KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PDK’ê 15 ciwanên Êzidî binçav kir
Hêzên PDK’ê 15 ciwanên Êzidî yên ji bo tevlî Cejna Cimayê bibin çûn Laleşê, binçav kir. Hat zanîn ku êşkence li ciwanan hatiye kirin û sîxûrî lê hatiye ferzkirin. -
Gerîla statuya Başûr rizgar kir
Di berxwedana dîrokî ya 3 rojan a Mexmûrê de Hewlêr û cihên li pişt wê ku dihat gotin nîvê wê vala bûne, ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin. -
Li Amediyê balafireke keşfê ket xwarê
Hate hînbûn ku li Amediyê balafireke keşfê ketiye xwarê. -
Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz mewlûd hat dayîn
Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz ê ku jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn. -
HPG: 25 dagirker hatin cezakirin, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 25 leşkerên dagirker hatin cezakirin, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin, derb li 5 çeperan hat xistin. 2 gerîla jî şehîd bûn. HPG'ê diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan hatine lidarxistin. -
Avesta: Divê pêngav bi rê û rêbazên afirîner dewam bike
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tenê bi daxuyaniyan nemîne û got: "Pêngav divê bi rê û rêbazên cuda, nû û afirêner dewam bike." -
Li Sêrtê 6 kes hatin girtin
Ji 15 kesên ku li Sêrtê hatibûn binçavkirin, 6 jê hatin girtin. -
Hêzên Îranê kolberekê Kurd kuşt
Hêzên dewleta Îranê, li Merîwanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, kolberekê Kurd ê bavê sê zarokan kuşt. -
Cemal Hacî: Di şikandina tecrîda Îmraliyê de roleke girîng a rojnamevanan heye
Çalakvanê Kurd Cemal Hacî got, çênabe kes li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê deng be û behsa rola rojnamevanan a di şikandina tecrîda Îmraliyê de kir. -
Jîna Emînî û 'Jin, Jiyan, Azadî' hêjayî Xelata Sakharovê hate dîtin
Parlamenta Ewropayê roja Pêncşemê Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê da jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya hate qetilkirin û tevgera jinê ya 'Jin, Jiyan, Azadî'. -
Çalakiyên ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan: 18 dagirker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Pênc kes li Hezexê hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de, pênc kes li Hezexê hatin binçavkirin. -
Karayilan: Em wezîfeya parastinê radestî ciwanên li wê derê dikin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan peyamek bi dîmen ji xelkê Mexmûrê re şand û got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li wê derê bi rola pêwîst rabûn û êdî wezîfeya parastinê radestî ciwanên li wê derê dikin." -
YRK'ê ji bo tevlîbûna li pêngavê bang li gelên Îran û Rojhilat kir
Fermandariya YRK'ê bang li gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku beşdarî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bibin. -
Mihçi: Berpirsyariya me bi kongreyê zêdetir bû
Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Mûrad Mihçi diyar kir ku enerjiya roja HDP ava bûye ketiye destê wan û got: ‘’Ev pir hêja ye, mirov pê kelecanî dibe û nîşaneya zêdebûna berpirsyariya me ye.’’ -
NPG: Me hemû hêzên xwe yên li Kampa Penaberan a Mexmûrê vekişandin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Rêveberiya tevgera me biryar da ku hemû hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişînin. Me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê hêzeke me nemaye. -
Li Şengalê dest bi vekirina gorên komî hate kirin
Li Sîba Şêx Xidir dest bi vekirina gorên komî hate kirin. Şêniyên Şengalê diyar kirin ku dewleta Iraqê li hemberî civaka Êzidî xemsar e û xwestin demildest hestiyên di gorên komî de bên tespîtkirin û kesên destê wan di fermanê de hene werin dadgehkirin. -
KODAR’ê êrîşa Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya Xezeyê şermezar kir
KODAR’ê êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser nexweşxaneyeke li Xezeyê şermezar kir. -
Li Amedê di nava 7 mehan de êşkence li 667 kesan hate kirin
OHD’ê eşkere kir ku li Amedê di nava 7 mehan de miameleya xerab û êşkence li 667 kesan hate kirin. -
Cenazeyê rojnamevan Salaz hat veşartin
Cenazeyê rojnamevan Necmettîn Salaz li Wanê hat veşartin. Bi sedan kes tevlî merasîma veşartinê bûn. -
Bi droneyê êrîş li baregeha DYE ya li Hewlêrê hate kirin- NÛ BÛ
Li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş li baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) hate kirin. -
Cenazeyê Dilovan Îşlek bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Dilovan Îşlek ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Mexmûrê hate veşartin. -
Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenên hin çalakiyan weşand ku Tîrmeh û Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin kirin. -
KCK: Em komkujiya dewleta Îsraîlê bi tundî şermezar dikin!
KCK'ê êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser nexweşxaneyeke li Gazzeyê şermezar kir û got, "Ev êrîşa dewleta Îsraîlê êrîşeke komkujî û qirkirinê ye. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyera bi êş a bi ser gelê Fîlîstînê ve hat, em gelekî êşandiye." -
Cenazeyê Salaz gihîşt Wanê
Cenazeyê rojnamevan Necmettîn Salaz gihîşt Wanê.Cenaze wê li Goristana Akkopru ya li navçeya Tûşbayê bê veşartin.