KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Peyamên Guven û Mizrakli ji bo Newroza Amedê- HAT NÛKIRIN
Hevseroka DTK’ê Leyla Guven a ku dîl tê girtin û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ji Newroza Amedê re peyam şandin. -
Newroza Geverê: Gelê Kurd jiyana bêyî Ocalan qebûl nake
Di Newroza Geverê de daxwaz azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş. Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayip Temel di pîrozbahiyê de axivî û got “Gelê Kurd jiyana bêyî rêzdar Ocalan qebûl nake.” -
Pîrozbahiya li Qendîlê bi gerandina govenda Newrozê bi dawî bû
Newroza Qendîlê ku bi tevlîbûna Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hat, bi gerandina govendê bi dawî bû. -
Newroza Amedê: Heta dawiyê berxwedan!
Siyasetmedar Ahmet Turk di Newroza Amedê de axivî û got “Em ê hebin, em ê heq û hiqûqa xwe bi dest bixin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” -
Li Mûşê bi hezaran kesî agirê Newrozê dadan
Li Mûşê bi hezaran kesî li gel astengî û dorpêçiyê jî agirê Newrozê dadan. -
Li Şengalê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Bi sedan ji şêniyên Şengalê berê xwe dan çiyayê Şengalê û pîrozbahiya Newrozê dan destpêkirin. -
Xelkê Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir
Newroz li Wêranşarê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hate pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Newroz li Tekmanê hate pîrozkirin, tecrîd hate şermezarkirin
Li navçeya Tekmanê li quntara Çiyayê Palandokenê Newroz hate pîrozkirin. Di çalakiyê de tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin. -
Li Hezexê gel herikî qada Newrozê
Li Hezexê, Newroz bi coşeke mezin, bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" hate pîrozkirin. -
Newroza Amedê: Azadî ji Abdullah Ocalan re
Ligel astengî û qedexeyan bi sed hezaran kes li Newrozê Amedê kom bûn. Li qadê sloganên ‘Bijî Serok Apo’ tên berzkirin. -
Li Amedê gel pê li bendên polîsan dike û Newrozê pîroz dike
Bi sed hezaran kes diherikin qada Newroza li Amedê. Her ku gel li ber xwe dide polîs jî neçar dimînin xwe vekişînin. Gel dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîre. -
Newroza Qendîlê: Banga yekîtî û têkoşînê bilind dibe
Newroza Qendîlê bi coş dewam dike. Di peyamên hatin dayîn de banga yekîtî û xurtkirina têkoşînê hate kirin.Hate diyarkirin divê li hemberî nokerî û xiyanetê helwest were nîşandan. -
Gerîlayên YRK'ê Newroz li çiyayên Kurdistanê pîroz kirin
YRK: Em jî soza xwe nû dikin ku em ê xwedî li şehîdên xwe, li gelê xwe û li têkoşîna 50 salî ya Rêber Apo derkevin û bi serkeftî azadiya Rêber Apo misoger bikin. -
Li Amedê gel barîkatên polîsan hilweşand
Li Amedê gel ji bo bigihêje qada Newrozê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ barîkatên polîsan hilweşand. -
Bayik li Newroza Qendîlê peyam da: Li ber dagirkerî û xiyanetê rabin
Cemîl Bayik: Divê gelê Kurd bi ruhê Newrozê li ber dagirkerî û zexta dewleta Tirk rabe û dawî li hevkariya PDK’ê bîne. Eger pêşiya vê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser gelê Kurd heye û eger pêşiya vê hate girtin, wê demê dikarin xwe biparêzin. -
Newroza Qendîlê bi coş dest pê kir
Newroza dîrokî ya Qendîlê bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî yên ji çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet ji Başûrê Kurdistanê bi coş dest pê kir. -
Peyama Newrozê ya Lîderê Partiya Karker: Bila aştiyê bîne Kurdistanê
Lîderê Partiya Karker a Îngilistanê Keir Starmer anî ziman, ku ji ber nasnameya neteweyî cihêkarî li Kurdan tê kirin û xwest, Newroz bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiyê ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn. -
Li Amedê gel ji bo Newrozê seferber bûye
Li Amedê, girseyên gel diherikin qada pîrozbahiya Newrozê. -
Gerîlayên YJA Starê agirê Newrozê dadan
Gerîlayên jin li Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin û gotin, "Em ê bi berxwedana Mazlûman, bi biryardariya Zekiyeyan Newrozê mezin bikin. Li gel geşkirina agirê Newrozê em ê li hemberî polîtîkayên qirêj ên li dijî jinê têbikoşin." -
Girseyên gel diherikin qada Newrozê ya Binarê Qendîlê
Ji çar parçeyên Kurdistanê girseyên gel berê xwe dan Binarê Qendîlê û diherikin qada Newrozê. -
Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana Newrozê
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulistan Gulhat li pîrozbahiya Newrozê axivî û got, "Em ji her demê bêhtir amade ne ku azadiya gelê Kurd û azadiya gelên herêmê misoger bikin." -
Brûsk Amed: Bi ruhê Newrozê xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin
Brûsk Amed bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Erkê her kesî ye ku bi ruhê Newrozê xwedî li Rêber Apo derkeve. Lewma divê em sala nû bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo." -
'Newroz Cejna Tawizî Melek e'
Ji Rûspiyên Êzdiyan Xelef Qasim bal kişande ser girîngiya Newrozê ji bo Êzdiyan û got, "Newroz cejna êgir e, agir jî yê Tawizî Melek e. Ji ber vê em dikarin bibêjin Cejna Newrozê cejna Tawizî Melek e." -
Li qadên gerîla pîrozbahiyên Newrozê
Gerîlayên HPG û YJA Starê cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin pîroz kirin. -
Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Li Geverê ciwanan agirê Newrozê vêxist û piştî pîrozbahiyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.