KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Rejîma faşîst wê bi berxwedana Kawayên hemdem hilweşe'
Gerîlayan li Xakurkê di bin berfê de Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin û gotin, "Bi berxwedana Kawayên Hemdem re rejîma AKP-MHP'ê wê hilweşe." -
Li Amedê 2 rojnamevan hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de li Amedê rojnamevan Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût hatin destgîrkirin. -
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Hemû amadekariyên ji bo Newroza Binarê Qendîlê li ber qedandinê ye. Çavê her kesî li pîrozbahiya li Qendîlê ye. -
Newroz li qadên gerîla hate pîrozkirin: Em ê li ser rola xwe ya dîrokî bin
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Rizgar Êrsî li pîrozbaniya Newrozê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û got, "Em ji bîr nekin; em hemû deyndarên Rêber Apo ne û bi misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî em dikarin deynê xwe bidin." -
Ruhê Kawayê hemdem li bajarên Bakurê Kurdistanê ye
Di pîrozbahiyên Newrozê yên ku li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê bi taybet li Serhat û Botanê hatin lidarxistin, li dijî hemû zextên dewleta Tirk peyama berxwedanê hate dayîn. -
Li Mexmûrê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Cejna Newrozê bi pîrozbahiyek bi heybet hate pîrozkirin. -
Agirê Newrozê li Şemzînanê hat vêxistin: Abdullah Ocalan vîna milyonan kesan e
Li pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Şemzînana li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ev peyam hat dayîn: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna milyonan kesan e.” -
Li Qoserê piştî pîrozbahiyê bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' meş - HATE NÛKIRIN
Xelkê Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir. Polîsan mudaxileyî meşê kir û ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. -
Li Şirnexê û Mêrdînê Newroz hate pîrozkirin
Li navçeyên Mêrdîn û Şirnexê bi sed hezarna Kurdan hatin cem hev û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin. -
Newroz Bismilê: Ji Imraliyê re sed slav
Bi hezaran kesên ku tevlî Newroza Bismilê bûn gotin, ''Slav, ji Imraliyê re sed slav.'' -
Li Pirsûsê bi hezaran kes kom bûn, Newroz diyarî Emîne Şenyaşar hate kirin
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi hezaran kes di Newrozê de kom bûn. Newroz diyarî Emîne Şenyaşar hate kirin. -
Li Şirnexê bi hezaran kes di Newrozê de kom bûn
Li Şirnexê bi hezaran kes di Newrozê de kom bûn, li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê û tecrîda Îmraliyê peyamên berxwedanê dan. -
‘Gelê me bi coş tevlê pîrozbahiyên Newroza îsal bibin’
Komîteya Şehîdan a PJAK’ê peyama pîrozbahiya Newrozê da û bang li gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi coşeke şoreşgerî tevlê pîrozbahiya Newroza îsal bibin û şehîdên rêya azadiyê bi bîr bînin. -
KONGRA–GEL: Peyama Newrozê azadiya Rêber Apo ye
Dîwana Hevserokatiya ya KONGRA – GEL Newroza sala 2022’an pîroz kir û got “Meşa azadiyê ya ku di Newroza 73’an de dest pê kir, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan agirê berxwedanê bilind kir. Bi agirê Zekiye, Rehşan, Ronahî û Semayê agirê Newrozê gur bû." -
Ciwanan li Derbedîxanê Newroz pîroz kirin
Di çarçoveya pîrozbahiyên cejna Newrozê li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Derbendîxan agirê Newrozê pêxistin. -
Doz li Yadê Şenyaşar vekirin
Bi hinceta heqareta li wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yidiz doz li Yadê Şenyaşar vekirin, ku wekîlê AKP'ê hevser û zaroyên Yadê Şenyaşar dabû kuştin. -
Li Silopyayê 4 kes hatin destgîrkirin
Li bajarokê Tilqebîna Silopiyayê 4 kes hatin destgîrkirin -
Altûn: Amedî wê daxwazên xwe bibêjin
Hevserokê DBP’ê yê yê Amedê têkilî Newroza Amedê ya 21’ê Adarê got,’’Newroza îsal wê bibe agirê berxwedan û serkeftinê.’’ -
Newroz ji ser giran xwe berda nav bajaran
Suleyman Ihtîyatoglu got beriya salên 80’yî agirê Newrozê li giran dihate pêxistin, piştre li taxan û piştî salên 90’î jî bûye çalakiyên mezin. -
Ciwanên Dêrsimê polîs protesto kirin
Polîsan destûr neda ku li Taxa Gazikê Newroz were pîrozkirin. Ciwan bi sloganan meşiyan û polîs protesto kirin. -
Gerîlayan ji bo Abdullah Ocalan agirê Newrozê geş kirin
Li çiyayên Kurdistanê, gerîlayan agirê Newrozê dadan û Newroz pîroz kirin. -
Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên ji aliyê AKP’yiyan hatibûn qetilkirin, di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin ku ew ê teslîmî tirsê nebin. -
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Şemzînanê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya gerîlayên YJA Starê weşand, ku 15'ê Îlona 2021'ê li bejahiya Şemzînanê hatibû lidarxistin û di encamê de 6 dagirkerên dewleta Tirk hatibûn cezakirin. -
Agirê Newrozê li Metînayê hate dadan
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêma Metînayê Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin. Gerîlayan gotin, bi hatina Newrozê re ew xwe ji bo pêngavên nû amade dikin. -
Kawayê Hemdem ê serdema nûjen: Mazlûm Dogan
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK’ê Mazlûm Dogan bi jiyan, têkoşîn û çalakiya xwe ya canbexşane bû Kawayê Hemdem ê serdema nûjen a gelê Kurd û tevgerên şoreşgerî.