KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîla de yên li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li çeperekê û mobesseyekê hate xistin. -
'Em berxwedana hevrê Bêrîtan ji xwe re esas digirin'
Gerîlayên YJA Starê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, "Em îro li çiyayên Kurdistanê têkoşîn û berxwedana hevrê Bêrîtan esas digirin û li dijî dijmin şer dikin." -
Dîmenê çalakiya sûîqestê
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sûîqestê weşand ku li Zapê li dijî leşkerên Tirk a dagirker hate kirin. -
Rapora derbê dan, lêpirsîn li wan hat vekirin
Dozgeriyê ku di der heqê êşkenceyê de tu tişt nekir, di der heqê xebatkarê nexweşxaneyê de ku rapor da, dest bi lêpirsînê kir. -
Pisporê hiqûqa navneteweyî Biryar Şiwan: Tirkiye li rojavayê Kurdistanê tawanên şer dike
Pisporê hiqûqa navneteweyî Biryar Şiwan got, “Di hemû qonaxên tawanên şer de pêwîst e arşîv û data li ser tawanên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd bêne komkirin.” -
HPG’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê diyar kir ku 2 gerîla li Metînayê şehîd bûne û got: “Her çiqasî ku şehadeta wan ji bo zehmet be jî, wê bibe sedem ku em têkoşînê geştir bikin.” -
'Hevala Bêrîtan ji bo me xeta têkoşînê ye'
Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku wê li ser şopa Bêrîtan li dijî her cûre êrîşên dijmin berxwedanê dewam bikin û gotin, "Hevala Bêrîtan ji bo me xeta têkoşînê ye." -
Ji Serhedê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelek çalakî lidar xistin. Di encamê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 mobesse, 2 çeper û konek hatin îmhakirin. -
'Em li ser xeta Bêrîtan dimeşin'
Gerîla Xebat Mêrdîn anî ziman ku weke şopdarên Bêrîtan ew li ser xeta wê dimeşin û got, "Hevrêyên me yên jin ên li çiyayên Kurdistanê têdikoşin bi rengê Bêrîtan şer dikin û derbê li dijmin dixin." -
HPG'ê gerîlayekî şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîla Hebûn Kardaş bi nasnav (Bijî Amed) bi bîr anî ku sala 2020'î li Amedê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Bijî xwe ji fedakariyê neda alî, bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak." -
Li Sîdekanê bombe li wesayitekê hate barandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Dadîniye yê herêma Biradost a navçeya Sîdekan a Hewlêrê bi balafirên şer bombe li wesayitekê barand. -
Li Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya konvedanê hat destpêkirin
Bi pêşengiya Meclisa pêkhateyên Ereb ên Şengalê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ji bo 3 rojan kon hat vedan. -
Dewleta Tirk li Başûrê Kurditanê baregehên nû ava dike
Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bareghên nû ava dike. -
Şahidê êşkenceya Zindana Amedê Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da
Ji şahidên êşkenceya Zindana Amedê ya serdema 12’ê Îlona 1980’î Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da. -
Jinan li ser tecrîdê nîqaş kir
Li Şirnexê jin di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” li dijî tecrîd Îmraliyê hatin ba hev. -
Fermandarê gerîla Diyar Norşîn hate bîranîn
Fermandarê HPG'ê Diyar Norşîn ku 20'ê Cotmeha 2021'ê li Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn. -
Umît: Divê her Kurd li dijî dagirkeran pozîsyona xwe li gor xweparastinê diyar bike
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bal bir ser gurbûna şer li Kurdistanê û Rojhilata Navîn û got: "Her Kurd, her jina Kurd divê li dijî mêtingeriya qirker xwe wek hêzeke şer ava bike." -
Dîmenê çalakiya sûîqestê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya sûîqestê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand. -
HPG'ê Brûsk Timoqî bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîlayê li Botanê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Brûsk bi bîranîn, daxwaza xwe ya têkoşînê, wêrekiya mezin û biryardariya xwe wê ji me hevrêyên xwe re timî bibe mînak." -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şoreş Andok li Wanê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şoreş Andok yê di 21'ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê şehîd bibû, piştî 2 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û veşartin. -
Hêzên dewleta Îranê 6 kolber birîndar kirin
Hêzên dewleta Îranê li ser sînorê navçeya Bane û Newsud ên Rojhilatê Kurdistanê kolber gulebaran kirin, di encama gulebarana hêzên Îranê de 6 kolber bi giranî birîndar bûn. -
Rojnamevan Kaygûsûz hat girtin
Rojnamevan Selahattîn Kaygûsûz bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. -
Ciwanên Ereb tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bûn
Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ragihand ku ew tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bûne. -
Kampek mişt rûmet û azadî
Dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, xelkê Mexmûrê bû mertal. Ne tenê warê xwe, her wiha parastina tevahiya herêma Kurdistanê kir. Lê belê PDK her tim bûye rênîşanderê dewleta Tirk a dagirker û sîxuriya Mexmûrê dike. -
Serdegirtina avahiya HDP'ê hate protestokirin: Hûn nikarin me bitirsînin
Serdegirtina polîsan a li hemberî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê hat protestokirin û peyama "Hûn nikarin me bitirsînin" hate dayîn.