KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parlamentera HEDEP'ê: Pirsgirêka Kurd îro bi girêka tecrîdê ve aliqiye
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got, "“Pirsgirêka Kurd îro bi girêka tecrîdê ve aliqiye." -
Li Baneyê êrîşa dewletê: Kolberek hate kuştin
Hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejal a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin ser kolberan. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da. -
Li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakiyên gerîla
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin, derb li 4 çeperan hate xistin. -
Şehîd Erdal Şahîn: Ji bo jiyaneke azad berdêlên giran divê
Şehîd Erdal Şahîn gotibû, ji bo şerê mezin berdêlên mezin divê û diyar kiribû ku hem weke gel hem jî weke partî dema ku wan berdêlên giran dan ber çavên xwe hingî dikarin xwe bigihînin Kurdistaneke Azad, jiyaneke azad. -
HPG'ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Bager û Azad bi mîsyon û berpirsyariyên xwe yên di rêxistinkirin û pratîkkirina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî de cihê xwe di dilê gelê me de girtin." -
Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera leşkerî dibe sedema felaketa ekolojîk
Li çiyayê Cûdî dînamîtên li dora kanên kevir ên ji bo çêkirina rêyên nû û kûleyên leşkerî têne teqandin, dibin sedema felaketeke cidî ya ekolojîk. -
Li Payîzavayê çeteya kenewîr
Li Payîzavayê, çeteyek ji çawişên pispor û cerdevanan tovên kenewîr li zeviyên gundiyan çand û piştre îxbar kir û pere ji dewletê wergirt. Gundiyan gilî kirin, lê nekarîn encamê bi dest bixin. -
Bakirhan: Divê em vê pêvajoyê bi mirovên vî bajarî biparêzin re bi rê ve bibin
Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tûncer Bakirhan ku bi Platforma Bajêr a Amedê û rêxistinên civaka sivîl re civiya, anî ziman ku divê em vê pêvajoyê bi namzetên demokratîk û mirovên vî bajarî biparêzin re bi rê ve bibin. -
Civînên gel: Tecrîda li Îmraliyê bi berxwedanê tê şikandin
Di civînên gel de yên li ser meşa Gemlîkê hate ragihandin ku tecrîda li Îmraliyê bi berxwedanê dikare bê şikandin. Lewma jî banga tevlîbûneke xurt hate kirin. -
Şehîd Rojhat Zîlan: Dijmin wê ti carî nikaribe me ji bîr bike
Endamê Tabûra Nemiran Şehîd Rojhat Zîlan ku di 1'ê Cotmehê de li Enqereyê tevî Şehîd Erdal Şahîn çalakiya fedaî kir, beriya biçe çalakiyê axivî bû û gotibû, "Dema ku em gihîştin cihê me dixwazin, hingî dijmin wê nikaribe ti carî me ji bîr bike." -
Karasû: Meşa Gemlîkê divê bibe parçeyekî têkoşîna demokrasiyê - NÛ BÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku meşa Gemlîkê di heman demê de li dijî mêtingerî û faşîzma qirker e û got: “Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî divê bibin parçeyê vê, ya na mirov bi têkoşîna wan a demokrasiyê bawer nake.” -
KCK'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî
Konseya Rêveber a KCK'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî, ku 15'ê Mijdara 1937'an bi komployekê hatin girtin û piştre hatin darvekirin. -
Cenazeyê şervanên YBŞ’ê Feqîr û Şengalî bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên YBŞ’ê Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî yên duh di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Sinûnê şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Berxwedan û Dilgeş hatin veşartin. -
Li navçeyên Amedê ji bo tevlîbûna Meşa Gemlîkê bang hat kirin
Di civînên gel ên li navçeyên Erxenî û Farqînê de ji bo Meşa Azadiyê ya wê li Gemlîkê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin. -
145 koçberên din li Şengalê vegeriyan
Vegera Şengaliyên li kampan a li warê xwe dewam dike. Hate ragihandin ku 145 koçberên din li Şengalê vegeriyan. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em Şengalê teslîmî kesî nakin -NÛ BÛ
Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ têkildarî êrişa li ser Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê got, "Yên ku Şengal rizgar kirine wê li Şengalê bimînin. Em Şengalê teslîmî kesî nakin." -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li 6 çeperan hate xistin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de li herêma Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 6 çeperan hate xistin. -
Di êrişa dewleta Tirk de li Şengalê 2 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn
Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûne. YBŞ'ê got, "Şengal wê her tim rizgarkirî be, em ê tola şehîdan hilînin." -
HPG’ê nasnameya şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrêya me Doga bi tevlîbûn, biryardariya xwe, baweriya mezin, azweriya xwe ya serkeftinê, şêwaza li dijmin xistinê û ruhê fedayî, karî şêwaza serdema nû pêk bîne û di vê aliyê de bû fedayiyek mînak.” -
Balafira bêmirov a biçek li Şengalê êrîşî wesayîtekê kir: 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk li bajarê Sinûnê yê Şengalê wesayîtek kir hedef. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn. -
375 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê
375 koçberên din ên li kampa koçberan a li Zaxoyê, vegeriyan Şengalê. -
20 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
20 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê girtin. -
Rêveberiya Xweser û PADÊ bi şahiyekî namzetên xwe dan nasîn
Rêveberiya Xweser a Şengalê û PADÊ bi şahiyekî namzetên xwe dan nasîn. -
Li Panosê bang: Em tevlî Meşa Gemlîkê bibin
Di civîna gel a li navçeya Panosê de, banga tevlîbûna Meşa Gemlîkê hate kirin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin. -
Qeyûm merasîma zarokan a bi Kurdî asteng kir
Hat xwestin ku li Cizîrê atolyeya zarokan a bi Kurdî were lidarxistin. Lê bi biryara qeyûmê xespkar atolye hat astengkirin.