Ciwanên Dêrsimê polîs protesto kirin

Polîsan destûr neda ku li Taxa Gazikê Newroz were pîrozkirin. Ciwan bi sloganan meşiyan û polîs protesto kirin.

Li Dêrsimê polîsan destûr neda ku ciwan li Taxa Gazîkê Newrozê pîroz bikin.

Parlementerê HDP’ê Alîcan Onlu, Hevserokên HDP’ê Ferhat Yildiz û Nazli Çelîk Oz jî piştgirî dan ciwanên ku xwestin agirê Newrozê vêxin.

Bi hinceta ku ‘bêqanûnî ye’ polîsan destûr neda ku agir were vêxistin û bi toma û wesayîtên zirxî dora qadê girtin.

Ciwanan astengkirina polîsan protesto kirin û bi sloganan dest bi meşê kirin. Gel jî bi çepikan piştgirî da ciwanan.