KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin
Ji bo Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin û 41 roj in agahî jê nayê wergirtin 212 kesayet û saziyên li Başûrê Kurdistanê bang kirin. -
Li Amedê li dijî tecrîdê Nobeda Edaletê hate destpêkirin
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kir. -
Îranê 11 sal cezayê girtîgehê da mamosteyê zimanê Kurdî
Dewleta Îranê 11 sal cezayê girtîgehê da mamosteyê zimanê Kurdî Seywan Îbrahîmî. -
HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku Serhildan Maku û Dîren Amed bi meşên xwe yên li Botanê nirxên nû tevlî têkoşîna şoreşê kirin û sersaxî ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re xwest. -
Pîr Heyîder: PDK ji hêza rojnamevanan ditirse
Endamê Malpera Zêwe Newsê Pîr Heyîder, nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Silêman Ehmed da û ji bo serbest berdana wî herkes vexwend ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne. -
Yazici bi skandala dadgeriyê li girtîgehê hate kuştin
Têkildarî girtiyê nexweş Bişar Yazici ku meha Tîrmehê li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da, piştî bi mehan ji Dadgeha Bilind teblîgat hat. Parêzeran Dadgeha Îstînafê ji mirina Yazici berpirsyar nîşan dan. -
Xelkê Mexmûrê bêrêziya li hember cenazeyên şehîdan şermezar kir
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bêrêziya li hemberî cenazeyê gerîlaya YJA-Star’ê Axîn Seydo şermezar kirin. -
Şandeya jinên HEDEP’ê bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
Şandeya jinên HEDEP’ê li Silêmaniyê bi jinên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê re civiyan. -
Hevdîtina Silêman Ehmed bi parêzeran re tê astengkirin
Endamê Tîma Parêzerên Rojnamevan Silêman Ehmed, parêzer Nerîman Ehmed ragihand ku zêdetirî 10 caran ji bo dîtina Silêman Ehmed serlêdan hatiye kirin, lê destûr nehatiye dayîn ku pê re hevdîtinê bikin. -
Li Qoserê operasyonên qirkirinê
Operasyonên qirkirinê yên li ser Kurdan bênavber didomin. Polîsên Tirk bi hinceta ku der barê Sedat Kûrşûn de lêpirsîn hatiye vekirin bi ser mala wî de girtin. -
Serdana girseyî li şîna şehîd Azad Zagros hate kirin
Serdaneke girseyî li şîna Azad Zagros hate kirin ku cenazeyê wî di nava qutiyeke kartonê de radestî malbata wî hate kirin. -
Ji pêşengên Şengalê Dijwar Feqîr hate bîranîn
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dijwar Feqîr di salvegera 2'yemîn a şehadeta xwe de li ber mala xwe hate bîranîn û ji bo wî xêr hate dayin. -
Hefteya Mafên Mirovan: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe
Di rapora girtiyên nexweş ên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî yên Rihayê de, hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya 64 girtiyên bi nexweşiyên giran û kronîk ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê roj bi roj girantir dibe. -
Li Mûşê endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê hate binçavkirin
Li Mûşê endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Berfîn Yekta, ji aliyê polîsên Tirk hate binçavkirin. -
Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, 40 roj in agahî jê nîne
Rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bûye 40 roj ku ti agahî jê nîne. Fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. -
Nazmetên PADÊ xwe dan naskirin û bang kirin: Dengê xwe bidin PADÊ
Li Tilizêrê namzetên PADÊ xwe dan nasîn û soza bicîhanîna daxwazên gel dan. Namzetan bang li gel kir ku dengê xwe bidin PADÊ. -
Riham Hico: Dijwar Feqîr egîdê demê û hevrêyê jinên Êzidî bû
Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico destnîşan kir ku şehîd Dijwar Feqîr bi qasî fermandarekî leşkerî bû ewqas jî pêşengê civakê bû û got: ‘’Ew egîdê demê û hevrêyê jinên Êzidî bû. Serkeftina jinên Êzidî wekî serkeftina xwe didît.” -
Şoreşgerê bi ruhê serhildanê: Dilgeş Şerzan
Dilgeş Şerzan ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê di sala 2011'an de tevlî nava refên gerîla bû, mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt û şehîd bû. -
Gerîlayan li Xakurkê 27'ê Mijdarê pîroz kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê salvegera 45'an a PKK'ê bi gerandina govendê pîroz kirin. -
Xizmên Windayan ji bo Elçî û Togçû hatin ba hev
Xizmên windayan li Amed û Êlihê ji bo Ender Togcû û Tahîr Elçî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin ba hev û bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatî destpêkirin. -
Kesekî Êzidî bi guleya hêzên PDK’ê hate kuştin
Hate ragihandin ku sibehê di derdora saet 09.00’an de ji Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê gelek gule teqiyan û gelek gule li derdor û hundirê kampa Çem Mişko ketin. Di encamê de welatiyê bi navê Şekir Xwedêda Hesen (45) jiyana xwe ji dest da. -
Li Mexmûrê 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyona hêzên Iraqê de li gundekî girêdayî Mexmûrê 4 çeteyên DAÎŞ’ê ku xwe di malek de veşartibûn, hatin kuştin. -
Cenazeyê şehîd Nûpelda li Sêrtê hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Guler Ozbey a ku di şerê li herêma Marînosê de şehîd bûbû, hate veşartin. -
TJA û TUAY-DER’ê ji bo Makbûle Ozer bang kir
TJA û TUAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî biryara ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” ya ji bo Makbûle Ozer a 81 salî, da û xwest ku li gorî rewşa tenduristiya wê ya niha rapor were nûkirin. -
Ji bo şehîda ku cenazeyê wê di qartonê de hate radestkirin, meş hate kirin
Ji bo şehîd Axîn Seydo ku cenazeyê wê di qartonê de hate radestkirin, li Hezexê meş hate kirin.