KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi girseyî serdana şîna malbata gerîlaya YJA Starê Ozmen hate kirin
Ji bo malbata gerîlaya YJA Starê Kiymet Ozmen ku li Zapê di şer de şehîd bû, bi rengekî girseyî serdan hate kirin. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, droneyek û 2 kon hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, droneyek û 2 kon hatin îmhakirin. Di çalakiyan de derb li 7 çeperan hate xistin. -
Parêzera Armîtayê hate binçavkirin
Hat ragihandin ku di meresima cenazeyê Armîta Girawend de ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat kuştin, parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh bi êşkence hatiye binçavkirin. -
Zarokên Êzidîxanê jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd kirin
Zarokên Êzidîxana pîroz, hestên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin, ‘Em ji Êzidîxanê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û azadiya wî dixwazin.’ -
Zozan Çewlîk: Çalakiyên fedaî wê timî bêne kirin
Ji fermandarên NPG'ê Zozan Çewlîk çalakiya fedaî ya 1'ê Cotmehê ya li Enqereyê nirxand û got, "Divê bê zanîn; çalakiyên bi vî ruhî têne kirin wê daîmî bibin." -
Li Amedê atolyeya tecrîd û şerê taybet hat lidarxistin
Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” li Amedê bi mijara tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist. -
Sendîkaya Rojnamevanan a Iraqê li aqûbeta rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed pirsî
Sendîkaya Rojnamevanan a Iraqê li aqûbeta rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed pirsî ku li Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve hate revandin. -
Qeyûm li Cizîrê hate şermezarkirin
Di salvegera destreserkirina Şaredariya Cizîrê de qeyûm bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Ji Amedê bang hate kirin: Divê Abdullah Ocalan karibe xwe bigihîne gelan
Li Amedê 172 saziyan deklarasyonek bi navê 'Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê' eşkere kirin û gotin, "Roj ew roj e ku Abdullah Ocalan karibe yekser xwe bigihîne gelan." -
Dewleta Îranê destûr neda ku Armîta li Kirmaşanê bê veşartin
Zaroka Kurd Armîta Girawend ku ji ber êşkenceya polîsên exlaqê yên dewleta Îranê 28 rojan di komayê de ma roja Şemiyê jiyana xwe jid est da. Hêzên dewletê destûr nedan ku cenazeyê Armîta li Kirmaşanê bê veşartin. -
Rojnamevanê ku PDK'ê ew revand, agahî jê nayê wergirtin
Edîtorê Servîsa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin, demeke agahî jê nayê wergirtin. Dayika Ehmed li aqûbeta kurê xwe dipirse. -
HPG'ê nasnameya şehîdên Amedê eşkere kir
HPG'ê ragihand ku li Amedê 3 gerîla şehîd bûne û got, "Hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît ruhê fedaîtiyê yê têkoşîna me ya azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi rengekî hêja temsîl kirin." -
Jinên Ereb li Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Jinên Ereb ên li Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ meşek li dar xistin. -
Denîz Bulbun di 40'emîn roja qetilkirina xwe de li Hewlêrê hat bibîranîn
Denîz Bulbun ê bi hevkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve hat qetilkirin, li Hewlêrê bi merasîmekê hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de banga dîtin û cezakirina kujeran hat kirin. -
Endamên ÎHD’ê û malbat ji bo kesên hatine qetilkirin, hatin ba hev
Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê kesên ku li Licê hatine qetilkirin, bi bîr anîn û aqûbeta Abdûrrahman Coşkûn pirsîn. -
Gerîlayan li Serhedê li qereqolê xist
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî qereqola Vedat Ozkaya ya girêdayî Bazîdê çalakiyeke bi koordîneyî lidar xist. Di çalakiyê de hat tespîtkirin ku 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin. Çeperek, mobesseyek û radarek hatin îmhakirin. -
Gundiyên di bin dorpêçê de, bi zorê tên koçberkirin
Li gundên navçeya Elkî û Basayê ku bi mehane dorpêça leşkerî lê didome, gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin. -
HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlaya ku şehîd bûye, eşkere kir û got: “Hevrêya me Cûdî bi têkoşîna xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê hişt.” -
Qeyûm karmendan li mala xwe dide xebitandin
Qeyemqam û qeyûmê Rêya Armûşê karmendên divê li avahiya qeymeqamtiyê xizmetê bidin gel, dibe mala xwe û di karê xwe yê taybet de dixebitîne. -
Nameya Şehîd Kadîr Ûsta ji Bêrîtan re
Şehîd Kadîr Ûsta (Gayyaz Koyuturk) di nameya xwe ya ji Bêrîtan re dibêje, "Te hest, raman û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi lêdana di dilê hevkariyê de xwe îspat kir. Di şexsê te de azadî careke din mirinê têk bir.” -
Filîz Bûdak: Kesê li Qereçoxê mir endamê MÎT'ê bû
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak diyar kir ku PDK dixwaze di bin navê xwe de dewleta Tirk li derdora Mexmûrê bi cih bike û got: "Kesê di şerê li Qereçoxê de mir endamê MÎT'ê bû.” -
Şehîd Bêrîtan Hêvî li Kerkûkê hat bibîranîn
Li Kerkûkê ji aliyê RJAK’ê ve semînerek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) hat dayîn. -
Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên Kurd birîn
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên Kurd hatiye birîn. -
KCK'ê ji bo jinûve nîqaşkirin û avakirina têkiliyên Kurd-Tirk bang kir
KCK'ê bi wesîleya sala 100'emîn a komarê daxuyaniyek da û got, "Em bang dikin ku têkiliyên Kurd-Tirk jinûve bêne nîqaşkirin û avakirin. Li ser vê bingehê tifaqa demokratîk a gelan bê afirandin." -
Li Amedê operasyona qirkirina siyasî: 13 ciwan hatin binçavkirin
Dewleta Tirk li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de, 13 ciwan binçav kirin.