KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Îranê şîna ji bo şehîd Aryen Arê asteng kir
Hat xwestin ku ji bo yek ji fermandarên HPJ’ê Aryen Arê li gundê Aşnakê şîn were danîn. Hêzên dewleta Îranê gund dorpêç kirin û serdanên ji bo şînê asteng kirin. -
Şêniyên Başûrê Kurdistanê: Pêwîst e Rêber Apo serbest bê berdan
Welatparêzên başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” anîn ziman û gotin: “Azadî Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.” -
Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
Rêveberiya nû ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ku Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn lidar xist, diyar bû. -
Hiqûqnas Xalid Omer: Berxwedana gel komploya li dijî Rêbertî pûç kir
Hiqûqnas Xalid Omer diyar kir ku armanca bingehîn a girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê şikandina îradeya gel e û wiha got, “Gel bi îradeya xwe komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan vala derxist.” -
Kongreya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade wê tecrîdê bişikîne
Di kongreya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê de ku bi hezaran ciwan tevlî bûn, hate gotin "Me serî netewand. Ev îrade û bawerî wê tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne." -
HPG: Li Zapê 18 dagirkerên din hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku li Zapê du operasyonên cuda yên şoreşgerî pêk anîne û 18 leşkerên din ên dagirker hatine cezakirin. -
YRK'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
YRK'ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Pêncewînê şehîd bûn. -
HPG: Hevrêya me Welat milîtaneke xeta PKK-PAJK'ê bû
HPG'ê ragihand, gerîla Welat Arjîn Tolhildan (Emîne Ekmez) ku 8'ê Kanûnê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, bi jiyana xwe ya dilnizm û sekna xwe ya bêteredût a li ser xeta azadiya jinê, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. -
HPG: Di Operasyona Şoreşgerî ya Girê Amediyê de 34 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li Xakurkê û Metîna derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist, roja piştî wê jî li Zapê 34 dagirker ceza kirin. HPG'ê diyar kir ku 3 gerîla şehîd bûn. -
Piştgiriya ji bo çalakiyên Nobeda Edaletê mezin dibe
Piştgiriya ji bo Nobedên Edaletê mezin dibe ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' destpê kirine. Malbatên tevlî çalakiyê bûne dibêjin, heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe dewam bikin. -
Li Silêmaniyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşa girseyî
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî hat lidarxistin. -
Komkujiya Parîsê li Mexmûrê bi meşekî girseyî hat protestokirin
Komkujiya Parîsê li Mexmûrê bi meşekî girseyî hat protestokirin û ev peyam hat dayîn, “Dijmin bi qetilkirina pêşengên me hewl dide îradeya gelê Kurd tine bike. Em ê tu carî rê nedin vê.” -
Polîsan li Rihayê êrîşî dawetê kirin: 3 kes bi lêdanê binçav kirin
Li Rihayê polîsan êrîşî ser daweteke li kolanê kirin, gule berdan hewayê û 3 kes bi lêdanê binçav kirin. -
Bakirhan: Heta ku pirsgirêka Kurd bidome, wê aramî pêk neyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan li Dersimê bang li desthilatê kir û wiha got: “Heta ku pirsgirêka Kurd berdewam bike dê ne li Dersimê ne jî li Tirkiyeyê aramî pêk were.” -
Hêzên Îranê kolberekî din bi giranî birîndar kir
Hat zanîn ku di encama gulebarana hêzên Îranê de koleberek bi giranî birîndar bû. -
Polîsan êrîşî merasîma bîranînê ya Mîr Perwer kir
Gelê ku xwest Hunermendê Kurd Mîr Perwer ê li Parîsê hatî qetilkirin, li ser gora wî bi bîr bîne, rastî astengiya polîsan hat. Polîsan êrîşî malbata Mîr Perwer jî kir. -
Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Silêmaniyê destpê kir
Meşa girseyî ya di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareseriya siyasî" li bajarê Silêmaniyê destpê kir. -
Xizmên windakiriyan faîlên gelek kesan pirs kirin
Xizmên windakiriyan li Amed, Êlih, Şirnex û Colemêrgê hatin ba hev û faîlên gelek kesên ku hatine qetilkirin, pirs kirin. -
Gerîla 36 dagirker ceza kirin, li Xakûrkê çûn ser 17 cenazeyan
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di operasyona ku li dijî dagirkeran a li Xakûrkê pêk anîne de, dagirkerên li ser girê bi temamî tasfiye kirin, çûn ser 17 cenazeyê dagirkeran. Li Xakûrkê 27 dagirker û li Metîna 9 dagirker hatin ceza kirin. -
Li Rihayê qeza: kesekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes birîndar bûn
Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû. Di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn. -
Agahiya ‘Li Xakurkê 27 dagirker hatin cezakirin’
Hat diyarkirin ku di operasyona Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Xakurkê de 27 leşkerên Tirk hatin cezakirin û 17 çek jî hatin desteserkirin. -
Xelkê Colemêrgê sala 2023’an bi binpêkirinên mafan û qedexeyan derbas kir
Li Colemêrgê ku Rewşa Awarte bênavber tê meşandin, sala 2023’yan bi binpêkirinên mafan û qedexeyên keyfî derbas bû. Li Colemêrgê ku qanûnên heyî jî tên rawestandin, gel mîna di girtîgeheke vekirî de ye. -
Li Kerkûkê pênc sal ceza li deh kesên Beesî hate birîn
Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi tometa endambûna li partiya Beesê ya berê ya Iraqê li 10 kesan ceza birî. -
Li Roboskî serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin
Leşkerên Tirk li Roboskî avêtin ser malan û 3 kes binçav kirin. -
'Divê meclîs ji bo grevên birçîbûnê bi rengekî awarte bicive'
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê bal kişand ser rwşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne û bang li meclîsê kir ku bi rengekî awarte bicive. Komîsyonê got, "Daxwaza girtiyan daxwaza me ye."