KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Febrîqeya tekstîlê ya AKP'ê ya ji bo hilbijartinê piştî 3 mehan hate girtin
Febrîqeya tekstîlê ku şaredariya Payîzava ya AKP'yî di hilbijartinên giştî de vekir, di nava sê mehan de hate girtin. Sîgortaya karkerên ku 3 mehan hatin xebitandin jî tenê ji bo rojekê hate dayin. -
'Gerîlayên ku DAÎŞ têk birin, mirovahî ji belayekî mezin rizgar kirin'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovahî ji belayekî mezin rizgar kirin. -
Li Wanê 3 ciwan hatin binçavkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Wanê de, duh 3 ciwan hatin binçavkirin. -
HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayê li Metînayê şehîd ket eşkere kir û got, "Ji bo hêjayî meşa azadiyê ya hevrêyê xwe Egîd bibin ku li ser xeta fedaîtiyê meşiya, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin." -
PKK hebûna gelekî parast
Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku PKK'ê hebûna gelekî parast. -
PAJK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir
PJAK: Operasyona şoreşgerî ya ku derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist, hemû milîtanên HPG û YJA Starê yên çalakî kirin û Biryargeha me ya Navendî ji dil pîroz dikin. -
Meheke agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê wergirtin
Meheke agahî ji edîtorê servîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed nayê wergirtin ku ji aliyê PDK'ê ve hate revandin. -
'Dem hatiye ku em artêşa Tirk vegerînin cihê ku jê hatiye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku wan li Zapê dagirkeriya Tirk sekinandine û gotin, bi operasyona şoreşgerî ya dawî re ew dixwazin dagirkeran bişînin cihê jê hatine. -
Li Sêrtê kana madenê hilweşiya: 3 karker jiyana xwe ji dest dan
Li Sêrtê di encama hilweşîna kana madenê ya Etî Bakir de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Karayilan: Gelê Kurd bi têkoşîna gerîla rabû ser xwe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan destnîşan kir ku civakeke hêviya xwe şikestibû, bi rêya têkoşîna gerîla li dijî dijmin têkoşîna xwe bilind kir. -
Gerîlayên HPG'ê salvegera 45'an a cejna vejînê pîroz kirin
"Em nabêjin an serketin an mirin. Ji ber di felsefa me de cih ji mirinê re tuneye. Em dibêjin an serketin an serketin. Têkoşîn û berxwedana me, fedayitiya me ya di xeta Rêber Apo de wê her bidome." -
PKK: Di sala 46'an de rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye
Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li her kesî kir, ku beşdarî kampanya azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin û got, "Di sala 46'an de rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye." -
DBP'ê encamnameya civînên xwe eşkere kir
Di encamnameya DBP'ê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan işaret bi biryardaryia mezinkirina çalakiyan kir. -
Ji bo malbata gerîla Şîlan Bakşî serdana girseyî
Li Silopiyayê ji bo malbata gerîlaya YJA Starê Şîlan Bakşî serdaneke girseyî ya sersaxiyê hate kirin. -
Li Serhedê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin
Li qada Gundê Derê yê navçeya Ebexê ya Wanê, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li qereqoleke artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin. -
Bi dronê êrîş li baregeha Emerîkî ya li nêzîkî Hewlêrê hat kirin
Hat ragihandin ku danê sibehê li dijî baregeheke leşkerî ya Emerîkayê ya li nêzî Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê bi dronê êrişek pêk hatiye. -
'Em ê nehêlin ku dagirker bi rehetî bimînin û bi rehetî vekişin!'
Gerîlayên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bûn diyar kirin ku ew ê nehêlin bêhn bê ber leşkerên Tirk, her wiha wê destûr nedin ku dagirker xwe bi rehetî vekişînin. -
KCK’ê hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyek nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê ku 19-20’ê Mijdarê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker operasyon lidar xistin, pîroz kir. -
Qasim Keşko: Em ê li gorî daxwazên gel siyasetê bikin
Namzetê Hevpeymana Gelê Nînowayê yê ji Şengalê Qasim Keşko diyar kir ku mijarên bingehîn ên bernameya wan a siyasî ewlehî, îdarî û vegera koçberan e û got, ew ê li gorî nêrînên gel di siyasetê de guherînê çêkin. -
'PKK alternatîfa jiyana azad e'
Gerîla Niştiman Kurdistan anî ziman ku gelê Kurd bi damezrandina PKK'ê re jinûve rabû ser piyan û got, PKK alternatîfa jiyana azad e. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê PKK ji lîsteyê were derxistin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyek ragihand ku ew piştgiriya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û daxwaz kir ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin. -
Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê serdana mexdûrên lehiyê kir
Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, li gel şandeya ku ji parlamenterên HEDEP'ê û saziyên sivîl pêk dihat, çûn serdana niştecihên taxa Seyîtler a Êlihê. -
Li Girê Amediyê operasyona şoreşgerî ya gerîla: 49 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di çalakiyên gerîla de herî kêm 49 dagirker hatine cezakirin. -
Ûgûr û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Li Mêrdînê 19’emîn salvegera qetilkirina Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gorên wan hatin bibîranîn. -
HPG: Li Metînayê 12 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê bi çalakiyan pîroz kirine û li Metînayê 12 dagirker hatine cezakirin.