KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Adalet Kaya: Serlêdana jinan a ji bo namzetiyê peyamek e
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku serlêdana jinan a ji bo namzetiyê ji sîstema ku hevserokatî û destkeftiyên jinan hedef digire re peyameke girîng e. -
CPT: Di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de 11 welatî hatine qetilkirin
Endamê CPT’yê Kameran Osman diyar kir ku di sala 2023’an de di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de 11 welatî hatine qetilkirin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di sala nû de wê têkoşîna me mezin bibe
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê sala nû ya hemû alema Xirîstiyan û civaka Êzidî pîroz kir û got: “Em ê di sala nû de ji bo mayîndekirina ‘Şengala Xweser’ têbikoşin." -
Li Hewramanê kolberek Kurd bi giranî birîndar bû
Li bilindiyên devera Hewraman kolberekê Kurd ket xwarê û bi giranî birînda bû. -
Ji ber pirtûkan derbarê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin û berdana wan hat astengkirin
Ji girtiyên li Panosê Yasîn Yilmas got ku bi ser qawîşan de hatiye girtin, ji ber pirtûkên hatine desteserkirin derbarê hin girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin û berdana wan hat astengkirin. -
Tevgera Azadî: Dem dema têkoşîneke xurt e
Tevgera Azadî bi wesîleya sala nû peyamek weşand û got: “Dem dema azadî û têkoşîneke xurt e ku em mafên xwe yên rewa û xwezayî bi dest bixin.” -
Guhertina koordîneyê dagirker rizgar nekirin
Artêşa Tirk piştî van derbeyên dawî yên xwarî, herhal fêm kiriye ku bi teknîkê rizgar nabe. Eger fêm nekin, hêzên gerîla wê bi derbeyên bi bandor bi wan bide fêmkirin. Bila gumana ti kesê ji vê yekê nebe. -
Bi balafirên bê mirov êrîşî bajarokê Axceler hate kirin
Danê siharê, gundek ser bi bajarokê Axceler ya navçeya Çemçemalê car din bi balafirên bê mirov û bi çek hate bombebarankirin. -
Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
Li navçeya Gever a Colemêrgê li ser hev 3 erdhej çêbûn. -
Cenazeyê Tahîr Demîrtaş hat veşartin
Cenazeyê bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş, li Goristana Mardînkapi hate veşartin. -
Ji ber ku cenaze hatine şewitandin, malbatan nekarîn teşhîs bikin
Hat diyarkirin ku cenazeyên 3 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Bagokê de şehîd bûn, ji ber ku hatine şewitandin malbatan nekarîn teşhîs bikin. -
Li Mûşê 2 ciwan hatin binçavkirin
Li Mûşê bi ser malan de hate girtin û 2 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin. -
Gerîla Şerda Azadî: Em ê bi ruhê fedayiyane tevbigerin
Gerîla Şerda Azadî diyar kir ku gerîla hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin û got, “Em ê di sala 2024’an de bi pêşengtiyeke xurtir û ruhekî fedayiyane tevbigerin.” -
Cezayê girtîgehê li mamostayê zimanê Kurdî hate birîn
Dewleta Îranê salek cezayê girtîgehê li mamostayê zimanê Kurdî Seywan Îbrahîm birî. -
KCK’ê Firyad Hîranî bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî pêşmergeyê dêrîn Firyad Hîranî bi bîr anî û di serî de malbata wî, sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê re xwest. -
Cenazeyê Kerîmiyan bi merasîmekê ber bi Rojhilat ve hat şandin
Cenazeyê Sînemager, şehîd Mensûr Kerîmiyan îro li bajarê Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî ber bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ve hat şandin. -
Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir
Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, kolberekî din ê Kurd jiyana xwe ji dest da. -
KNK’ê sala nû li gelê Kurdistanê û gelên cîhanê pîroz kir
KNK’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em hêvî dikin ku sala 2024’an ji bo gelê me bibe sala serketinê. Weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em bi vê nêrîn û helwestê sala nû li gelê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê pîroz dikin.” -
Yilmaz: Li Kurdistanê ferzkirina sîxuriyê sîstematîk bûye
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku bi awayekî sîstematîk li ser kesên li Kurdistanê têkoşîna mafan dimeşînin zext û sîxurtî tê ferzkirin û got, “Ferzkirina sîxurtiyê sûcê bêpar hiştina ji mafê azadiyê ye." -
AKP dengdêran tîne Artemêtê
AKP ji hilbijartinên herêmî re 3 meh maye, dest bi hîleyên hilbijartinê kir. AKP’a ku bi salane li navçeya Artemêtê winda dike, dengdêran tîne navçeyê. Di nava vê meha dawî de 80 malbat li Yenî TOKî û Kiracilar TOKÎ bi cih kirin. -
Dewleta Tirk li Biradostê êşkence li 3 birayan kir
Artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê 3 bira revandin û êşkence kirin. Hat diyarkirin ku ciwanan radestî PDK’ê hatine kirin. -
Girtiyê nexweşê penceşêrê, jiyana xwe ji dest da
Girtiyê bi navê Naîf Aybar ê 63 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û ew salek bû tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Îranê 3 kolber birîndar kirin
Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, li ser sînorê Baneyê 3 kolber birîndar bûn. -
Kurdek ji aliyê hêzên Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin
Hêzên Îranê Kurdê bi navê Mansoûr Salamat ê binçavkirî, bi êşkenceyê qetil kir. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 1 mobesse hat îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî çalakî kirin û di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, 1 mobesse hat îmhakirin.