KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Helebceyê 9’emîn Mîhrîcana Hinar û Payizê hat lidarxistin
Li Helebceyê 9’emîn Mîhrîcana Hinar û Payizê hat lidarxistin. Zêdetirî 700 cotyaran di mîhrîcanê de berhemên xwe nîşandan û bi sedan kesî jî serdana mîhrîcanê kir. -
Li Geverê êşkence li malbatekî hate kirin
Derket holê ku dema beriya mehekî polîsan bi ser malekî li navçeya Gevar a Colemêrgê de girtine, êşkence li hemû malbatê kirine. -
Xelkê Mexmûrê li dijî lihevkirina PDK-Iraqê meşiya
Xelkê Mexmûrê ji bo ku PDK’ê ewlekariya wargehê negire meşek lidar xist. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimre Îxanet" hatin berzkirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin. -
CPJ xwest rojnamevan Silêman Ehmed bêşert bê berdan
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li DYE'yê ye xwest ku rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê hêzên PDK'ê ve di 25'ê Cotmehê de hate revandin, 'bêşert bê berdan'. -
HPG'ê bîlançoya şer a Cotmehê eşkere kir: 205 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir. Di 278 çalakiyan de 205 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di şer de 12 gerîla şehîd bûn. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Gelê Kurd îro jî bi ruhê Kobanê li ber xwe dide
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê bi ruhê Kobanê li ber xwe dide û got, "Çawa ku DAÎŞ li Kobanê bi ser neket, dewleta Tirk û hevkarên wê jî wê bi ser nekevin." -
Du fermandarên YBŞ’ê li Şengalê hatin bîranîn
Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, li komalgeha Duhla ya Şengalê hatin bîranîn. -
Tevgera Azadî: Serkeftina Kobanê, berhemê berxwedana li Îmraliyê ye
Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got: “Serkeftina Kobanê berhemê berxwedana bi rûmet a li Îmraliyê ye.” -
KJK'ê di Roja Kobanê ya Cîhanê ya 10'emîn de ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir
Koordînasyona KJK'ê di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyaniyek da û got, "Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê ya 10'emîn ji bo mezinkirina berxwedanê em bang dikin." -
Li Silopiyayê qirkirina siyasî: 5 kes hatin binçavkirin
Li Silopiyayê di çarçoveya qirkirina siyasî de zarok jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. -
Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de yên li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku li hemberî gerîla têk çûne, hewl didin bi bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî encamê werbigirin. -
Şehîd Fermandar Karakoçan li Mexmûrê hate bîranîn
Fermandarê YPG'ê Rojhat Karakoçan (Memet Gurbuz) li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn. -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Tatosê wesayiteke 'nokeran' şewitand
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li navçeya Tatos a Erzîromê wesayita kesekî 'noker' şewitandiye. -
Endamê Meclîsa Giştî ya Agiriyê Ozgur jiyana xwe ji dest da
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Agiriyê ya HEDEP'ê Kûtbettîn Ozgur jiyana xwe ji dest da. -
KCK: Werin em bi ruhê berxwedan û hevgirtinê Kobanê, şoreşê biparêzin
KCK: “Şoreşa Rojava encax bi têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan dikare were parastin. Her kesên li dijî mêtingeriyê ne, divê bi ruhê berxwedan û hevgirtina Kobanê bi xurtî piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava." -
Çawişê pispor ê tacîzkar serbest hat berdan
Çawişê pispor ê Tirk Eyûb K. yê ku li Nisêbînê tacîz li 4 zarokan kiribû, bi şertê kontrola edlî hat berdan. -
‘Rojnamevan Silêman Ehmed rûyê rast ê PDK’ê radixist ber çavan’
Serokê Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RUNUS) diyar kir ku rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve bi hêcetên bêbingeh hat girtin û got: “Divê em li hemberî binpêkirinên li Herêma Kurdistanê tên kirin, bisekinin.” -
'Ji ewlehiya rojnamevan Silêman Ehmed asayîşa PDK'ê berpirsyar e'
Rojnewsê li gel saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê xwest ku di zûtirîn demê de çarenûsa edîtorê wan Silêman Ehmed bê eşkerekirin û got, "Ji ewlehiya wî asayîşa PDK'ê berpirsyar e." -
YRK'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YRK'ê nasnameya gerîlayekî xwe yê li Asosê şehîd bû, eşkere kir -
Li Qendîlê jina ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî kirin
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de 10'ê Cotmehê destpê kir, li gundekî quntarê Qendîlê daxuyaniyek hate dayin. -
Kalkan: Teqez Erdogan berê Hamasê daye Îsraîlê - NÛ BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku Tayyîp Erdogan kir ku Hamas êrîşî Îsraîlê bike û got: “Çawa ku 15’ê Îlona 2014’an berê DAÎŞ’ê dabû Kobanê, niha jî kir ku Hamas êrîşî Îsraîlê bike.” -
Artêşa Tirk teqemeniyên qedexekirî bi dewamî bi kar tîne
Artêşa Tirk tevî çekên kîmyewî her wiha teqemeniyên ku bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin li dijî gerîla bi kar tîne. -
Cenazeyê Şehîd Destan Botan li Cizîrê hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Destan Botan ku 25’ê Tîrmehê li Nisêbînê ji bo nekeve destê dijmin, bi fedaî meşiya şehadetê, ji aliyê malbata wê ve hat wergirtin û li Cizîra Botanê hat veşartin. -
Li Hewlêrê dengê teqînê
Li Hewlêrê 3 teqînên mezin rû dan. Hate diyarkirin ku teqîn li nêzî avahiyeke partiya Rojhilat an jî li qada perwerdeyê ya hêzên koalîsyonê pêk hatine.