KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Tevgera Azadî peyama sersaxiyê
Tevgera Azadî ji bo malbatên kesên di şewata li avahiyeke li navçeya Soranê derketî de jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand. -
‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan belavî cîhanê bû’
Şaxa ÎHD’ê ya Wanê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li avahiya baroyê panelek li dar xist. Di panelê de hate gotin paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû. -
HPG: Hevrêyên me Zinar û Akîf her kêliya xwe bi milîtanî derbas kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di şexsê Zinar Raperîn û Akîf Tolhildan de wê armanca şehîdan a Kurdistana azad pêk bînin. -
Li malbata Jîna Emînî derketina derve hat qedexekirin
Dewleta Îranê, malbata Jîna Emînî ya ku ji bo wergirtina xelata Sakharovê diçû Fransayê li balafirgeha Tehranê asteng kir. -
Xizmên windayan ji bo Dayika Taybet û Esenboga hatin ba hev
Xizmên windayên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji bo Taybet Înan û Hasan Esenboga hatin ba hev. -
Ji 44 rêxistinan bang: Tecrîdê bi dawî bikin, pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bikin
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, bi tevlîbûna 44 rêxistinên civakî yên sivîl li Amedê meş hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi diyalogê were çareserkirin. -
Tirsa dewleta Tirk ji ‘greva birçîbûnê’: Cezayê disîplînê hate dayîn
Li girtîgehên bi hejmar 1 û 2 yên Rihayê cezayên disîplînê dan girtiyên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kirine. -
Seyît Oktay ê piştî 30 salan hate berdan, bi girseyî hate pêşwazîkirin
Seyît Oktay ê piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe Wanê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. -
Ji bo kesên ku di şewata li Soranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat ragihandin
Li Soranê ji bo 14 kesên ku di şewata bi avahiyekê ketî de jiyana xwe ji dest dan, 3 rojan şîn hate ragihandin. -
'Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin'
Gerîlaya YJA Starê Zelal Cizîr a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di pozîsyona berxwedanê de ye got, "Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin." -
Ada: Em ê bi zarokên xwe yên girtî re li ber xwe bidin
Xwişka mezin a yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Hamdûsena Ada, Reşahat Ada anî ziman ku heta ku tecrîd bê şikandin zarokên wan di girtîgehê de û ew ê jî li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe bidomînin. -
Sersaxiya Dîren Amed bi girseyî hat ziyaretkirin
Sersaxiya gerîlayê HPG'ê Dîren Amed (Mazlûm Şener) ku 4 meh şûnde cenazeyê wî radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat ziyaretkirin. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, 3 mobesse hatin îmhakirin
HPG'ê ragihand ku di çalakiyên 3-7'ê Kanûnê de dagirkerek hate cezakirin û 3 mobesse hatin îmhakirin. -
Şervanên Ereb: Ji bo jiyaneke wekhev û bi rûmet em tevlî PKK'ê bûn
Şervanên Ereb Delal Amed û Omer Tilkoçer ku ji bo jiyaneke wekhev, bi rûmet û azad tevlî nava refên gerîla bûn, bal kişandin ser girîngiya PKK'ê ya ji bo biratiya gelan. -
Leşkerên Tirk êrîşî parêzerê ku bi muwekîlê xwe re Kurdî axivî, kirin
Endamê OHD’ê Ahmet Atiş di dema binçavkirinê de bi muwekîlên xwe re bi Kurdî axivî, lewma fermandarê qereqolê û leşkeran êrîşî wî kir. -
Gerîlayê wêrek ê bi heybeta çiyayê Bagokê: Zinar Bagok
Zinar Avci ku li bajarê serhildanê yê Kurdistanê Nisêbînê ji dayik bû, di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû. Bi wêrekî û fedakariya xwe dihate naskirin. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dewleta Tirk xist. -
Qelqelî ji aliyê aborî ve hatiye tecrîdkirin
Li Qelqeliyê ku mîna dorpêçkirî ye û çavkaniyên xwe yên aboriyê hemû hatine birîn, şêniyên herêmê dibêjin ku ji ber sekna xwe ya siyasî têne cezakirin. -
TAJÊ bang kir: Heta agahî ji Rêberê xwe werbigirin, nesekinin
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang li gelê Kurd kir ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê wergirtin nesekinin. -
Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên li Metînayê hatin desteserkirin, weşand
Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî weşand ku li Metînayê di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed de desteser kirin. -
Li Xelatê seferberiya hilbijêrên Tirk û guhertina demografiyê
Desthilata AKP-MHP'ê gefan li karkeran dixwe ku xaniyên ji bo Tirkên Ahiskayî tên çêkirin beriya hilbijartinê bên temamkirin. -
Rojnewsê li aqûbeta Silêman Ehmed pirsî
Rojnewsê got, "Bû 44 roj, Silêman Ehmed li ku ye?" li aqûbeta Silêman Ehmed pirsî ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye revandin. Rojnewsê ragihand ku ji ewlehî û jiyana edîtorê wan PDK berpirsyar e. -
HPG'ê şehîdên Xakurkê bi bîr anî: Bi rengê Bêrîtan jiyan
HPG'ê endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û 5 gerîlayên YJA Starê yên pê re şehîd bûn, bi bîr anî. -
Gokalp: Li Bedlîsê ewlehiya can û mal nîne
Parlamentera Bedlîsê ya HEDEP'ê Semra Çaglar Gokalp got, li gundên Bedlîsê yên ku herêma qedexe ya leşkerî, herêma ewlekariyê û qedexeya derketina derve lê hatiye ragihandin, ewlehiya can û mal nîne. -
Dayika me ya serbilind: Dayika Asya
Tu gumanên Dayika Asya li doza Axînê tune, ji ber wê ew hê jî hêvîdar e. Ji ber vê ye ku dijminê telew hewl dida bedena Axînê ya ku li çiyayan hil nedihat bixin nava qutiyekê. -
YRK'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
YRK'ê nasnameya 2 gerîlayn eşkere kir ku li herêma Pêncewînê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.