KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Piştî 18 salan li Kerkûkê hilbijartina encumena parêzgehê
Piştî 18 salan hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê destpê kir. -
Fermandariya Eyaleta Serhedê kesên ku sûc kirine, hişyar kir
Fermandariya Eyaleta Serhedê diyar kir ku wan li herêmê hin kesên ku xwestine li ser navê rêxistinê pereyê gelê welatparêz bidizin, tespît kirine û ev hişyarî kir: “Bawerî bi dizan neyînin, bi hestiyar û xwedî helwest bin.” -
Gerîlayên nû bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku şerê azadiyê mezin bikin
20 ciwanên ku ji bo li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bibin bersiv tevlî nava refên gerîla bûn, perwerdeya xwe temam kirin. Gerîlayên nû li dijî mêtingehkirina Kurdsitanê, bang kirin ku şerê azadiyê were mezinkirin. -
Siyasetmedar Hawrê Cebar: Neteweya demokratîk di pratîkê de pêk tê
Endamê Desteya Rêveberiyê ya Tevgera Azadiyê Hawrê Cebar diyar kir ku li hemberî modela kapîtalîst modela neteweya demokratîk a ku gelê Kurd pêşengiya wê dike, heye û got: “Sazkarê vê modelê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e." -
PKK modela jiyaneke azad e
Du gerîlayên jin Berçem Herekol Şîrvan û Seher Çagla ku barê şoreşê hildan ser milên xwe, di hevpeyvîna ku berî şehîd bikevin de dabûn, diyar kirin ku PKK modela jiyaneke wekhev e. -
Ciwanê Êzidî yê ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin gihişt Şengalê
Ciwanê Êzidî Rojîn Hedad ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibû destê çeteyên DAÎŞ’ê û piştî 9 salan ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû rizgarkirin, gihişt Şengalê. Hedad bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. -
Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
Abdurrahîm Gun ê di êrîşa ku bavê wî Ahmet Gun hatibû qetilkirin de birîndar bibû, anî ziman ku berpirsiyar sercerdevanê dewletê yê kevin Şeyhmuz Babat e. -
Yadgar Elî: Ev hilbijartin rapirsî ye li ser Kurdistanîbûna van deveran
Rojnamevan û çavdêrê siyasî Yadgar Elî behsa girîngiya encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selahedînê kir û got: “Rehendeke vê hilbijartinê ya neteweyî ji bo gelê Kurd heye. Divê Kurd bi hişyarane tev bigerin.” -
'Binemala Barzaniyan bûye sedema têkdana yekrêziya neteweyî ya Kurdistanê'
"Tunebûna yekrêziyê di nav partiyên başûrê Kurdistanê de her tim zerareke mezin daye berjewendiyên gelê Kurd. Em ê di hilbijartina roja yekşemî de li Kerkûkê berdêleke mezin bidin." -
Dîmenê çalakiya li Girê Amediyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya 5'ê Cotmehê ya li Zapê weşand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hembeî artêşa Tirk a dagirker pêk anîn. -
HPG’ê nasnameyên 3 şehîdên azadiyê eşkere kir
Hêzên Parastina Gel ji bo 3 gerîlayên ku bi hev re şehîd bûne, wiha got: “Hevrêyên me ji bo her xebatê ji dervey serketinê tiştekî din qebûl nedikirin. Bi layiqî pêdiviyên wezîfe û berpisyariyên xwe yên demê bi cih anîn.” -
Cenazeyê şehîd Tolhildan Hîzan di bin dorpêçiyê de hate veşartin
Cenazeyê gerîlayêw HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) ku piştî 2 salan radestî malbata wî hate kirin, di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin. -
Gelhat ê HPG'yî: Em ê nehêlin dijmin li çiyayên Kurdistanê bimîne
Gerîlayê HPG'ê Gelhat Gabar ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê her tim li ber xwe bidin û destnîşan kir ku heta gerîlayek hebe wê dijmin nikaribe li çiyayên Kurdistanê bi rehetî bimîne. -
Fûad Bêrîtan: Divê her kes tevlî pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibe
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan ji bo pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' banga tevlîbûnê kir û got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li xwe ye." -
Encumena Kurdên Kerkûkê: Bi dengdanê Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin
Encumena Kurdên Kerkûkê anî ziman ku ji bo ku rê li ber proseya guhartina demografyaya bajêr bê girtin, divê hemû Kurdên Kerkûkê beşdarî proseya dengdanê bibin û got: “Bi dengdanê Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin.“ -
Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
Delegasyona Jinan a Navneteweyî hevdîtinên xwe yên li Amedê bi serdanên li DBP, MGK, DFG û Baroya Amedê bi dawî kir. -
Cenazeyê Guneş ê HEP’î hat veşartin
Cenazeyê Naîf Guneş ê HEP’î bi girseyî li gundê Beykent ê girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê hat veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Tolhildan Hîzan piştî 2 salan hate wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Hîzan (Mahsûm Yilmaz) ku 2 sal berê li Garzanê şehîd bû ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. -
Tulay Hatîmogûllari: Kuştina Gun kuştineke siyasî ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari tevlî şîna Ahmet Gun bû ku ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin. Tulay Hatîmogûllari got, "Ev yek kuştineke siyasî ye." -
Droneyeke bombebarkirî li Zapê hate îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku çeperên şer ên gerîla ji aliyê artêşa Tirk ve bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatine bombekirin û diyar kir, li Zapê droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin. -
Li Duhokê 2 kes hatin kuştin
Li Duhokê di encama êrîşa çekdarî de 2 kes hatin kuştin. -
Li Wanê di asta rekorê de serlêdan li DEM Partiyê tê kirin
Li seranserê Wanê ji bo hevserokatiya şaredariyê 120 jin, 170 mêr bi giştî 290 kesî serî li DEM Partiyê dan. -
Evîndareke azadiyê: Besê Raperîn
Besê Raperîn heta kêliya dawî derbên giran li dijmin xist û tevlî karwanê şehîdan bû. Di nava PKK'ê de bû sembola ked, durustî û tevlîbûna bi fedakarî. -
Endamên DFG û MKG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed hatin ba hev
Endamên DFG û MKG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate revandin û 50 roj in agahî jê nayê girtin, hatin ba hev. -
Leşkerên Tirk careke din êrîşî karkeran kirin: 19 kes hatin binçavkirin
Jendermeyan careke din êrîş birin ser karkerên Ozakê ku 17 roj in li hemberî zext, mobbîng û derxistina ji kar li ber xwe didin. Di encamê de 18 karker û nûnerekî sendîkayê hatin binçavkirin.