KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Artêşa dagirker 39 caran bombe kir, qadên niştecihiyê zirar dîtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin; gelê herêmê zirar dîtiye. -
Qirkirina siyasî: Zêdeyî 50 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de 110 kes hatin binçavkirin û ji van 50 kes hatin girtin. -
Cenazeyê keça wê di qartonê de hate radestkirin: Bila ji me bitirsin!
Asiye Elçîçek a ku cenazeyê keça wê şehîd Axîn Seydo (Menfiyat Elçîçek) di qartonê de radestî wê hate kirin, wiha got: “Ez bi hêrs im. Ez serbilind im, çi dikin bila bikin, dê nekarin me, bila ji me bitirsin.” -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand ku hêzên YJA Starê bi teknîka sabotajê 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. -
39 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmet nayê girtin
39 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed nayê girtin. -
Dewleta Tirk a dagirker Qendîlê bombebaran kir
Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Bokrîskan ê Qendîlê bombebaran kirin. -
Nûnertiya HDP’ê ya Başûr: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê demildest bê rakirin
Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û li dijî tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir. -
Emîn Guler ê ji sedî 90 astengdar jî tevlî greva birçîbûnê bû
Girtiyê ji sedî 90 astengdar Emîn Guler jî tevlî greva birçîbûnê ya dorveger bû ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin. -
Namzetê Partiya Teqedim Tamir Nayîf Xelef: Ji sala 2003'an û vir ve mafê me winda ye
Di hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ên Iraqê de namzetê Partiya Teqedim a Êzidiyan Tamir Nayîf Xelef diyar kir ku ji sala 2003'an û vir mafê Şengalê winda ye û bal kişand ser girîngiya tifaqa Êzidiyan a di hilbijartinê de. -
Piling Meletî: PKK li ku be, li wir berxwedan heye
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Piling Meletî berxwedana girtiyên PKK û PAJK'ê yên di greva birçîbûnê de ne silav kir û got, "Ji bo PKK girîngiya cih nîne, PKK li ku be, li wir berxwedan heye." -
Artêşa Tirk meha Mijdarê 27 caran êrîş bir ser Efrîn û Şehbayê
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe meha Mijdarê 27 caran êrîş bir ser Efrîn û Şehbayê. -
HPG’ê şehîdên Garzanê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê Şoreş Ronî, Tolhildan Hîzan û Serhildan Garzan ku 23’ê Mijdara 2021’an di êrîşa hêzên artêşa Tirk a li ser Garzanê de şehîd bûn, bi bîr anî û soz da ku bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Mijdarê eşkere kir: 124 dagirker hatin cezakirin
Li gorî bîlançoya şer a meha Mijdarê di 193 çalakiyan de 124 dagirker hatin cezakirin. Di şer de 4 gerîla şehîd bûn. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê berdewam dike
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Koma 28’an çalakî dewr girt. -
Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê mizgeft bombebaran kir
Balafirên dewleta Tirk a dagirker mizgefta gundê Xankê yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir. -
Bakirhan: Ji bo tecrîd bê rakirin divê zêdetir têbikoşin
Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ew ê di hilbijartina herêmî de hemû şaredariyên li Wanê bigirin û got: “Em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku di hilbijartinên herêmî de vîna me xesp kirine.” -
Cenazeyên Axîn Soran û Azad Zagros dan malbatên wan
Cenazeyên gerîla Axîn Soran û Azad Zagros ên di sala 2018’an de li Kato Marînosê şehîd bibûn, radestî malbatên wan hatin kirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Divê greva birçîbûnê bi ser bikeve, em tecrîdê bişikînin
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku dewleta Tirk biryar li ser dewamkirina êrîşên li dijî Rojava û gelê Kurd daye. Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û berxwedana greva birçîbûnê silav kir. -
Xelkê Amedê ji ber krîza aboriyê di nava zor û zehmetiyê de ye
Xelkê Amedê diyar kir, ku ku ji ber pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyeyê rojên zehmet derbas dikin û rexneyên xwe yên li ser polîtîkayên xelet ên desthilatê yên di warê aboriyê de anîn ziman. -
Hêzên Îranê 2 kolberên din birîndar kirin
Hêzên Îranê li herêma Hengejalê 2 kolberên din birîndar kirin. -
Ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên gerîla dewam dikin
HPG'ê diyar kir ku li Îdirê di çalakiyeke gerîla de ya li ser qereqola Korxanê 2 dagirker hatin cezakirin. -
'45 sal in em ji bo civakeke azad têdikoşin'
Ji Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Piling Meletî anî ziman ku PKK 45 sal in ji bo civakeke azad têdikoşe û destnîşan kir ku di encama vê têkoşînê de jî gelên herêmê çareseriyê di nava PKK'ê de dibîne. -
Fermandariya NPG'ê gerîla pîroz kir
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Em hemû fermandar û şervanên tevlî Operasyonoa Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed bûne ji ber serketina wan pîroz dikin. -
'Em wê alê bi rûmetî bilind dikin'
Gerîla Şerzan Hawar li ser salvegera damezrandina PKK'ê axivî û anî ziman ku ew ala şehîdan bi rûmet bilind dikin û got, "Em ê armancên wan bi ser bixînin." -
Armanc Med: Ev şer wê bi serketinê biqede
Ji fermandarên HPG'ê Armanc Med diyar kir ku berxwedana gerîla ya vê demê xwe dispêre mîrateya 14'ê Tîrmehê û got, "Em zanin ku ev şer wê zehmet be, lê belê wê bi serketinê bi encam bibe."