KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi rasthatina Newrozê re Mexmûriyan şehîdên xwe jibîr nekirin
Şêniyên Mexmûrê danê êvarê bi boneya cejna Newrozê bera xwe dan Goristana Şehîdan û li ser gora şehîdan mûm pêxistin. -
Li Şengalê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li Geliyê Kersê ya Şengalê gelek kes hatin ba hev û agirê Newrozê dadan. -
Ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê amadekarî temam bûn
Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya li Amedê bi dawî bûn. Komîteya amadekar got; “Sibe li benda gelê Kurd in.” -
Gel diherikin qada Newrozê ya Qendîlê
Welatî ji gelek deverên cuda ji bo beşdarî şahiya Newroza Qendîlê bibin berê xwe didin qada Newrozê. -
Agirê Newrozê li Qela Kerkûkê hat pêxistin
Bi pêşengiya partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji bilî PDK’ê û tevlêbûna hemû kesimên bajêr agirê Newrozê li Qela Kerkûkê hate pêxistin û şehîdên Raperîn û rizgariya Kurdistanê hatin bîranîn. -
Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Têkoşîna gelê kurd îlhamê dide
Fîlozof Noam Chomsky ê ji Newroza Wanê re peyam şand wiha got: “Gelê Kurd ji bo azadî û edaletê weke egîdan têkoşiyan û têkoşîna gelê Kurd îlhamê dide. ” -
Li Sine û Merîwanê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê berdewam dike. Li gelek navendên bajarê Merwîna agirê Newrozê hat vêxistin û govend hate gerandin. -
Kemal Kûrkûtê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn
Kemal Kûrkûtê ku di Newroza Amedê ji aliyê polîsên Tirk ên dagirker ve hatibû qrtilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Çekdarên PDK'ê li 2 Kurdistaniyên Şeladizî reşand
Çekdarên PDK'ê 19'ê Adarê li 2 Kurdistaniyên Şeladizî reşand. -
Li Silopyayê Newroza bi heybet: Qad têra gel nekir
Bi hezaran kes tevlê pîrozbahiya Newroza bi heybet a Silopiyayê bûn. -
Li Mêrdîn û Meletî peyama Newrozê: Yên ku Kurdan nasnakin wê têk biçin
Li Mêrdîn, Meletî û bi deh hezaran kes daketin qadên qadên Newrozê daxwaza azadiya Ocalan kirin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, li Mêrdînê, diyar kir ku kesên ku siyaseta Kurd înkar bikin wê têk biçin. -
Li Çewlikê qada Newrozê li gel teng hat
Li Çewlikê qada Newrozê li gel teng hat. Di pîrozkirinê de gel bi yekdengî got, ''Bijî Serok Apo''. -
Newroza Wanê: Em ê faşîzmê û tecrîdê bişkînin
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayyîp Temel li Newroza Wanê axivî û got, ''Kurd tecrîda li ser Rêzdar Ocalan qebûl nakin.'' Feylezof Noam Chomsk jî ji Newrozê re peyam şand. -
Li Dîlokê bi deh hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan
Li Dîlokê Newroz bi beşdariya bi deh hezaran kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê şikandin û sîstema pirsgirêkan hildiberîne ji holê bê rakirin. -
Newroza Colemergê: Hêza me berxwedana dastanî ya gel e
Li Colermergê Newoz weke bajarên din bi dirûşma, ''Dema serkeftinê ye'' hate pîrozkirin -
Li Wanê bi sed hezaran kes dimeşin
Piştî Newroza li Wanê ku bi sed hezaran kes tevlî bûn, girseya gel bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. -
Newroz li Xarpêtê hate pîrozkirin
Li gel "qedexeya walîtiyê" jî Newroz li Xarpêtê hate pîrozkirin. Li Çewlikê jî agirê Newrozê hate dadan. -
Bi sed hezaran kesî li Wanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
Di Newroza Wanê de, bi sed hezaran kesî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
‘Werin Newrozê li Qendîlê pîroz bikin’
Bi nêzîkbûna pîrozbahiya Qendîlê re, coş û kelecana pîrozbahiyê zêdetir dibe. Ciwanên li Newrozê amadekariyan dikin bang kirin ku werin Newroza xwe li Qendîlê pîroz bikin. -
Newroz li Wanê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" tê pîrozkirin
Bi sed hezaran kes li ber Keleha Wanê li hev civiyane û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" Cejna Newrozê pîroz dikin. -
YJA Star: Em agirê Newrozê gur bikin!
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Me bi ruhê serketinê dest bi sala 2022'an kir, em bi ruhê serketinê Newroza 2022'an pêşwazî dikin. Em Newrozê li Rêberê xwe, şehîdan û gelê xwe pîroz dikin bang li gelê xwe dikin ku agirê Newrozê gur bikin. -
MXDŞ Newroz pîroz kir: Em hene, em ê hebin
MXDŞ ji bo Newrozê peyamek da. MXDŞ'ê diyar kir Newroz peyama, ''Em hene, em ê hebin'' dide û got,''Divê li her derê gelên ku di bindestiyê de jiyane peyama azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê Newrozê de bidin cîhanê.'' -
‘Xweseriya pêkhateyên Iraqê çareseriya ji bo destxistina mafên wan e’
Endamê Meclîsa Giştî ya Şengalê Qasim bal kişande ser xweseriya pêkhateyan û got, “Ji bo ku pêkhateyên Iraqê bikaribin mafên xwe yên rewa bi dest bînin, pêwîste bi rêya xweseriyê xwe rêvebibin ji bo bigihîjin mafên xwe.” -
'Rejîma faşîst wê bi berxwedana Kawayên hemdem hilweşe'
Gerîlayan li Xakurkê di bin berfê de Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin û gotin, "Bi berxwedana Kawayên Hemdem re rejîma AKP-MHP'ê wê hilweşe." -
Li Amedê 2 rojnamevan hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de li Amedê rojnamevan Ertûş Bozkûrt û Mîkaîl Barût hatin destgîrkirin.