KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Leşkerên Tirk dor li gundê Hespistê pêçane
Gundê Hespistê yê li navçeya Hezexê ji doh ve di bin dorpêça artêşa Tirk de ye. Li taxa Atakentê ya navçeyê di serdegirtina malan de Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin. -
Xwişk û bira hatin girtin
Fethî û Zeynep Otunç ku xwişk û birane li Rihayê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û bi îdîayê “alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin. -
Ji bo kongreya Meclîsa Ciwanan banga tevlîbûnê
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Îdrîs Yalçin işaret bi şerê taybet ê dewletê kir ku li dijî jin û ciwanên Kurd dimeşîne û li hemberî înkarê bang li ciwanan hemûyan kir ji bo tevlî kongreya wan bibin. -
'Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe'
Parlamentera Amedê ya ji DEM Partiyê Ceylan Akça got, sedema krîza aboriyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd û şer e. Ceylan Akça destnîşan kir ku çareserî jî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe. -
Serderdevan êşkence li zaroka 10 salî kir
Li Hezexê sercerdevan Adîl Oktan êşkence li zaroka 10 salî kir. -
Serdana şîna gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat kirin
Ji bo gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat (Jiyan Şahîn) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Amedê şîn hate danîn. Serdana şînê hate kirin. -
Li Êlihê hedefgirtina Şêx Seîd hate protestokirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê hedefgirtina Şêx Seîd protesto kir û got: “Em ê êrîşa li dijî nirxên xwe qebûl nekin.” -
Dayikên girtiyan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin
Dayikên di Nobeta Edaletê de ku zarokên wan 25 roj in di greva birçîbûnê de gotin, “Gelê Kurd paşve gav navêje. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.” -
Dîmenê çalakiya li Xakurkê hate weşandin: 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Xakurkê çeperek îmha kirin û 3 leşkerên artêşa Tirk ên di hundirê çeperê de ceza kirin. Dîmenê vê çalakiyê di Gerîla TV de hate weşandin. -
HPG: Bûn haveynê yekîtiya gelan
HPG’ê ji bo Mahir Binevş û Azad Serab ên li Zapê şehîd bûn, wiha got: “Bi têkoşîn û şehadeta xwe bûn pira di navbera gelên Kurd û Ereb de. Bûn haveynê yekîtiya gelan û navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin.” -
Hejmartina dengên taybet li Kerkûkê destpê kir
Îro li Kerkûkê hejmartina dengên taybet destpê kir. Li Kerkûkê 16’ê vê mehê 40 hezar kes beşdarî dengdana taybet bûbûn. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 31’emîn dewam dike
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin berdewam dike. Koma 31’emîn Nobeta Azadiyê dewr girt. -
Dadgeriya dewleta Tirk cezayê pere li Emîne Şenyaşar birî
Emîne Şenyaşar ku hevser û zarokên wê ji aliyê xizm û parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî ve hatin qetilkirin, bi îdîaya 'heqaret' li Yildiz kiriye bi cezayê pere hate cezakirin. -
Li Rihayê xwişk û bira hatin binçavkirin
Li Rihayê di serdegirtina malan de Fethî û Zeynep Otunç hatin binçavkirin. -
Li Rihayê ji bo grevên birçîbûnê bang hate kirin
Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya li Rihayê xwestin, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bêne qebûlkirin û bang li raya giştî kirin. -
Artêşa Tirk bombe li gundekî Amediyê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Guherzê yê Amediyê barand. Di encamê de zerar gihîşt mal û baxên gundiyan. -
Kampanya şandina kart û nameyan ji bo Îmraliyê destpê kir
Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan dest bi kampanya şandina kart û nameyan ji bo Girtîgeha Îmraliyê kirin. -
Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin, gerîlayan dagirkerek ceza kirin
HPG'ê diyar kir ku ji dagirkerên dixwestin li Zapê bi cih bibin yek jê hatiye cezakirin. Hate ragihandin ku artêşa Tirk 5 caran bi teqemeniyên qdexekirî û gazên kîmyewî êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
Kujerên Ahmet Gun hîn jî serbest in
Ji bilî cerdevanê teqawîtbûyî Enver Babat 3 kesên ku rêveberê DEM Partiyê yê bajarokê Sêgirkê Ahmet Gun qetil kirin, 9 roj in hîn jî nehatine girtin. -
'Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin qeyûman'
Şêniyên Amedê ragihandin ku qeyûm xizmetê ji gel re nakin û destnîşan kirin ku di hilbijartinên xwecihî de wê bersivê bidin qeyûman. -
Encamên hilbijartinên encûmenê parêzgehên Kerkûk û Mûsilê
Di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de li Kerkûkê YNK bi ser ket. Li Mûsilê jî Koalîsyona Nînowayê ya bi pêşengiya waliyê berê bi ser ket, PDK jî bû partiya duyemîn. -
Navên leşkerên ku mirina wan tên veşartin, hatin eşkerekirin
Navên leşkerên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed de hatin cezakirin, hatin eşkerekirin û dîmenê kel û pelên wan hate weşandin. -
Şengal bi serketina Qasim Keşko kêfxweş e
Rêveberiya Xweser ya Şengalê serketina namzetê PADÊ Qasim Keşko pîroz kir û got, "Divê civaka Êzidî êdî xwe bi xwe birêve bibe û rêveberên xwedî wijdan ên dilsozê Êzidiyan hilbijêrin.” -
Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê hatin ragihandin
Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê hejmara kursiyên Kurdan li Kerkûkê heft in. -
Namzetê Rêveberiya Xweser Kasim Keşko ket Meclîsa Mûsilê
Li gorî daxuyaniya Desteya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê Kasim Keşko di hilbijartina meclîsên Mûsilê de bi ser ket.