar man hêzên xwe biguherînin
Artêşa Tirk a dagirker di encama çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de de derbên giran xwar û duh şev neçar ma ku li Kela Bedewê ya Zapê hêzên xwe biguherîne. -
Li Başûrê Kurdistanê boykot mezin dibe
Hîndekarên li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber ku nikarin mûçeyê xwe werbigirin dest bi boykotê kirin. -
Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Şirnexê 2 kes û li Erdexanê jî di kontrola polîsan de ajovanekî TIR’ê hatin destgîrkirin. -
HPG'ê 2 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku par li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin." -
Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirk: MÎT-Parastin
Di demekê de ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla dixwe, bi rêya rêxistina 'Parastin'ê dixwaze agahiyan li ser gerîla û tevgera wan bigire û gerîla tesfiye bike. Di vê çarçoveyê de rêxistina PDK'ê 'Parastin' weke baskekî MÎT’ê kar dike. -
'Aştiya Kurd wê bi Tirkiyeyê jî bide qezençkirin'
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan ragihand ku israra burokrasiya dewletê ya di şer de, bi Tirkiyeyê dide windakirin û got, "Aştiya Kurd wê bi Tirkiyeyê jî bide qezençkirin." -
'Şengal a xweser bi kêrî Iraqê tê'
Berpirsyarê Projeyan a Rêveberiyê ya Mûsilê Faris Cuweycatî bi bîr xist ku xala 125'an a Destûra Bingehîn a Iraqê rê dide xwerêveberiya Şengalê û got, "Xelkê Şengalê ji her kesî baştir zane ku çareseriya ji bo wan çi ye. Xweserî mafê civaka Êzidî ye." -
Li Metîna liv û tevgera PDK’ê
Hêzên çekdar ên PDK'ê ji bo kontrolkirina herêma Kela Qûmriyê ya li ser xeta Qeşûra ya Metîna, bi çekên giran hêz kom dikin. -
TUHAY-DER: Girtî terkê mirinê tên kirin
Şaxa Wanê ya TUHAY-DER’ê bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş û got, “Girtî terkê mirinê tên kirin” û bang li raya giştî kir. -
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ser 'Hefteya Lehengiyê' daxuyanî da
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ser 'Hefteya Lehengiyê' daxuyaniyek da û destnîşan kir ku civaka Êzidî 'bi saya lehengan xwe nas kir' û 'bû xwedî hêza xweparastinê'. -
HPG'ê ji bo Hefteya Lehengiyê lê da: Dagirkerek hate kuştin, çeperek hate rûxandin
HPG'ê ragihand ku bi wesîleya Hefteya Lehengiyê li Kela Bedewê ya Zapê li dagirkeran xistine û di encamê de herî kêm dagirkerek hatiye kuştin, çeperek jî hatiye rûxandin. -
Droneyeke dagirkeran hate xistin
Gerîlayên HPG'ê droneyeke dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê. Gerîlayên ku drone xistin, wiha gotin "Me teknîka dijmin têk bir." -
Nobeda Şenyaşar di roja 385'an de ye
Malbata Şenyaşar di Nobeda Edaletê 385 roj in li dijî komkujiya ku AKP'iyan kir, daxwaza edaletê dike. -
Serhildana Amedê ya 28'ê Adarê: Çîroka kevirê destpêkê
Serhildana Amedê ya 2006'an ku bi 'kevirê yekemîn' dest pê kir, di serî de li Amedê li her bihosta Kurdistanê, li dijî bêhiqûqiya faşîzma AKP'ê gihîşt armanca xwe û bû yek ji serdemên herî girîng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd. -
Boksorê Kurd ji bo pêşbirkên Asyayî ya 2022 ya Hangjûyê hat vexwendin
Ciwanê Merîwanî Mehdî Xosrewî yê ku di asta giştî Îranê de boksorekî jêhatî ye, ji bo pêşbirkên Boksê ya Asyayî ya 2022 a Hangjûyê ya Çînê hat vexwendin. Xosrewî di kêşa 54 kîloyî de wê nûnertiya parêzgeha Sine bike. -
'Bêdengiya li pêşberî dewleta Tirk, ji bo hikumeta Iraqê cihê şermê ye'
Şêwirmendê Ragihandinê Elî Elfacî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Bêdengiya li pêşberî bombardûmana dewleta Tirk ji bo hikumeta Iraqê şermeke mezin e." -
PDK ji 1991’ê û vir ve tevlî êrişên dewleta Tirk dibe, gerîla şehîd dixe
PDK a ku xwe weke tevgereke Kurdî dide nasîn ji sala 1991'ê û vir ve li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê li gel artêşa Tirk cihê xwe di operasyonan de digire û gelek caran bûye sedema şehîdkirina bi sedan gerîlayî. -
Fermandarê efsûnî yê gelê Kurd: Egîd
Di ser şehadeta fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an şehadeta Mahsûm Korkmaz re 36 sal derbas bûn. Gelê Kurd ew bi 'Egîd'î nas kir û navê xwe li rûpelên berxwedanê nivîsî. -
Kongreya HDP'ê ya Şirnexê: Çareserî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de hate gotin ku çareserî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Şenyaşar: Daraz sûcdaran diparêze
Malbata Şenyaşar di roja 384'an berxwedana xwe didomîne. Malbatê diyar kir daraza Tirk sûcdaran diparêze.